AFICHE 2015 4-2-page-001Daxuyanî
24ê Nîsanê, roja bîrînana jenosîda Ermenîyan e. Îsal 100 [sed] sal derbazbûn ji ser wê qirkirina mezin. Ermenî, berî sed salan, 24ê Nîsana 1915ê bi biryara hukûmeta Osmanî ya Ittihat Terakî gelek plankirî û sîstematîk hatin qir kirin. Li ser axa xwe, li hemû cih û warên lê dijîn ev bêdadîya mezin bi serê wan hate înan ku ew wekî ”Felaketa Mezin” bi nav dikin. Ne sedan, ne hezaran, biçûk mezin, jin, mêr, ciwan û pîr bi timamî milyonek û nîv mirov, bi biryara hukûmeta Ittihat Terakî hatin kustin, ji cih û warên xwe hatin derbeder kirin, hatin qir kirin. Ji bilî Ermenîyan, Asûrî-Suryanî-Kildanî [Nestûrî] û Kurdên Êzidî jî bi ber vê kust û kustdarîyê ketin ku Asûrî-Suryanî-Kildanî jî wekî ”Seyfo” bi nav dikin.
Hukûmeta Ittihat Terakî ya dewleta Osmanî cografyaya Anatolîya û Kurdistanê kire meydana serekî dijwar û komkujîyên bêtixûb pêkînan. Ittihat Terakî ku bi zihnîyeta nijadperestîya Tirkî hereket dikirin, bi van polîtîkayên serbirîna xelkên Ermenî, Suryanî-Kildanî û Kurdên Êzidî dixwastin navçeyê bikine gola xwûnê û van xelk û neteweyan bibirînin. Wan bi van kir û kiryarên xwe ve planê paksazîya etnîkî bi cih tînan ku Anatolîya û Kurdistanê bikine welatê tenê Tirkên sunnî islam. Dagîrîya wan ya salan têra nekir, vê carê jî dest bi komkujîyê kirin ku bo xwe warekî bi nufûseke homojen ya Tirkî ava bikin.
Ittihat Terakîya ku ji kadroyên nijadperest yên Jon Tirkan pêkhatî di wan sert û mercên serê sed sala bîstan û destpêka serê cîhanê yê yêkemîn da, li ser xwelîya têkçûn û hilwesîna Imparatorîya Osmanîyan amadekarîya avakirina dewleteke nijadî û nijadperest ya Tirkî dikirin. Hebûna xelk û neteweyên wekî Ermenî, Asurî-Suryanî-Kildanî bo wan asteng bû û her di serî da ji bo ku xwe ji vê astengîyê xilas bikin ew planê bêyûm yê jenosîdê amade kirin û di pratîkê da jî bi cih înan.
Hukûmeta Ittihat Terakîyê ji bo vê armanca xwe ya qirêj û xwûnawî dîne Islamê jî bo xwe kire çekek û adeta xelkên ne islam ji cografyaya hevpar ya Anatolîya û Kurdistanê bi darê zorê ramalîn û îmha kirin.
Encama vê polîtîka wan di serî da bû qirkirina Ermenîyan, Asûrî-Suryanî-Kildanîyan û Kurdên Êzidî ber vê zulmê ketin. Ermenî û Suryanî-Kildanîyên ku ji vê felaketê rizgarbûyî derbederî welatên dorberê û dinyayê bûn. Nufûseke bos ya Kurdên Êzidî jî terkî welat bûn û ber bi welatên Kafkasyayê ve koç kirin.
Mîratxwera Imparatorîya Osmanî û fikrîyata nijadperestî ya Ittihat Terakî, Komara Tirkîyeyê ya nû li vê polîtîka jenosîdê xwudan derket û heta îro jî vê komkujîyê diparêze û hêcetên xwe heq derxistinê diafirîne. Dinya vê jenosîdê mehkûm û sermizar dike lê dewleta Tirkîyeyê bi israr li vî sûcê xwe yê mezin xwudan derdikeve. Di serî da Ermenî û hemû xelkên ku bi ber vê felaketê ketî daxwazê dikin ku dewleta Tirkîyeyê vî sucê xwe qebûl bike, lêborînê bixwaze û tazmînatê bide kes û karên gorîyên vê jenosîda mezin.
Gelek askera ye ku hukûmeta Ittihat Terakî ya Osmanî ev sûce kirîye û Komara nû ya Tirkîyeyê jî mîratxwera wê dewlet û hukûmetê ye û sirîka wê polîtîkayê ye.
Di sedemîn sala bîrînana wê felaketa mezin û jenosîda bi serê Ermenîyan, Suryanî-Kildanîyan û Kurdên Êzidî hatî da, her milet û dewleta xwudan dad û wijdan divêt hisaba vî sûcê mirovî ji dewleta Tirkîyeyê bipirse.
Di wê jenosîdê da hukûmeta Osmanî ya Ittihat Terakî hindek ji xelkên musulman jî kirine sirîkê vî sûcê xwe. Di wan sertan da hejmareke biçûk jî be Kurdên ku wijdan û mirovahîya xwe kirine berjewendîyên maddî digel hukûmeta Ittihat Terakî ya Osmanî bi rê ketin û zêdetir jî bi gef û organîzekirina wan mixabin destê xwe kirine nav xwûna van xelkên cîran. Kiryara vê hejmara biçûk ya Kurdên darûdeste ji teref piranîya mezin ya miletê Kurd ve bi vekirî û xurtî hatîye rûres û sermizar kirin û ji xelkên Ermenî û Suryanî-Kildanî û herwisa ji Kurdên Êzîdî jî lêborîn hate xwastin ku ya rast ev bû. Kurd bûne sirîkê xema xelkên bi ber komkujîyê ketî ku esasen ew jî bi rengekê bibûne mexdûrê wê operasyonê. Hejmareke mezin ya Ermenî û Asuri-Suryanî-Kildanîyan jî ji alîyê Kurdên xwudan wijdan û xasyeta mirovî ve hatin parastin û xwudan kirin û bi vî rengî ji mirinê hatin xilas kirin.
Em wekî KNK di sedemîn sala bîrînana vê bûyera xembar û jenosîdê da careke dî beyan dikin ku miletê Kurd sirîkê xema wan e, hevparê qedera wan e. Kurd duhî jî digel xelkên Ermenî û Suryanî-Kildanî hevderd bûn, hevqeder bûn û îro jî herwisa ye. Kurd û Kurdistanî îro di prosesa avakirina Kurdistanê da van serpêhatîyan ji bîr nakin, digel mîratxwerên van xelkan welat û civateke demokratîk ava dikin.
KNK bangî dewleta Tirkîyeyê dike ku rûbirûyî dîroka xwe ya xwûnawî bibe, kiryarên xwe yên nemirovî bibîne, qebûl bike, lêborînê ji Ermenîyan û hemû xelkên jenosîd lêkirî bixwaze, daxwaza nifsên nû yên van xelkan herfîyen bi cih bîne.
Konseya Rêvebir ya KNKê, 23 Nîsan 2015, Bruksel
http://www.kongrakurdistan.net/ku/jenosid-jana-mezin-ya-ermeniyan-u-xelken-ciran/

Türkçe metin için
http://www.kongrakurdistan.net/ku/wp-content/uploads/2015/04/KNKErmen2015TKR.pdf

F
E
E
D

B
A
C
K