Latest News

Stay Informed

Nameya parlementerên swêdî bo Serokomar Gül

Îro li ser navê Partiya Çep ya Swêdê (Vänster Partiet), parlementera çalak Amineh Kakabaveh û Parlamanter Hans Lindeyê ku ji xebatên xwe yên di komîsyona parlementoya Swêdê pirsên derve, tê nasîn, nameyek nerazîbûnê ku rengek protestoyî jî hemêz dike, ji serokomarê Turkiyê Abdullah Gul re şandin.
Herdu parlamenteran piştgirî dan endama şerefê ya Komela Mafê Mirovan li Turkiyê-IHD Yuksel Mutluyê, û nerazîbûna xwe li hemberî girtin û zîndanîkirina wê anîne zimên. Em nameya wan pêşkêşî we dikin.

ÊZÎDIYÊN CIZÎRÊ; TIRBESPIYÊ, AMÛDÊ, SERÊ KANIYÊ Û HESEKÊ – 2 – Konê Reş

( Lo lo Derwêşo! Min ê ti malê zehif û zor ji te navê.. bera kerîkî miya bê.. rebozekî hespa bê.. boşekî deva bê.. konekî reşî erebî, ser bîst û çar stûna bê.. mêkutekî ji darê darbena bê.. Ez ê vî konî vegirim li quntara çiyayê Evdilezîzê, delavê Çilqîza, Kepezê Mila, raserî Wêranşarê.. Ez ê berê vî konî bidim siyê, li min heram bê, ti carî berê wî nadim tavê.. Min ê e'hdek ji rebê xwe re daye; Piştî Derwêşê Evdî, kekê Fatma, siwarê Hedban mehra mêra li min heram bê…)

F
E
E
D

B
A
C
K