Weke tê zanin nêzê mehekê berê, roja 25’ê Hezîran’ê, cehşên DAİŞ’ê carekê din êriş birin ser hin gund û taxên Kobanê. Di vê êrişê de ji 200’î zêdetir sivîl hatin kuştin, nêzê 200 kes jî birîndar bûn in. Ji heman demê vir ve êrişên cehşan nesekinîn ne, di navbera wan û Hêzên Parastina Gel de herdem pevçûn hene, kuştî û birîndar çê dibin.

Çima Koban ?

Li Rojava’yê Kurdistanê herêma Kobanê jibo cehşên DAİŞ’ê cihekê grîng e, herwuha ew cihê tirsê ye jî. Cehşên DAİŞ’ê xwastin heman bajarî ji xwe re bikin weke deriyê bêhndanê, yanê pirekê di navbera xwe û Tirkiyê de. Lêbelê ew biser neketin, wan li heman derî derbeyekê mezin xwarin. Lewre, heya ku DAİŞ hebe û Koban jî di bin bandor û kontrola Kurdan de be cehşên DAİŞ’ê heman bajarî ji xwe re weke tehdîda herî mezin dibînin.

Tê zanîn ku dewleta tirk jî naxwaze Koban di bin bandor û kontrola Kurdan de be (jibo dewleta tirk hemû Kurd weke hev in). Tê zanîn ku rayedarên payebilind yên Komara Tirkiyê xwastin û hê jî dixwazin li Rojava operasyonekê leşkerî pêk bînin û xwe di herêmê de bicih bikin. Lewre mirov bi hêsanî dikare bifikire ku DAİŞ ji heman dewletê alîkariyê digire û wê Kobanê rehet nehêle. Qasê ku ji destê wê were ew ê li heman bajarî kiryarên terorist pêk bîne.

Piştî serkeftina HPG’ê, ya ku di mehên baharê de pêkhatî û cehşên DAİŞ’ê ji Kobanê reviyan, bi hezaran Kobanî vegeriyan malên xwe. Lê mixabin, ji 25’ê Hezîranê vir ve carekê din Kobanî û gelên ji bajar û bajarokên derdoran bi serê çolan ketin. Li ser sînorê Rojava-Bakur bi hezaran jin, mêr û zarok roj û şevên xwe li derve û di bin tirsê de derbas kirin û hê jî bi sedan kes li heman herêmê û di nava şertên xirav de dijîn. Heman rewş li ber çavên hêzên leşkerî yên dewleta tirk tê jiyîn.

Dema ku mirov li rayedarên dewleta tirk guhdar dike û herwuha li çapemeniya Tirkiyê dinêre wusa didin xûyan ku, xwedêgiravî, dewleta tirk di her aliyê de ji Kobaniyan re dibe alîkar û wezîfeya xwe ya însanî pêktînin. Halbikî ew tenê ji rewşa belengaz ya vê girseyê kêfxweş û dilxweş in.

Dewleta tirk ditirse ku wê li Rojava dewletekê Kurdan bê avakirin û hêzên navneteweyî jî wê nas bikin. Hemû hewldanên dewleta tirk jibo astengkirina vê mijarê tên bikaranîn. Guman nîn e ku hikûmeta koalisyonê ku wê bê avakirin jî bi heman armancî kar bike. Lewre di vî warî de bar dikeve ser HDP’ê.

Roja îroyîn mijara me ne avakirina dewletê ye, ya grîng ew ê ku cehşên DAİŞ’ê ji axa Kurdistan bên derxistin û carekê din derfetên jiyanê jibo wan neyên afirandin. Ev wezîfe dikeve ser milên hemû Kurdan, ne tenê Kurdên ku îro li welat dijîn, hemû Kurd dikarin li derê ku lê dijîn diştekê bikin. Koban Rojava ye, Rojava jî Kurdistan e. Divê ev ji alî hemû Kurdan ve bê zanîn.

Piştî ku DAİŞ’ê carekê din êriş bir ser Kobanê di qada navneteweyî de deng derket, deng derdikeve. Li hemû parzemînan û li pirr welatan cur be cur çalakî, daxûyanî û herwuha civîn û konferans hatin lidarxistin û heman çalakî didomin. Yekîtiya Ewropayê jî di vî warî de bêdeng nema, ji aliyê Parlamena Ewropayê û herwuha Konseya Ewropayê ve jî cur be cur daxûyanî hatin weşandin. Lê belê birîna Rojava germ e, ew di xeteriyê de ye, tenê bi hin çalakiyan birîn nayê derman kirin û xeterî wunda nabin. Divê çareseriyekê ciddî û bitesîr bê dîtin daku hê wehşetekê din li Rojava nehatiye jiyîn.

Ahmet DERE / 16.07.2015

F
E
E
D

B
A
C
K