Di salvegera 20. a sehadeta rojnameger û nivîskar Huseyîn Denîz de, pirtûka li ser bîranîna wî ya bi Kurdî bi navê (HUSEYÎNCAN) û bi Tirkî (CAN HÜSEYIN) hatiye nivîsandin li Wesanxaneya Mezopotamya derket.
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Denîz di sala 1992an de roja 9ê Tebaxê li sûka Serêkaniya Rihayê ji aliyê Hizbûlkontra yên dewleta Tirk ve bi xafiltî û xayintî hatibû gulelêdan û roja 10ê Tebaxê li Nexwesxaneya Amedê jiyana xwe ji dest dabû. Ev bîst sal in kujêrên Huseyîn Denîz ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine eskerekirin. Di pirtûka li ser bîranîna Huseyîn Denîz hatiye nivîsandin de hûnê karibin nivîsandinên wî, bîranînên hevalên wî li ser nivîsandine,  nûçeyên di derbarê sehadeta wî de derketine û dîsa pê re biçin wan salên dijwar û dîroka çapemeniya Kurd, herwiha çîroka xebatkarên kevnesopiya çapemeniya azad, Ozgur Gundem û yên din û wan rojan bi hestedarî bi bîr bînin. Wekî din wêneyên Huseyîn Denîz jî di pirtûkê de cih digrin.
Pirtûk dikare li Ewropa li Wesanxaneya Mezopotamya, li Tirkiyê jî li Wesanxaneya Aram were peydekirin. ISBN: 978-3-941012-58-5

Mezopotamien Verlag und Vertriebs GmbH, Gladbacher Str. 407B, 41460 Neuss/Deutschland
Tel: 0049 213 140 69 093

F
E
E
D

B
A
C
K