Netewe û Gelên Azadî û demokrasîxwaz!
Hêz û layenên siyasî!
Kesûkarên Şehîdan, li seranserê Kurdistan û Cîhanê!

Di van şert û delîvên çarenivîssaz da ku temamê navçeyên rojhelata navîn û dewletên kendav, ketîye di nava şerekê mezin, nerehetî û alozîyên navxweyî, navçeyî,  tayîfî û mezhebî de û herwesa di nava metirsî ya paşerojeka ne zelal deye. Di heman dem da, bandorên berçav jî daye ser xebat û tekoşîna demokrasî û demokrasîxwazan û hêzên rizgarîxwazên Kurdistanê. Tecruba başûr û rojava yê Kurdistanê ya demokrasî , ku wa dinava wan buyeran de, kurd û Kurdistanî bi berxwedanên xwe yên bê hemta xwe gehandî ye nava kayeyan da û bi aktorbûna di nava hawkêşeyên stratijî da têne hesibandin. Her çend diçe Kurd û Kurdistanî pêgeya wan pêtir nêzî aktorê sereke da bi hêz dikeve. Herwesa bûne cihê bawerî û ûmêda serkeftinê w çespandin û parastina  proseya demokrasî û azadî û xebata medenîyetê.bi taybetî bi ber çavê hemû dinya yê  weha xweya bûye ku hikûmet û dewletên Sûrîyê, Êraq, Lîbiya û Yemen û deshelatên din yên herêmî, nikarin DAÎŞ û teroristan bişkênin yan tune biken.
Berûvajî wê li başûrê Kurdistanê, Pêşmerge û hêzên din yên parastina gel yên hevçeper û li rojavayê Kurdistanê jî şervanên ( YPG – YPJ ) û komeka pêşmergên welatparêz li çeperên şer û berxwedanê li Kobanê û beşdarî ya gerîlayên bakûrê Kurdistanê û bi hevkarîya hêzên hevpeyman yên nêvdewletî,  roj li pey rojê serkeftinan li ser teroristan tomar diken. Ev serkeftin û destkeftên han li meydanên şer û di xebata siyasî, netewî û nîştimanî yên parçeyên din yên Kurdistanê jî da bûyne cihê piştevanî û giringîdana welatên rojava û  soz û viyan û pêzanîn û nirxandina raya giştî ya cihanê û bi taybetî li rojava û başûrê Kurdistanê.
Cemawerê berxwedêrê Kurdistanê!
Li keş û rewşa weha ya şer û bûyerên ne zelal ên siyasî, çekdarî û sitratîjîkên germ  û cor bi cor da, komîta me ya hevbeşa diplomasî ya Kurdistanî, şaremîn civîna xwe ya dewrî li Lahay ya welatê Holenda yê û li ser astekê berpirsatî ta bilind û bi amadebûna piranî ya endamên xwe ve, li ser du xalên rojevê li darxist.
•    Rewşa siyasî ya giştî.
•    Danan pilana karê diplomasî yê li Ewropa.
Piştî derbirîn û bîrûrayên azad û helsengandina piralîyane, li ser rewşa siyasî, civîn geha van derencamê. Rewşa siyasî sererayê hestiyarî û alozî yên wê, pêwîste bi hişyarane û yek arasteyî û yek sitratîjiya neteweî û niştîmanîdi karê xebata diplomasî da pêngav bên havêtin. Li aliyekê din sebaret bi kêşe û arîşeyên demokrasî yê li Kurdistanê, biyav û derfetên ji bo bi destveînana mafên neteweyî û niştîmanî û demokrasî yên Kurdistaniyan, her çend tê û zêde û berfireh dibin. Civîn di wê baweriyê de ye ku : hêzên Kurdistanî bi kûrî û berpirsyaryeteke mezin ve erkên henukeyî bibînin û hewil û tekoşînên xort jêre biden. Arîşeyên navxweyî yên hêzên siyasî bên kêm kirin û çendî bkarin  mitmane û siqeta zêdetir di navbera hev du de bên xemlandin û di demeke nêz û guncî de piştî ferahemkirin û zemîne ya serkeftinê misoger bû, kongra netewî li ser xalên çarenivîssaz bê li darxistin. Ev weha dixwazê ku komîte ya amadekar a Kongrê bi zûtirîn dem bi cive û  cih û çewanî ya li darxistina kongirê diyarî biken.
Li ser xala duyemîn ya civînê, danana pilanên diplomasî; li wê biyavê da  li gor rastpardeyên civîna berê,  komîteya destnîşankirî pêngavên  erênî û baş avêtine û persivên dilxweşker ji wezaretên derve yên welatên ( Berîtaniya, Nemsa, Îtaliya û yeketiya Ewropî ) ji bo piştevanî kirina  kêşe û arîşeyên demokrasî yê li Kurdistanê hatîne wergirtin. Lê hêj encamdana erkên diplomasî pêwîst bi bernameyekê mikum û tukme û çalakiyên  zêtir heye. Bi taybetî  niha seng û giranî ya xebata demokrasî ya Kurdistanê  giring û karîgere li herêmê û rojhelata navîn  û cihanê de.
Li dawî yê de civînê, bi bawer bû ku netewa kurd  û hêzên demokrat û pêkhateyên azadîxwaz yên li Tirkîyê û herêmê jî, bi çavê hîvî û ûmêdan ve dinêre biryara demokrasî ya  ( HDP )  ji bo niwêneratîkirina xebat û tekoşîna demokrasî ya gelên Turkiya yê û beşdsrbûna  wan di helbijartinên 7 ê hizîrana î sal da.
Ev sitratîjyeta demokrasî yê ya li Turkiya yê, tenê li berjewendiya gelên Kurdistanê nîne, belkû li berjewendî ya temamê gelan û dîn û dînza yên Tukiya yê ye û herwesa jî ji bo turk, kurd, ermen, suryanî, ereb çerkes û êzidî, elewî û tevaya pêkhate yên Turkiya yê dibe xêr û xweşî.
Tukiya niha li du rêyana çarenivîssaz deye, yan eve guhartinek ber bi demokrasî yê gelan ve, yan monopola situnî nasiyonalîzmî ya Tirkiya wek sedsala berê wê helbijêre. Ev jî zirara herî mezin bi pêgeya Tirkiyayê û gelên tirkiya û demokrasiyetê û paşeroja  wî welatî di keveû dibe rêgirîyek bilintir ji bo qebul û ne qebukirina Tirkiya yê di Yeketi ya Ewropa da.
Civîn bi hêvî ya hindê ye ku temamî netewa kurd  û gelên azadîxwaz yên li Tirkiyê, bakûrê Kurdistanê û herêm û navçeyê, piştevanîya kandîdên  lîsta HDP biken. Lîste ya HDP ê lîsta gelên demokratîxwazên raseqîne yên Turkiya yê ye.
Li dawî yê, civîn soza xweji bo gelên ermenî, suryanî, û kildanî dubare kir, di demekî de ku salroja  100 salî ya qetluama wana ye ewa bi dest û pilanên dewleta Ûsmanîyan û bi beşdarîya kirêgirtiyên siwarên Hemîdî yê ew tawan û karesat hatibû encamdan. Ji ber wê yekê erk û pêwîstiyek fere li ser civaka asayişa neteweyên yekgirtî wan tawanan bi tawanên jînosayd binasê û dewleta turkiya jî serrast û qebûl bike û qerebû û heqê kesûkarên wana bide.
Komîteya diplomasî ya hevbeş a Kurdistanî
Den Haag, 26-04-2015

