Latest News
Stay InformedDîplomasiya Kurd û Encam, Ahmet DERE
Dîplomasî rêbazekê hemdem ya xebatên navneteweyî û navdewletî ye. Dewleta ku di karê dîplomasiyê de qels be, nikare serxbixwe tevgere û nikare berjewendiyên xwe, di qada navneteweyî de, biparêze. Lewre, ji destpêka sedsala 20. vir ve, dîplomasî bûye xebatekê sereke ya dewletan. Di nava wezîrên hemû dewletan de, yê ku zêdetir pispor, naskirî û zana dibin wezîrê karê derve ne, qadroyên heman wezaretê ku di balyozxaneyan de wezîfe dikin jî, di pir aliyan de pispor in. Di warê aborî de jî, heman xebat bi derfetên pir dewlemend têne meşandin.
NIFŞÊ MIN Û ORHAN MÎROGLU, Medenî FERHO
Nifşê kalik û bavê min, nifşekî windên winda ne. Nifşê min li ber windabûnê bû, Tevgera Azadiya Kurd bi hawara nifşê min giha.
Bozan Tekîn: Erdogan Dehaqê serdemî ye
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê Bozan Tekîn rewşa dawî ji ajansa nûçeyan a ANF’ê re nirxand. Tekîn, diyar kir ku li hemberî gelê kurd ku êrîşên faşîst-nijadperest dihat meşandin de daxuyaniya Atalay “hûn çi dikin bikin, Amanosan paqij bikin” weke fermana komkujiyê nirxand. Tekîn, êrîşên dawî yên li hemberî gelê kurd spart daxuyaniya Atalay. Tekîn, destnîşan kir ku di mijara neteweperestiyê de AKP bi MHP’ê re ketiye pêşbaziyê û ji bo kurdan Tayîp Erdogan Dehaqê roja me ye.
“Ji bo çi hun li her cî bi Erebî dinivîsin, lê bi Kurdî diaxivin? Derwêsh M. Ferho
Tev çend hevalan beshdarî Festîvala rewshenbîrên Kurd li Duhokê mêhvan in. Ji Beljîka û Hollanda heft kes in. Di kelkela germa havînê de ji dused kesî zêdetir ev festival shopand.
Nêrîna min li ser wate û bikaranîna peyva gur, gurêmanco û gurmanc ! Kemal Tolan
Ez dixwazim di vê gotara xwe de hinekî hewilbidim ku bal(awur)a wêjevan, lêkolînvan, pispor û zimannasên Kurdî berdime ser wate û bikaranîna çend peyvên (yên mîna : gur, gurêmanco û gurmanc) ku di zargotina me Êzdiyan de gelekî hatine bikaranîn, lê heta vêga kêm hatine lêkolînkirin.
REWŞENBÎRIYA KURD I, Medeni FERHO
Piştî romana Kurdî, nîqaşa “rewşenbîriya Kurd” dest pê kir. Tayyip Temel dest pê kir û Samî Tan jî domand.
Lêbûrînxwestina fermî ya Britanya ji Îrlandiyan ! Derwêsh M. Ferho
Brîtanya 38 sal pash êrîsheke hovane li hember Bakurê Îrlanda ku 14 kes hatibûne kushtin lêbûrîna xwe xwest. Serokwezîrê nuh David Cameron di destpêka karê xwe de bi navê Brîtanya weha got: “xwendina rapora di vî derbarî de dijwar e. Bi gotinan zehmet e meriv bêje. Tishtên di Yekshema Bi Xwîn de qewimî ne, bê bingeh û ne li rê bû. Bi kurtî shash bû. Bi navê netewa Brîtanî lêborînê ji Îrlandiyên Bakur dixwazim”.
Beljîka û Kongo, Derwêsh M. Ferho
Di 30 Hezîran 1960 de Kongo serxwebûna xwe dide zanîn. Serokwezîrê wê demê Patrice Lumumba di wê rojê de axaftina xwe ya dîrokî dike. Shandeya Beljîka bi serokatiya Qral Boudewijn I li wira amade ye û li wê axaftinê guhdarî dike. Beljîkî ji wê axaftinê dilsar dibin, ji bîr nakin. Lêborîn jî ji her du aliyan nabe.
Ji aliyekî Israîl ji aliyê din Tevgera Azadixwaza Kurdî, Derwêsh M. FERHO
Di rojên bihurî de di navbera Israîl û Turkiyê de gelek gotin û zirt hatin kirin. Chend hemwelatiyên Turkiyê ku “alîkarî” ji Gaza Filistiniyan re dibirin hatin kushtin. Bi temamî 45 kes ji çalakvanan, pirraniya wan Turk, birîndar bûn.