Latest News

Stay Informed

ÇÊNABE KU DENGÊ ROJ TV’YÊ BÊ BIRRÎN!

Pêlweşanên Roj TV’ya ku di nava çapemeniya Kurdî de xwediya qewîntirîn kelepora televizyonvaniyê ye, piştî biserdegirtina ku pêla hanê ji aliyê polîsê Belçîkî ve hate kirin, hatin birrîn.

Ji Turkan re maf e, lê ji Kurdan re guneh e! Derwêsh M. Ferho

Serokwezîrê Turkiyê Erdogan di vê dawiyê de ji bo civaka Turk li Elmanya, mafê bikaranîna zimanê Turkî daxwaz kiriye. Û dibêje “meriv divê di destpêkê de zimanê xwe yê dayikê bash bizane.” Behsa hebûna kolejên bi zimanê Elmanî li Turkiyê perwerdê dikin kiriye û pirs dike. “Ji bo çi kolêjên bi zimanê Turkî perwerdê dikin li Elmanya nebin?”

15’ê Sibatê, Ahmet DERE

Ji sala 1999’an vir ve gelê kurd 15’ê Sibatê weke rojeke res dibîne û komploya navneteweyî sermezar dike.

Iro Newroz e, Ahmet Dere

Li gorî ku tê zanîn ji 2622 salan vir ve cejna Newroz’ê tê pîrozkirin. Çendî ev cejn, cara yekem, ji aliyê Medan ve (Kurd û Faris) hatibe pîrozkirin jî, ew naha weke roja nû ya hemû gelên Mezopotamya’yê û her wiha ya gelên Asya Navîn pîroz dibe. Ji roja destpêkê heya naha naveroka vê cejnê tim bi xalên siyasî hatiye nexsekirin. Ev rastî li gorî rewsa herêmê ye, wisa diyar e ku wê hê jî bidome.

NEWROZ 2010, Derwêsh M. FERHO

Berê Newroz li Kurdistan di nava tirseke mezin de dihate pîrozkirin. Li aliyekî tengasî, li aliyê din qedexe û zora dewletê Newroz ji Kurdan re dijwar kiribû. Amadekirina çalakiyeke bi govend û sitranan jî ji bo civaka me dibû sedema gelek êsh û xemê.

F
E
E
D

B
A
C
K