2014-1-14-DRK-EZMUNE ZIMANE KURDI (401680973)Îro sezona nû ya 2014-2015ê ya perwerdeya seretayî li Tirkîye û bakura Kurdistanê dest pê dike. Hewceyî gotinê nîne ku dewleta Tirkîyeyê wekî mîratxwera Imparatorîya Osmanî ya kolonyalîst sîstemê kolonyalîst û asîmîlasyonîst hêj hovanetir didomîne. Asîmîlasyona ku bi salan e heyî jî bi teknîkên nû gelek dijwartir tête domandin. Daxwaza xelkê Kurd ya heq û rewa ya perwerdeya makezimanî bi israr tête red kirin.
Eve serê dehan sal e ku xelkê Kurd, pêseng û berpirsiyarên doza polîtîk ya Kurd û Kurdistanê di her keysî da daxwaza mafê perwerdeya makezimanî dikin ku Kurdî wekî makezimanê xelkê Kurd di nav sîstemê perwerdeya dewletê da cihê xwe bigire, perwerdeya dewleta Tirkîyeyê bibe du zimanî û Kurdî digel zimanê Tirkî wekî zimanê duyê yê perwerdeyê bête bi kar înan. Belêm mixabin dewleta Tirkîyeyê bi çu rengî xwe nêzîkî vê daxwaza rewa ya xelkê Kurd nake û di polîtîka xwe ya asîmîlasyonîst da rika xwe didomîne. Ji ber vê reftara negatîv û dijmirovî ya dewleta Tirkîyeyê xelkê Kurd jî rika xwe ya li ser daxwaza perwerdeya makezimanî bi dengekî bilind didomîne. Demekî dirêj e ku hersal demê destpêka perwerdeyê daku balkêsaneke xurt pêkbêt dibistan heftîyekê têne boykot kirin. Îsal jî Kurdî-Derê li bakura Kurdistanê heftîyek boykot daye dest pê kirin û bang li xelkê Kurd dike ku zarokên xwe heftîya ewilî rênekine dibistanê û sîstemê asîmîlasyonîst yê perwerdeya dewleta Tirkîyeyê protesto bikin û daxwaza xwe ya heq ya perwerdeya bi makezimanê xwe Kurdî bilind bikin.
Kurdî-Derê herwisa îsal projeyeke pîlot ya perwerdeya bi Kurdî li sê bajêrên Kurdistanê jî plan kirîye û îro dide dest pê kirin. Li goreyî vî planî li Amed, Cizîr û Geverê sê dibistan hatine vekirin û ji bo her dibistanê jî qeyda sed zarokan hatîye kirin. Mamosta û materyalên perwerdeyê amade ne û dibistan dê bi klasa yêkemîn dest bi perwerdeyê bikin.
Em wekî KNK pistevanîya van herdu aktîvîteyên Kurdî-Derê yên li bakura Kurdistanê dikin û bangî xelkê xwe dikin ku hem besdarî boykotê bibin hem jî zarokên xwe rêbikine van sê dibistanên li Amed, Cizîr û Geverê yên xwumal. Bi cih bûn û dest pê kirina projeya van sê dibistanan di warê biryardarîya perwerdeya Kurdî da hem wekî mafekî xwezayî hem jî polîtîken gaveke jîyanî ye ku divêt di pratîkê da bi serkevtinî bête bi cih înan.
Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, 15 Îlon [9] 2014, Bruksel
KNK, Rue Jean Stas 41  1060  Bruxelles  tel: 00 32 2 647 30 84   fax: 00 32 2 647 68 49 – Homepage: www.kongrakurdistan.net     e-mail: [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K