Sala 2015 an, ji bo me kurdan saleka tiji alozî û êş û di hema demê de tiji serkeftin bû ku êdî teva dibe. Saleka ku me bi hezaran şehîd, bîrîndar dayî; derbiderî, mal û bajar wêranî pêkhatî lê tiji destkeftîyên mezin bû. Bi taybetî jî piştî dagirkirina Şengalê, komkûjîya bi ser gelê me yî Êzîdî hatî û bi hezeran jinên kurdê dîl ketinî destê çetêyên hov em zêde xemgîn kirin.
Sala 2015 an, bû salake tiji êş û qûrbanîyên li Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistan. Dest direjîyên DAÎŞ û Turkîyê yên qirêj û barbarîya li ser gelê me zêde bû. Li Rojhilatê welatê me, kurd di bin pergala hikûmeta Rohanî de dîsa bi çewsandineka mezin re rûbirû man, cînayet, sêdarî û kevneperestîya li dij jinê hîna jî berdewame. Gelê me yê li Başûr rastî qeyraneka navxweyî hat, jîyana civakî de tevlîhevî pêk hatin, xizmetgûzarî, bêkarî û bê mûçeyî jî bû sedêma alozîyan. Jîngeya Kurdistanê ji ber bombebaranê dagirkeran zirareka mezin dît, dagirkerên Kurdistanê bi zanyarî daristan, bax, rez, darên meywe, daristan, malên xelkê şevitandin û xwestin bi vî awayî Gelê Kurd ji welat mecbûrî koçê bikin.
Gor hemî wan destdirejiyana jî, gelê Kurd, ji bo azadî û serxwebûna xwe kete nava tekoşîneka bêhempa, bi vê yekê dagirker tirsandin û hejandin. Di sala derbas bûyî de, li Başûrê welatê me li dij çeteyên hovên DAÎŞ serkeftinên mezin bidest ketin û gelek navçe ji dest wan rizgar kirin. Di heman demê de Şengal rizgar bû beşek ji gelê me vegerîya ser axa xwe. Li Rojavayê Kurdistanê jî, bajarê Hasekî, Til Hemis, Til Birek, Hol, Girêspî, Eynîsa û gelek deverên din riya navbera kantonên Cizîr û û Kobanî hatin azadkirin. Herwiha li kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê pêşketinên mezinên avadankirinê didomin û jîyana xelkê ber bi başbûnê ve diçe. Li Bakûrê welêt bi dehan bajar û bajarokan Xweserîya Demokratîk îlan kirin, ketin nava tekoşîna azadî û serbestîyê. Gelê me yê li Rojhilat xebatên xwe didomîne, piştgiriyeya xwe bi Bakûr û Rojava re didomîne û zarokên xwe dîşîne nava refên azadîyê.
Herçiqas êş, malweranî, zahmetî derkevin pêş jî, gelê me ji bo azadî, di nava tekoşîn û serhildaneke de pêngavên gîrîng, cîdî davêje û ew ber bi azadîyê ve dimeşe. Ew xebat û tekoşîna keç û xortên me li çar alê Kurdistan û derveyî welat ji bo sala pêş hêvîyên me yên azadî û demokrasîyê zêdê dike.
Kongra Netewîya Kurdistan-KNK, sala 2015 an, wek saleka tiji tekoşîn, berxwedana azadîyê û destkeftîyên mezin dibîne. Şehîdên wê carekê din bi rêz bi bîrtîne û sala 2016 an li hemû gelên Kurdistanî û Cihanê pîroz dike!
Kongra Netewîya Kurdistan, dawa û tika li hemû grûp, çîn, pêkhatîyên gelên Kurdistanê dike ku li dij dagirkerî, kevneperestî, talan, gendelî derkevin û berê xwe bidin karê pêşxistina Kurdistaneka azad û serbixwe.

Serkeftin ji bo xebata gelê me yî azadîxwaz!
Mirin ji bo dagirkerî û koneperstîya qirêj!

Konseya Rêvebir ya KNK ê
31.12.2015
Homepage: www.kongrakurdistan.net, tel: 00 32 2 647 30 84, e-mail: [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K