Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, komîteya diplomasîya hevbeş, roja 09.09.2018 an, civîna xwe ya şazdemîn li navenda  KNK ê, li Brukselê pêkanî. Komîta Dîplomasîya Hevbeş, li gel plansazîya giştî û karên xwe yên rojane, di nava xebateke diplomatîk de ye, bi taybetî dixwaze lobî û dîplomasîyek xurt sêrîde li Ewropa, Emerîka û li seranserê Cihanê pêşde bibe.

Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, guhrtin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Êrîşên dewleta Îranê yên li ser baregehên HDK û HDK-Î, heweha îdamkirina sê ciwanên Kurd li Rojhilata Kurdistanê, bû mijareke sereke ya civînê. Hemî beşdaran vî warî de hesasîyeta xwe anîn ziman û li hember van êrîşan helwest girtin. Rewşa Rojavaya Kurdistanê, teybetî rewşa Efrînê û krîza Surî jî, rojevekî sereke ya civînê bû. Ji bo vê yekê, berpirsyarê Tev-Dem ê Birêz Aldar Xelîl, hatibû dawetkirin. Birêz Aldar Xelîl jî tevlî civînê bû, li ser rewşê, agahdarîyên berfireh pêşkêşî civînê kirin. Li ser rewşa Başûr, bi teybetî boyerên li deverên dabirayî diqewimin, xirakirina demografîya deverên dabirayî û ji bo xwedî derketina gel û deskeftîyan nîqaşên berfireh pêkhatin. Rewşa Şingalê û deşta neynewa, bi awayekî teybet hate rojevê û bi hemî awayî ji bo xwedî derketina bawermendên Êzidî û gelê Asûrî-Sûryanî-Kildanî, bû birayara civînê. Heman demê de li ser rewşa Bakur, êrîş û dagirkerîya Dewleta Tirk ya li Rojava û Başûr, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan, bi awayekî teybet hate rojevê û bi awayekî berfireh li ser hate rawestandin. Herwiha rewşa Rojhilata Navîn, bi giştî pêşketinên herêmê û cihanê hatin nirxandin.

Civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

  • Êrîşa dewleta Îran ê ya li ser baregehên HDK û HDK-Î, êrîşek hovaneye û bi çi awayê nayê qebûlkirin. Heweha di heman rojê de sêdaredana sê ciwanên Kurd (Ramîn, Loqman, Zanyar), êrîşê berfirehtir dike û dijminatîya rejîma Îran ê li dijê gelê Kurd dide nîşan. Rojek piştî serdana Recep Tayip Erdogan ya Tehran ê, ev êrîş çêbû. Hukumeta Êraqê jî, li ser vê êrîşê bê denge. Ev jî dide xuyakirin ku dagirkerên Kurdistanê, dijê gelê me di nava tifaqê de ne. Em, vê êrîşê weke êrîşeke dijê mirovatîyê dibînin û rejîma Îran ê bi tundî şermezar dikin. Herweha em, ji HDK, HDK-Î, ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re serxoşîyê û sebrê, ji birîndarn re jî şifayê dixwazin.
  • Bi vê munasebetê em, careke din ji hemî partî û rêxistinên rojhilata Kurdistanê daxwaz dikin ku nakoyên di nav xwe de bidin alîkî û yekîtîyek xurt dinav xwe de pêkbînin. Herweha em bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin ku xwedî li rojhilata Kurdistanê derkevin û piştgirî bidin gelê me yê li rojhilat.
  • Başûra Kurdistanê di rewşeke hesas de derbaz dibe. Başûra Kurdistanê pêwîstî bi elternatîveke demokratîk heye. Pêwîste hukûmeteke wêrek û perlementoyek bi îrade li ser karbin û sîstemek demokratîk bê avakirin.
  • Li başûra Kuedistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Em hişyarî didin hukumeta Bexdayê, ji bo tawanên koçberkirin, Erebkirin û guherîna demografiya bajarê Kerkûkê û deverên maddeya 140, tedbîran bigrin û dev ji polîtîkayên dema Baesîyan berdin. Divê kesên koçberbûyî bizivirin malên xwe û zerer û zîyana wan bêne tezmînkirin.
  • Dagirkerîya dewleta Tirk li Başûr roj bi roj zêdetir dibe. Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, ji bo deskeftên gelê me tehdîteke mezine. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin.
  • Em dixwazin hemî hêzên Kurdistanî, piştevan û hevçeperên gelê me yê li Bakur bin. Divê di warê dîplomtîk de Dewleta Tirk bi hemî awayî bê tengav kirin û ev îmkan îro zêdene. Serkeftina Bakur, dibe serkeftina hemî Kurdistanîyan.
  • Eve sê sal û şeş mehin, hevdîtin li gel Birêz Abdullah Ocalan hatîne qutkirin û eve du salin jî, çi xeber jê nayêne girtin û dibin tecrîdek girankirî de ye. Em kampanya azadîya Birêz Ocalan destek dikin û çalkiyên dijê vê tecrîda girankirî silav dikin.
  • Em êrîş û dagirkerîya Dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê, gef û tehdîtên wê bi tundî şermezar dikin û bi her awayî li gel reveberîya Rojava cihê xwe digrin. Sêrî de berxwedêrên Efrînê û hemî hêzên parastinê silav dikin.
  • Em hevldanên dewleta Tirk û hevkarên wê, yên ku dixwazin demografîya Efrînê xirabikin û biguherîn, bî tundî şermezar dikin û bang li hêzên peywendîdar dikin da ku vî warîde xwedî helwestbin. Herweha xwedî derketîna koçberên Efrînê, teybetî gelê me yê ku niha qempên Şehba de dimînin, karekî me yê serekeye ku em piştgirîya navneyeweyî ji bo wan pêkbînin.
  • Êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya serekeye û ji bo ji navbirina van êrîşan, karên pêwîst wê bêne kirin. Bi vê ve girêdayî, bi her awayî pêwîste piştevanîya rêveberîya Bakura Sûrîyê bê kirin û xebat ji bo nasandina fermî ya rêveberîya Bakura Surîyeyê bêne xurt kirin.
  • Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakura Sûrîyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û teybet heye.
  • Li ser pirsgêrêka Surî li bajarên Cenevre û Astana, di navbera rejîma Surî û muxalîfan (rikberiyan) da hevdîtîn têne çêkirin. Lê rêveberîya Bakura Surî û hêzên Kurdî heta niha nehatine vexwendin. Çi hewladanên vî rengî yên bê Kurdan bêne çêkirin wê sernekevin û Kurd û pêkhateyên Bakura Sûrîyeyê, wê van encaman nasnekin.
  • Ji bo zulma DAÎŞ ê li ser gelê me yê Êzidî weke Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin, em piştgîrîya keysa Êzîdîyan dikin. Divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dagirkeran yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê hewl bê dan ku Şengal bikeve pratîka avadankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahîyê bê parastin, demografiya Şingalê neyê xirakirin û Gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.
  • Em piştgirî ya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê Suryanî – Asurî – Kildanî diyar dikin. Ew xelqê qedîm (gelên kevin) yên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, siyasî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.
  • Pêwîste hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, gor prensîbên demokrasîyê tevbigerin, rêz ji hevre bigrin û di qada dîplomasîyê da xetên sor yên berjewendîyên gelê Kurdistanê biparêzin.
  • Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasîyê bikin.

