Navê11’mîn pirtûka rêzdar Hugo Van Rompaey e. Her 11 pirtûkjî li serKurdan in. Di nava 27 salên parlementeriyê û 17 sal şahredarî, bi nasnavê Hugo De Kurd dihate nasîn. Ango Hugoyê Kurd.
Dema di 1988 de Kurdên Başûr, bi taybetî Helebce, bi çekên kimyewî hatin bombebarankirin, Hugo Van Rompaey soz da ku pirsgirêka Kurdan ji wê rojê paş de di jiyana xwe de bike yek ji mijarên sereke. Di dema parlementariya xwe de, bi sedan pirs, pêşniyar, proje pêşkêşî hikûmeta xwe û dezgehên dewleta Beljîka kir. Çendîn car berê xwe da Kurdistan û bi berpirsiyarên Kurd re axivî, şewirî, xebat kir. Di navbera 2003 û 2018 de doktora xwe li ser pirsgirêka Kurd pêkanî û heta niha ji 6 fakulteyan dîplome stendiye.
De salên 90de bi şêwra serokwezîrê Beljîkayê wê demê Jean-Luc Dehaene, H. Van Rompaey xwest di qada dewletî de hin gavan biavêje. Armanc ew bû ku bi serokatiya tevgera Kurd re hevdîtin pêk were û di qada navneteweyî de hin gavwerin avêtin. Lê ji sedema pirsgirêkên navbera Suriyê û Turkiye ev yek pêk nehat.
Di 1998 de rêber Apo hat Roma. Hugo Van Rompaey çû serdana wî û pê re hevdîtineke dirêj çêkir. Di vê hevdîtinê de Rêber Apo li ser14 xalan bi ferehî axaftibû. Hugo Van Rompaey di her 11 pirtûkên xwe de bi ferehî û bi girîngî li ser van 14 xalan radiweste. Ev xal, bi kurtasî ev in: Kurd li Bakur di nava sînorênTurkiyê de li çareseriyê digerin. Pêkhatina demokrasiyê û bi amadekirina qanûna bingehîn ji nuh ve şerrt e. Demokrasiyeke pirr dengî, pirr kultûrî, û pirr olî. Nasîna nasnameya Kurdî di qanûna binegîn de. Mînakên sîstemên Beljîka, Swîsre û Spanye dikarin bibin rêgez jiTurkiyê re. Rawestana operasyonên leşkerî ji aliyê dewletê û tevgera Kurdî şert e. Komîsyoneke navneteweyî di pêvajoya dîtina çareseriyê şert e. Çareseriyeke acîl ji bo girtiyên siyasî, hilweşandina sîstema cerdewaniyê, pêkanîna vegera bi sed hezaran penaber û cih guhastiyan. Di pêvajoya çareseriyê de her du hêz, Turkiye û Tevgera Kurd, li ser masê hebin. Lêgerîn û peydakirina çareseriya pirsgirêkên aborî li Bakurê Kurdistan. Dezgehên îdarî û hiqûqî li Bakur divê qanûnî bin. Rola Ewropa di pêkanîna çareseriyê de divê aktîf be. Serokê tevgerê di nav de, bi hezaran alîgirên PKK gerek bi awayekî dirustî werin qebûlkirin, rewşa wan ya penabertiyê ciddî were girtin. Ji bo sûcên dijî mirovahiyê werin tespîtkirin Komîsyoneke navneteweyî ya Edalet û Rastiyê were avakirin û xebateke bêalî pêk bîne.
Di vegera xwe de bi gelek dezgeh û rayedarên Beljîkî re şêwirî. Bi parlementerên ji partiyên cuda re li çareseriyê geriya. Û dît ku bêdengiyeke bêbext li ser pirsgirêka Kurdan di nava siyaseta Ewropiyan de heye. Dît ku dewletên heyî ji sedema berjewendiyên navdewletî, xwe kerr û lal dikin. Dît ku medya di bin tesîra siyaseta dewletî de ye û dît ku tesîra siyasetaTurkiyê, Iraq, Îran û Suriyê li ser tewra van heye.Heta bi saziyên civakî ku di qada navneteweyî de roleke mezin dilîzin li ser pirsgirêka Kurd bêdeng in. Ji bo vê bêdengî û bêbextiyê protesto bike bi Kurdan re kete grêva birçîbûnê. Û dema polîsê Beljîka avêt ser dezgehên Kurd û Med TV, karîna xwe ya şahredariyê pêkanî û televîzyonaTurkiyê TRT ji ser antena herêma xwe rakir. Ev yek bû sedema krîzeke navdewletî.
Naveroka 11’mîn pirtûka Hugo Van Rompaey mijara doktora wî ye ku 14 salan li ser xebitiye. Ji bo naveroka doktora xwe bi awayekî zanistî pêşkêş bike ne bes çû Kurdistan. Ew her weha li nav Kurdên Ewropa, Ermenîstan, Gurcistan, Kazakistan û Rusya geriya. Li gelek zanîngeh, pirtûkxane, arşîv û dezgehên cuda geriya. Nêzî 6 hezar pirtûk û bi hezaran document xwend û ber bi çavkir.
11’mîn pirtûka Hugo van Rompaey, Kurd çareseriyê bi rêya aştiyê dixwazin, di roja 13.06.2018 de, li parlementoya Beljîka bi beşdariya akademisyen, siyasetvan û medya tê nasandin.

 

X
F
E
E
D

B
A
C
K