Îro li Enqerê, di pêşengîya rêxistinên sivîl mîtînga aştîy û azadîyê pêkdihata. Dema kombûnê da di nav girseya gel da du (2) teqînên mezin pêkhatin. Di encama teqînan da 30 an zêdettir mirovan jîyana xwe ji destdan û bi sedan kes jî birîndarbûn. Gav bi gav êjmara kuştîyan zêde dibe. Kesên jîyana xwe ji destdayîn, şehîdên aştî û azadiyê ne.
Ev êrîş êrîşa şerxwazane. Ev êrîş li hember aştîxwazan pêkhatîye û kesên ji çar alên welêt ji bo aştîyê kombûyîn hatine hedefgirtin. Ev êrîş dewama teqandina 5ê Hezîranê ya li mitinga Amedê ye, dewama teqandina 20ê Tîrmehê ya li Pirsûsê (Suruç) ye. Ev êrîş dewama hemî êrîşên Dewleta Tirk yên ku ji meha Tîrmehî ve li ser Qadên Medya, bajarên Bakurê Kurdistanê û hemî cografya Kurdistanê û Gelê Kurdistanê ye.
Berpirsyarê vê êrîşê ewin yên ku ji meha Adarê ve pêvajoya aştî û çareserîyê xetimandî û hevdîtin dayîn sekinandin. Berpirsyarê vê êrîşê ewin yên ku ev mehane li her derê êrîşê Gelê Kurd û deskevtîyê Gelê Kurd dikin. Berpirsyarê vê êrîşê ewin yên ku dixwazin îktîdara xwe û saraya xwe bi hukmê şer biparêzin. Şerxwaz, kujer û berpirsyar diyarin. Dibe ku hinek kes an hinek grup weke tilîkêş hatibin xebitandin, lê çi dibe bila bibe berpirsyarê vê êrîşê Teyîp Erdogan e, hukumeta AKPê ye, Dewleta Tirk e.
Em weke KNK, vê êrîşa xunxar û van berpirsyarên ne mirov, bi tundî şermezar dikin. Ji şehîdan ra rahmet û ji birîndaran ra şîfayê dixwazin. Ji malbat, Gelê Kurdistanê û Gelê Tirkîyê re sersaxîyê dixwazin.

Konseya Rêvebir ya KNK
10.10.2015

F
E
E
D

B
A
C
K