Piştî agahdarî û nirxandinan, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Herweha li ser rewşa xwerêxistinkirina komîtê, avakirina komîtên hevbeş li welatan, agahdarî hatin dayîn û ji bo xurtkirin û firehkirina komîtê, nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin girtin. Piştî van nîqaşan, li ser plansazîya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansazîyek berfireh ji bo dema pêş hate çêkirin.

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

09.09.2018, Bruksel

  1. Komîsiyona Karê Derve ya KNK ê
  2. YNK
  3. PYD
  4. GORAN
  5. KCDK-E (Kongra Civaka Demokratîk Kurd– Ewropa)
  6. S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa)
  7. KOMELE (Rêkxirawî Kurdistanî – Hizbî Kumunîstî Îran)
  8. HSDK (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
  9. TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa)
  10. KODAR
  11. Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava
  12. PJAK
  13. Yekgirtuyî Islamî Kurdistan
  14. Nûnertiya HDP ya Ewropa
  15. PÎK – Partîya Îslamîya Kurdistan
  16. D.K.S (Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrîya)
  17. Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
  18. PDK-S – El Partî (El Partî Demuqratî Kurd – Sûrîya)
  19. Partîya Kaskên Kurdistanê – Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî
  20. PDPK-S (Partîya Demokrata Pêşverû Kurd – Sûrîya)
  21. Enstituya Kurdî ya Brukselê
  22. Federasyona Êzidîyên Kurdistan
  23. Rêkxirawî Demokratîkî Yarsan
  24. MŞD – Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
  25. KKP (Partîya Komunîstên Kurdistan)
  26. PYDK-S – El Wehde
  27. N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Sûrîya)
  28. PÇK-S (Partîya Çepa Kurd – Sûrîya)
  29. Partîya Keska Kurdistan (Rojava)
  30. Hevpeymnaî Bo Demokrasî û Dadperwerî
  31. PRK (Partîya Rizgarîya Kurdistan)
  32. Ç.D.K-S (Partîya Çepa Demokrata Kurd – Sûrîya)
  33. Partî Sebixweyî Kurdistan
  34. Hevbendîya Êzidîyên Sûrîyê (HÊS)

 

F
E
E
D

B
A
C
K