Şerê giştî li dijî gelê Kurd, ketiye qonaxek faşîzan û bi fermana Serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdogan, li gel Bakurê Kurdistanê, li tevahiya Tirkiyê belav bûye. Di êrîşên faşîzan de Kurd bi giştî di hedefê de ne, avahîyên HDPê li payîtext Enqerê, li metropol û navçeyên Tirkiyê rastî êrîşên faşîzan tên û têne şewitandin.
Li hemberî ku rayedarên desthilatdariya AKPê hatin şiyar kirin jî, doh avahîya navendî ya HDPê li payîtext Enqerê, ya 6 qatî, li darî çavên polîsan hate şewitandin.
Di şerê li dijî gelê Kurd de, polîsên kontra yên AKPê û leşkerên dagirker bajar, navçe û gundên Bakurê Kurdistanê, bi çekên giran bombarduman dikin. Mînaka wê Cizîrê ye û 7 roj in, bajarê Cizîrê dibin dorpêçanê de ye, zarok, jin, kal û ciwan têne kuştin û birîndar kirin. Xanî tên xerab kirin.
Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan û serokwezîr Ahmed Dawudoglu, bi zimanekî faşîzan HDP hedef nîşan dan. Faşîstên Tirk jî, li tevahiya Tirkiyê êrîşî avahîyên HDPê, mal û kargehên Kurdan kirin. Faşîstên tirk, payîxet Enqere jî di nav de, li tevahiya navçe û bajarên Tirkiyê, li dijî avahîyên HDPê, taxên Kurdan û kargehên Kurdan, bi slogana “ne operasyon qirkirin” êrîş pêkanîn û gelek avahî, mal, kargeh, pirtûkxane û komeleyên kulturî şewitandin.
Êdî kes nikare li Tirkiyê behsa demokrasî, sîstema parlamenteriyê bike. Êdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê “faşîzma nasyonalîzma Tirk ya ku di pêşengîya Teyîp Erdogan da„ heye. Li welatekî ku hemwelatî ji sedema ku bi zimanê dayikê axivî ne werin kuştin, kargehên hemwelatiyên ne tirk werin şewitandin, bajar û nevaçe werin bombarduman kirin, zarok, jin, ciwan, kal werin kuştin, parlamenter rastî êrîşan werin û dîl werin girtin, kes nikare behsa demokrasîyê bike. Parlamenterên Kurd bang dikin ku di avahîyekê de hatine asê kirin û canê wan ne dibin metirsiyê de ye. Êdî kes nikare li Tirkiyê behsa demokrasî, azadiyê bike û bêje, can û malê hemwelatiyan dibin ewlekariyê de ye. Ev „faşîzma nasyonalîzma Tirk“, biqasî faşîzam Hitler û Musollînî dijwar bûye. Faşîzma nasyonalîzma Tirk, kiryarên faşîzan, bi navê sendoq, parlamento, terorê, vedişêre û meşrû dike.
Em weke KNKê bang li gelê Kurd li welat û derveyî welat dikin ku dinava yekîtiyek dilsoz û bi hêz de, bi rêxistînî li dijî vê faşîzmê, têkoşînek giştî bike.
Em bang li raya giştî ya cîhanê, sazî û dezgehên mafên mirovan, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî û hêzên global teva dikin ku, dengê xwe bilind bikin û faşîzma nasyonalîzma Tirk, bidin rawestandin û rê li ber komkujiyên li Bakurê Kurdistanê bigirin.
Serokkomarê Tirk, Tayyip Erdogan goht, “sîstem hatiye guhertin”. Sîstema hatî guhertin, di her alî de faşîzma reş e û Tirkiyê jî ber bi kaosekê ve dibe. Êrîşên li dijî avahîyên HDPê jî didine xuya kirin ku, armanc Kurd in, îradeya gelên li Tirkiyê ye û îradeya di 7ê Hezîranê de derketiye holê ye. Lîstik, dek û dolabên AKPê û Erdogan ji aliyê tevahiya muxalefeta li Tirkiyê, bi dijwarî têne rexne kirin, êrîşên li dijî Medya Tirk û Kurd jî, destnîşan dikin ku demokrasî li Tirkiyê nemaye û sîstema faşîzan ya “yekparêz ya nasyonalîzma tirke„ dest pê kiriye.
Em bang li gelê Kurd dikin ku li dijî “faşîzma nasyonalîzma tirk„ de, di nava yekîtiyek rêxistinî de û dibin sîwana Xweseriya Demokratîk û rêveberiyên herêmî de, têkoşîna xwe di asta herî dijwar de bikin û li hember êrîşan xwe biparêzin.
Em bang li Kurdên derveyî welat jî dikin ku, li dijî faşîzma Erodgan bikevin nava tevger û raya giştî ya Ewropa di vê hêlê de şiyar bikin.
Em weke KNKê, car din bang li Yekîtiya Ewropa, Emerîka, Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî li NATO dikin ku rê li ber faşîzma Erdogan û nasyonalîzma nû ya tirk bigirin û desturê nedin ku li bakurê Kurdistanê komkujiyan bikin. Ewropa û NATO, faşîzm mahkum kirine, Tirkiye endamê NATO ye, divê Ewropa û NATO desturê nedin faşîzma Erdogan. Faşîzma Erdogan, ligel çeteyên DAIŞê haraket dike û ji bo tevahiya cîhanê û mirovahîyê metirsiya herî mezin e.
Em carek din bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Cizîrê, gelê Cizîrê û berxwedana Cizîrê derkevin. Xwedî derketina Cizîrê xwedî derketina mafên neteweyî ne, xwedî derketina gele, xwedî derketina Kurdistanê ye.
Bi vê munasebetê em carek din van êrîşên Dewleta Tirk û hevalbendên wan şermezar dikin. Kesên di êrîşa da şehîd ketî di şesîyeta wan da hemî şehîdên azadiyê bîr tînin û sersaxîyê ji Gelê Kurdistanê re dixwazin.

Konseya Rêbir ya KNK
09.09.2015

F
E
E
D

B
A
C
K