StopLi ser komkujîya li Parîsê
Îro bûyereke gelek xembar li Parîsê pêkhat: Merkeza Kovara bi navê Charlie Hebdo rastî êriseke terorî hat û di encam da 12 kes hatin kustin. Ev demekî dirêj e ku hêzên kevneperest yên islam-cihadîst li temamî dinyayê teroreke kor dayîne dest pê kirin. Aladarên vê zihnîyeta dijî mirovî di serî da cografyaya Islamê têkdane û kevneperestî û tengbînîya xwe dixwazin li ser xelkên cografyaya Islamê ferz bikin. Di serî da organîzasyona terorê ya bi navê DAISê, El-Qaîde û gelekên dî xelkê Kurd û welatê Kurdistanê kirine armanca xwe ya sereke ku Kurd û Kurdistanî têkosîna azadîyê, demokrasîyê û hemû bihayên mirovî didin. Herwisa li her derê dinyayê jî hemû bihayên mirovî û demokrasîyê bo xwe kirine hedef û êrisên terorane dikin. Ev bûyera dilsoj ya li Parisê rûdayî jî girêdayî vê xeleka terora kevneperestîya islam-cihadîst e. Demê rûdana bûyerê jî jo bo me Kurd û Kurdistanîyan cihê sikê ye ku 9ê meha yêk ya 2013ê sê polîtîkerên jin yên Kurd, ku yêk ji wan temsîlkara KNKê ya PARîSê bû, hatibûn sehîd kirin. Kurdan hazirîya protestoya êrisa 9ê Kanûna Pasîn ya 2013ê dikirin ku dijî terorê dengekî xurt û gur li nîveka Parîsê bidin. Van kevneperestên islam-cihadîst du roja berî salvegera komkujîya Parîsê ya 2013ê, provakasyoneke mezin pêkînan û kiryareke terorê kirin. Êrisa li ser Kovara Charlie Hebdo herweha terora li ser medyaya azad e û dijî azadîya bîr û hizirî ye jî.
Em wekî KNK vê êrisa terorê ya li Parîsê li ser kovara Charlie Hebdo pêkhatî bi xurtî sermizar dikin. Eve kiryareke mehkûm e û divêt hemû mirovahî dijî vê zihnîyeta terorane ya kevneperestî helwesteke xurt nîsan bide ku Kurd û Kurdistanî dengê herî gur yê vê bizava demokrasîyê ne.
KNK sirîkê xema temamî xelkê Fransa ye û sersaxîyê dide xelkê Fransayê, Medyaya Fransayê û Kovara Charlie Hebdo.
KNK bangî dewleta Fransayê û temamî Yêkîtîya Ewrûpayê jî dike ku rê nedine provakasyonên dijî mirovên ji cografyayên dûr hatine û li nav dewletên Yêkîtîya Ewrûpayê bi cih bûne.
KNK bangeke xurt dide ku dijî her reng fanatîzm û kevneperstîyê alaya demokrasîyêû mafên bilind yên mirovî bête bilind kirin.
Konseya Rêvebir ya KNKê
07.01.2015, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K