Êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd û Kurdistanê, li Bakur, li Rojava û li Başûr berdewamin. Bi êrîşên hovane herêma Efrînê dagirkirin û bi awayekî sîstematîk demografîya Efrînê diguherînin. Ev demeke berê êrîşên xwe dane Başûrê Kurdistanê û li herêma Bradostan hinek cih dagirkirine. Ji xwe dagirkerî û êrîşên li Bakurê Kurdistanê bê navber berdewam dikin. Li hember van êrîş û dagirkerîyê sêrîde şervanên azadîyê û gelê me di nav berxwedanekî mezin û bê hempa de ye.

Di vê berxwedanê de dostên gelê Kurd jî, bi çalkîyên cûrbecûr cihê xwe digrin. Bi vê munasebetê grubekî dostên Kurdan bi navê “GLOBAL ACTION DAY AGAINGS TRUKISH INVASION IN KURDISTAN ON 26 MAY 2018” di asta cihanê de banga çalakîyekî berfireh kirine. “Çalkîya Dijê Dagirkerîya Dewleta Tirk ya li Kurdistanê” roja 26ê Gulanê 2018an de, ji Japonya heta Kanada, ji Başûrê Afrîka heta Îskandînavya, ji Avustralya heta Emerîka Latînî, ji Hindistan heta Rusya, li seranserê cihanê di pêşkêşîya dostên Kurdan de pêktê.

Em weke KNK, ji dost û hevalên xwe û ji hemî gelê Kurdistanê dixwazin, bi awayekî girseyî cihê xwe di nav van çalakîyan de bigrin û dijê dagirkerîya dewleta Tirk rawestin û mehkum bikin.

Silav û rêz.

Konseya Rêebir ya KNKê

23.05.2018

F
E
E
D

B
A
C
K