Harry van Bommel endamê parlementa holandî yê Partiya Sosyalîst (SP) û peyvdarê siyaseta derve û ewropî yê partiya xwe ye û herweha çavdêrê hilbijartinan ê navneteweyî ye. Van Bommel herweha endamê Parlamenterên bo Karê Cîhanî (Parliamentarians for Global Action), Parlamenterên bo qedexekirina belvabûna çekên navokî û rakirina çekan (Parliamentarians for Nuclear Non-proliferation and Disarmament) e.
Harry van Bommel yek ji siyasetmedarên hindik e li Holandayê ku xwe bi pirsa kurdî ve mijûl dike. Di hevpeyvînekê de bi OnKurdê re ew li ser rewsa niha ya Sûriyê û bi taybetî ya Kurdên rojavayê Kurdistanê diaxive.

OnKurd: Birêz van Bommel, tu xwe nêzîkî miletê kurd dibînî û ji bo pirsgirêkên kurdî dixbitî, mîna pênasîna komkujiyên li dijî kurdan li Helebçeyê û Enfalan. Tu çawa têkildarê pirsa kurdî bû?
Harry van Bommel: Ez ji salên 90î ve ji bo kêseya kurdî dixebitim. Kurd mezintîn miletê bê welat e û piraniya caran tên çewisandin. Têkosîna wan ji bo danûstandineke dadmend hertim histiye ku alîgiriya wê bikim.

OnKurd: Tu rewsa niha ya Sûriyê ya çawa dibînî? Divê ji bo rawestandina tundûtûjiya rêjîmê û kustarên ku pêk tîne, çi were kirin?
Harry van Bommel: Tenê zexteke hîn bêtir li ser Rûsyayê dikare Besar el-Esed rawestîne. Pêwîst e civaka navneteweyî bi hev re vê yekê pêk bîne. Wekî din divê alîkariya insanî di rêya komîteyên herêmî re bê kirin. Û pêwîst e kar ligel Encûmena Nistimanî ya Sûrî bê kirin, da ku pistî rûxandina el-Esed valahiyeke di desthilatê de çênebe. Rewsa Iraqê weha bû û ew bû sedema kêseyên mezin.

OnKurd: Sûriyê mikûr hat ku çekên kîmyawî di destên wê de hene û dikare wan bi kar bîne. Tu li ser vê yekê çi dibêjî?
Harry van Bommel: Serok Obama got ku xêza sînor li vir dikeve û nabe were derbas kirin. Em nikarin rê bidin komkujiyeke nû li diiî Kurdan an komên din li Sûriyê. Divê civaka navneteweyî destêwerdanê bike.

Harry van Bommel: Têkosîna we dadmend e! (Wêne: prîvat)
Bloga van Bommel: harryvanbommel.sp.nl
OnKurd: Tu rola kurdan di soresa Sûriyê de çawa dibînî? Bi dîtina te çi metirsî di dema pês de li ser kurdan hene?
Harry van Bommel: Kurd aniha ji bo mafine hîn bêtir dixebitin, da ku karibin li Sûriyê xwe bi rê ve bibin. Ew mafdar in . Lê metirsiya li pês wan ew e ku Tirkî xwe têxe nav vê pirsgirêkê û ta bi artêsê li dijî xwestekên kurdan bi kar bîne. Ji ber ku Tirkî endama NATOyê ye, giring e ku NATO wê di ciyê wê de rawestîne, eger tundûtûjî li dijî kurdan bi kar anî. Ezê bi navê partiya SP tekez rijd bim li ser vê yekê.

OnKurd: Pêseroja Sûriyê çawa xuya dike, bi dîtina te?
Harry van Bommel: Tirs heye ku Sûrî hîn demeke dirêj ne aram bimîne û bibe sanoya tundûtûjiyê. Qeter û Saûdiya Erebî hewl didin ku rolekê di ser de bilîzin. Ez li dijî vê hewildanê me. Ew vê yekê ji bo acendeyeke siyasî dikin , ku wê hîç alîkariyê nede miletê sûrî.

OnKurd: Têkiliyên we bi rikberiya sûrî û tevgera kurdî re hene?
Harry van Bommel: Erê, têkilî hene û pir xurt in. Ez naxwazim gelekî li ser biaxivim da ku kesekî nexim metirsiyê.
OnKurd: Tu dixwazî çi peyamê bigihînî kurdên Sûriyê ?
Harry van Bommel: Partiya SP pêdeçûnên li Sûriye ji nêzîk ve û gav bi gav disopîne û ewê heta ku karibe alîkariya kurdan û komîteyên herêmî bike. Ji bo kêseyê henaseyeke dirê pêwîst e, lê têkosîna we dadmend e. Bimînin cegerdar!

Hevpeyvîn ji aliyê Lava Derwês ve hat kirin.

Dostên xwe agahdarî vê nivîsê bike!
http://kurdi.onkurd.net/harry-van-bommel-giring-e-ku-nato-tirki-di-ciye-we-de-rawestine/

F
E
E
D

B
A
C
K