Kurd ji salên 1960 û vir de bi awayekî girseyî li Beljîka hene. Di destpêkê de mîna karkerên bîrên komirê, xaniyan, lêkirina rê û bexçeyên, paqijiya dezgehên fermî ji xwe re jiyanek nuh ava dikirin. Paş salên 1980 jî penaber,  ji Bakur, Başûr, Rojhilat û di van demên dawîn de jî Rojava, kom bi kom û di demên cuda de hatin. Hejmareke zelal nîne, lê hinek derdor behsa 60-70 hezar, hinek derdor jî behsa 100 hezar Kurd dikin. Mixabin, heta niha jî Kurd nebûne xwedî roleke girîng di siyaset û meydana kultûrî de. Sedemên vê cuda ne û mijara me ya îro ne şîroveya vê yekê ye. Îro emê li ser rewşa partiyên siyasî li Beljîka û hebûna namzedên Turkan biaxivin.

Bi munasebeta hilbijartinên şahredariyan di 14ê Cotmehê 2018 de Enstituya Kurdî ya Brukselê mecbûr ma ku daxuyaniyek belav bike û balê bikşîne ser mijareke girîng. Namzedên Turk li ser lîsteyên partiyên cuda, çep, rast, Sosyal Demokrat, Xiristiyan Demokrat, Kesk û Lîberal. Ev daxuyanî bangek li van partiyan bû ku ew namzedên Turk li ser esasê  îhtîram û pejirandina mafên merovan, gelan û demokrasî li Beljîka û Turkiyê were pêkanîn. Lê mixabin em dibînin ku li ser lîsteyên partiyên cuda, namzedên Turk hene ku di hember civak û raya giştî li Beljîka zimanekî, li hember civak û raya giştî ya Turkan bi zimanekî din diaxivin. Di daxuyaniyên xwe de behsa demokrasiyê û mafên merovan, di xwendegehan de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, ango bi Turkî dikin. Lê di çapemeniya Turkî û daxuyaniyên xwe de zimanekî nîjadparêz bikar tînin. Xwe wek dijminê kultûra rojava ku niha lê dijîn û nanê wê dixwin û li welatê xwe jî dijminahiya hebûna Kurdan û Ermeniyan dikin.

Li ser esasê xebatake ku ji aliyê çend saziyan tê meşandin, namzedên Turk li ser lîsteyên cuda di van rojên dawî de bûne sedema munaqeşeyên kûr. Ji ber ku pirraniya van namzedan nîjaparêz in û di nava xwe de dijminê demokrasiyê û ramana azad in. Ji wan re berjewendiyên dewlata wan esasî ne û nabe were guhertin. Ew her tim mîna nûnerên dewleta xwe di nava şahredarî, parlemento, sazî, partiyên siyasî, sendîke û dezgehên perwerdê de cî digrin. Nasnameya wan ya Turkî, zimanê wan yê dayikê, ala wan, “xaka wan”, û dînê wan (Îslama Selefî) di temamiya xebata wan de serdest e. Li ciyê ku ew lê ne, daxwaza wan ew e ku her kes û her merc îhtîrama hebûna wan di her alî de bigre. Lê ew li welatê xwe ramana azad, di xizmeta demokrasî û mafên merovan de bi xeter û dijmin dibînin. Li vir jiyaneke pirrkultûrî, pirrzimanî, lê li Turkiyê daxwazên bi vî rengî wek xiyanet dibînin. Daxwaza wan di nava civaka Beljîka de perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo civaka Turkî heye, lê ji bo dehan milyonan Kurd û Ermenî li Turkiyê planên dijminên welatê xwe dibînin. Ev namzedên Turk, zimanê ku rayedarên Turk li Turkiyê bi kar tînin, di nava civaka Turk de li vira jî bi kar tînin.

Enstituya Kurdî ya Brukselê li ser vê mijarê daxuyaniya xwe şande ji hemû partiyên siyasî ku dikevine hilbijartinên vê mehê. Daxwaz ew e ku ew vê durûtiya namzedên Turk bibînin û rastiyê piştguh nekin. Di vê navberê de çend namzedên Kurd jî li ser lîsteyên partiyên siyasî cî girtine û li ser vê mijarê hişyar in. Hêvî ew e ku encam baş be.

http://ronahi.net/ku/index.php/2018/10/08/hilbijartinen-sahredariyan-li-beljika-2/

http://ronahi.net/ku/index.php/2018/10/08/hilbijartinen-sahredariyan-li-beljika/

F
E
E
D

B
A
C
K