Di van çend rojên dawî de Binevsa Bêrîvan, rejîsora Kurd li Brukselê, du xelatên din ji bo hunerê xwe di sînema Kurdî de Stend.

Xelata pêsin ji Amedê, ya din ji Brukselê ye.

Juriya Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, di navbera 22 û 28ê Mijdarê de,  kurtefîlma wê “Peyarê” tev “Land Of Heros – Welatê Qehremanan”, kurtefîlma Sahîm Omer Khalîfa layiqê xelatê dît.

Weke tê zanîn Bêrîvan ji bo her sê filmên xwe yên berê jî xelat stendibûn.

Xelata duyemîn ji Brukselê hat. 39mîn Festîvala Serbixwe ya Brukselê jî fîlma Bêrîvan “Peyarê” di ware senaryo de layiqê xelatê dît.

F
E
E
D

B
A
C
K