4.4. 2010 ê, ji belavkirinên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê, bi bergekê gelek ciwan û xemilandî û qewarekê navincî, di 222 rûpelan da (Dara çilawaz) ku navê duyemîn dîwana helbestên nivîskarê nasyarê Kurd Edîb Çelkî ye, ji weşanxana Hawar li Duhokê derkeft û belav bû. Bergê dîwanê (ku tabloyekî hunermenda şêwekar Xoşî Şewqî li ser e) û rêkxistina hundirî dîwanê, ji aliyê hunermendê zîrek û çalak Sittar Elî ve hatîye çêkirin. Ev dîwane ji destê rastê heta naverastê, bi tîpên (Pîtên) Aramî (ku hindek dibêjnê tîpên Erebî) û ji destê çepê heta naverastê bi tîpên Latînî (Anku: bi her du tîpan di yek pirtûk de) hatiye çapkirin (weşandin). Digel barahî yekî û çend nivîsên kurt, ev dîwane ji 40 tekstên stiranan (yan bibêjîn: çil helbestan) pêkhatîye, ku hemû jî bûyne stiran û belavbûyne.  19 hunermend (ji hemû aliyê Kurdistanê û Kurdên Rusya jî) di stirandina van tekstan da pişikdar in, bi vî rengî : Hunermend Hesen Şerîf 7 tekst, her yek ji hunermendan Zekeriya û Mihabadê 6 tekst, hunermendê genc Diyarê Kurd 4 tekst, hunermend Ejder Wehbî 3 tekst û hunermendên mayîn jî her yekî yek tekst, wekî hunermendan Eyub Eli, Hanî, Omer Gundî, Natalya, Sîpan Xelat, Alîn, Alan Omer. Her wesa hunermendên genc Baxan, Herdî Selah, Loke, Salar, Heldêr û Reşîd Temer. Hindek ji wan tekstên bûyne stiranên gelek navdar ev in: Beyta Laliş, Kanya evînê, Dilber û Peyvên Azirî (H.Şerîf) Siroda Kurdistan, Têlînaz, Şahjina rojhelat û Bihara pîroz (Zekeriya) Karwanê pîroz, Taca bihara û Bi çavên te min xwe naskir (Mihabad) Kanya jiyanê (E.Elî) Ji dûrya te (Hanî) Were peyman (Omer Gundî) Geryam (Baxan) Aşiqim (Ejder Wehbî) û .. htd.
Hêjayî gotinê ye ku stirana Beyta Laliş bi rengekê single hate belavkirin û li 8 meha yeka sala 2006 ê, di yekemîn Festivala vidyo-kilîpên Kurdî da li Zaxo, loka (dereca) yekê û çendîn xelat wergirtin û bû ye stirana yekê li ser her çar parçên Kurdistanê. Her wesa Albuma 2004 ê ya hunermend Zekeriya, ku bi stirana (Têlînaz) navkir û 4 tekstên nivîskar Edîb Çelkî têda bûn, pitir ji 3 melyon dana jê hatine firotin (li gorey serjimêrya kovareka aborî ya cîhanî, her wekî malperê Avestakurd di demê xwe da belavkirî) ku eve jî nimreka hera bilind e di bazarê stirana Kurdî da.  Tekstên dîwanê li gorey dîroka nivîsîna wan hatîne rêzbendkirin, ji bilî siroda Kurdistan, ku ya bûye sirodeka netewî û navdar û ji ber giringiya wê kefte serê dîwanê. Eve jî lîsta yan fehresta navên tekstên dîwanê ye :
Lîst- Fehrest :
1- Kurdistan – Şivanê Garey
2- Peyman
3- Kanya evînê
4- Beyta Laliş
5- Postê vala – Suham
6- Dilber
7- Çaverê me
8- Dîlan e
9- Nêrgizan Xamtîrî
10 – Kanya jiyanê
11- Têlînaz
12- Şahjina rojhelatê  
13- Karwanê pîroz
14-  Bihara pîroz – Were esmer
15- Taca bihara
16- Şîrînê
17- Jînek nû
18- Perya çema
19- Xuzî min tu nedîtbay
20- Bi çavên te min xwe naskir
21- Kengî dê hêy ?
22- Barana eşqê
23- Peyvên azirî
24- Kengî dê min nasî ?
25- Nimra bi tinê
26- Deholên vala
27- Yasemîn
28- Nasnekirim
29- Wexera dûr
30- Ez kirme pir
31- Geryam
32- Lê dayê
33- Narê
34- Welat
35- Aşiqim
36- Efsane
37- Dilwêran
38- Jîngeh
39- Ji dûrya te
40- Wekhevî.
  
Têbînî : Kesên vê dîwanê bixwazin, dikarin li cihê firotina pirtûkan (Pirtûkxanan) peydaken, her wesa ji bingehê Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê. Li Ewropa û dervey welatî jî, bi rê ya vê telefona Elmanya û vê Emailê dikarin peydaken : [email protected]  0049-1725809488

F
E
E
D

B
A
C
K