kobaneEv salek din jî bi ser Enfalên res derbas dibin. Belê va 27 sal li ser mezintirîn komkujî û jinosida dewleta Îraqê ya li ser xelkê basûrê Kurdistanê derbas bûn û hîn jî enafal û komkûjî û tunekirin ya li ser gelê me didomin.
Komkujî û qirkirina kurdan bi destê rijêmên dagîrkerên kurdistanê , di heyama sed salên bûrî de, cih û berperên taybet di diroka gelê me yê Kurdistanê de bi cî girtine. Her ji jînosîd û komkujîya Dêrsimê bigre heta Amudê, kurdên feylî, 8 hizar baarzanî û rêze komkujî yên li rojhelatê kurdistanê û heya di gehe hewên enfal û Helebce yê. Ew komkujî ya li basûrê Kurdistanê bi destê rijêma baas a dewleta Êraqê hat encam dan, ew komkujî mezintirîn û pir ês û azartirîn a gelê kurde. Meynetî û birînên kûr li dûv xwe hêlane, ku nêzî 182 000 mirov bi kal, pîr, jin û zarok bûn qurbanî. Bi hovanetirîn sêweyên dije mirovatî yê qetluam kirin, bi saxî bin ax kirin û gelek ji wana bi birçîtî giyana xwe li dest dan. Ev sêwê qetluamê mînaka wê li hemû cîhanê nebû ye. Ev hew( hemle ) a komkujî yê ku li sala 1988 ê hat encamdan, Rijêma bexda yê bi navê ( ENFAL )ê navkir. Kurd û Kurdistanî li her aliyê kurdistanê, her sal li roja 14/ 04 bi roja enfal û qurbanîyan bi bîr tinin.
Mixabin, pistî 24 salan li ser rizgarkirina basûrê Kurdistanê û xweseriyek azad, asewarên wê komkujî yê hê mayne û ew birîn bi ser vala mane. Li alî yê dadgehên nevdewletî ve jî enfal û hemû komkujîyên din yên bi dirêjîî ya dîrokê yên ku li ser Kurd û Kurdistanê hatîn, weke jînosida li ser gelekî, li gor prensîpên yasayên mafên mirovan ya netewên yekgirtî ve nahatîne ser rastkirin. Her çende hewl û pêngav jêre hatîne dan. Lê bi sêwên heremekî û ne yekgirtî.
Belê î sal birîneka din li ser rîze enfalên kurd û Kurdistanîyan zêde bû. Enfal û fermana 74 an ya li ser Sengalê û komkujî ya destên resên terorê terora DAÎS ê ye.
Dem hatî ye ku kurd û Kurdistanî bi hev re enfal, ferman û hemû komkujî yên ku li ser gelê me hatine bi yek dosî, bi yek keys, bi yek deng û bi yek pênase bi dunyayê bidin nasîn. Ew komkujî yên han yek û yeko ji armanca jinavbirina gelên Kurdistanê hatîne encamdan, ew hewl û kiryarên dijî mirovahîyê ne û dibe dinya, alem, netewên yekgirtî û cihana homoneter li ser vê heqîqetê bi sekinin û bi fermî weke tawanên jînosid bên nasandin.

Em li kongira Neteweyî ya Kurdistan – KNK ê, ne tenê li roja 14/04 ê enfal tê bîra me, belku em her rojên salê hest bi birîn û êsên enfalan dikeyn. Herwesa ji bo gehandina wê buyerê bo raya gistî û nêvdewletî û bi jînosid nasandina enfalan, di kar û çalakiyên me da dosîyek taybet li ser xebtînê heye, bi taybetî digel yeketî ya ewropa yê.

KNK e roja enfalên basûrê kurdistan ku îsal salroja 27 emîn e, bi erkek mirovî, nistîman û neteweyî dinirxîne. Û di heman dem de gûrî û qurbanîyên enfalê ji dil û can bi bîr tîne û kes û kar û malbatên wana serferaz û pêdar dibîne û silav dike.

Konseya Rêvebir ya kongra Neteweyî ya Kurdistanê
14 – 04 – 2015 Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K