Latest News

Stay Informed

Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran, Konê Reş

Destekî bilnid, bi gurzek nêrgizên ku li derdola Cizîra Botan dipişkivin ji bo hunermend Aram Dîkran pêşkêş dikim. Ev ermeniyê ku wek hunermendekî navbilind di nav gelê kurd de hatiye nas kirin..

Pirtûkek mîzahî û rengîn: Govendistan, Gabar Çiyan

Pirtûk û nivîsên mîzahî herdem bala min dikşînin. Çandên cewaz û cewaziyan nav mîzahan jî wisa. Dewlemendî û kûrahiya çand û zimanê kurdî, îfadekirina pirsan ji awirên cewaz min dilxweş, serxweş û hêstirên kêfê ji çavên min dibarîne.

Minorty Rights Group International: Kurd ji mafê perwerdê bêpar in

Dezgeha mafê mirovan ”Minority Rights Group International-MRG” berfirehtirîn rapora xwe li ser pirsa “Perwerde jibo hemu kesan rê / armanc/ qonaxek dur e: Nîviyê zarokên Cîhanê ku mecalên dibistanê bidest naxînin zarokên mînorîtêt û xelkên cî / kevnare ne” îro belav kir.

Komîteya Jinan ya PEN a navnetewî: Yukselê bê şert û merc berdin

Komîteya Jinan ya PEN a navnetewî -IPWWC ji rêvebirên dewleta Turkiyê re nameyek protestoyê şand. Di nameyê de girtin û zîndanîkirina parêzvana mafê mirovan Yuksel Mutluyê bi hişkî protesto dikin û ji Turkiyê daxwaz dikin û peymanên navnetewî binpê nekin. Nameya komîtê wisa ye:

ÊZÎDIYÊN CIZÎRÊ; TIRBESPIYÊ, AMÛDÊ, SERÊ KANIYÊ Û HESEKÊ – 3 – Konê Reş

( Lo lo Hey lo lo.. Edûlê dibakê; de werin, werin gelî hevala, gelî hogira! Em ê du'akê ji rebê xwe bikin; îsal payîzxêr zû li welatê me biketa, giya bibûna çar tiliya, na welleh çar buhista… Selefa siwarê Derwêşê Evdî hatiba devê konê bavê min keçikê birawesta, Derwêşê Evdî tasek ava cemidî ji min bixwesta… Ji kêfa ji eşqa, ji leza xirxalê lingê min bifirya, bazinê destê min bişkesta… Ez ê çûbama ber kunê ava nîvê şevê, tasek ava cemidî, qerisî bidagirta, çireçira şîrê xav ji sînga xwe bidota, destê xwe bavêta bêrîka xeftanê Şamgeylanî, çengek şekirê xiloxavî li nav bixista… Bi destê rastê, rahişta tasa avê, bi destê çepê jêre kiriba kemberbesta… Min ê ew tasa cemidî hêdî, hêdî biriba ji ezîzê dilê xwe re, daba desta… Bera hingî Derwêşê Evdî çavê xwe li min bişkenanda, lêvên xwe li min bigezta… Hingî mirad û meqsedê min li dinyayê çibûna, min ê ji nûka ji rebê xwe bixwesta…)

F
E
E
D

B
A
C
K