Latest News

Stay Informed

Başûrê biçûk û evîndariya zimanê Kurdî

Derwêşê Xalibê Derwêş, evîndarê zimanê kurdî ye. Wî jiyana xwe tev daye ziman û wêjeya kurdî. Wî û hevalên xwe, di van pênc salên dawî de, sênga xwe dan sextî û metirsan û bi derfetên hindik, 5800 kes fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kirine.

Jinenîgariya Aramê Dîkran*, Konê Reş

Buhiştî Aramê Dîkran di 15/01/ 1934 an de li Qamişlo çêbûye. Ew bi xwe kurê Dîkranê Sakoyê Mêlo ye(Navê wî di nasnameya wî a sûriye de wiha ye; Aram Serkîs Mîlîk), bi eslê xwe ji Ermeniyên herema Farqînê ye.

ŞEHÎD ARAM ZIMANÊ DILÊ GEL BÛ

Gora Aram li Amedê wê bibe Akademiyek çand, huner, zanist, ziman û dîrokê. Ji bo wê divê Aram ne di goristaneke giştî de, li ser xakeke berfireh were bicihkirin û li derûdora wê xakê AKADEMIYA ÇAND; HUNER; ZIMAN; WÊJE Û ZANISTÊ YA KURDISTANÊ were avakirin.

Pirtûka ”dîroka kurdên koçber”

Ez, di dema xortbûnê de, salên berî 80 pê hisiyam ku Kurd li derveyî Kurdistanê, hejmarek mezin li Israîlê, komarên Soviyetê û aliyê Anatoliayê jî hene. Sedemên bicîhiştina Kurdistanê û rewşa wan ya îro ji awira parastina ziman û çanda xwe, ji min re bûbûn cihê pirsê.

F
E
E
D

B
A
C
K