Endamên komîteya diplomasî ya hevbeşa Kurdistanî
–    Komîsiyona karê derve ya KNK ê
–    YNK
–    PYD
–    GORAN
–    HSDK  (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
–    Partîya Îslamîya Kurdistan –PÎK
–    KCD-E (Kongra Civaka Demokratîk – Ewropa)
–    Hizbî Komunistî Kurdistan
–    Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan
–    Komelî Îslamî Kurdistan
–    TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa)
–    Federasyona Êzidîyên Kurdistan
–    E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa)
–    Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava
–    PJAK
–    Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
–    Hizbî Ayindeyî Kurdistan
–    Nûnertiya HDP ya Ewropa
–    P.D.K.S (Partîya Demokrata Kurd li Sûrîya)
–    P.Ç.D.K-S (Partîya Çepa Demokrata Kurd – Sûrîya)
–    PÇK-S (Partîya Çepa Kurd – Sûrîya)
–    Partîya Kaskên Kurdistanê – Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî
–    Enstituya Kurdî ya Brukselê
–    Rêxirawî Demokratîkî Yarsan
–    PYNA – Rojava (Partîya Yekîtîya Niştimanî Azad – Rojava)
–    T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Surîye)
–    Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
–    Dîwexanî Kurdî li Ewropa

F
E
E
D

B
A
C
K