– Karayilan: Nêçîrvan Barzanî helwesteke baş nîşan da
– “ŞÊWİRA GELÊ KURDE Lİ ERMENÎSTANÊ”Hevpeyvîna Tîtalê Kerem bi Kinyazê Hemîd re
– HİSRET, Mirazê Seyad, hevpeyvîna Mirazê Cemal
– GÎHA Lİ SER KOKA XWE ŞÎN DİBE, Tîtalê Kerem
– KURD – MERİVÊN R’OÊ, Torinê Torinî

Redaktorê sereke: Tîtalê KEREM, Xudîyê rojnemê: Rizganê CANGO, Cabdarê hejmarê : Mirazê Cemal, Email: [email protected] 

Wek tê zanîn Rya Teze ji sala 2005 ve bi alîkariya Enstituya Kurdî ya Brukselê û ji destpêka 2011 ve bi alîkariya Wezareta Rewshenbîrî ya Herêma Kurdistanê û Enstituya Kurdî ya Brukselê weshana xwe didomîne.

Banga Enstituya Kurdî ya Brukselê
Rya Teze, yek ji kevintirîn rojanmeyên Kurdî ye. Di destpêkê de bi Kurdiya latînî, pash re, ji zextên dewleta Turk mecbûrî vegerandine tîpên Kirîlî, û niha dîsa bi tîpên latînî tê weshandin. Heta têkçûna Sovyeta Berê jî ev rojname bi awayekî bash ji aliyê dezgehên Sovyetê dihate xwedîkirin. Lê pash têkçûna Sovyeta Berê derfetên wê jî hatin qutkirin û kete bin xetera hundabûnê.
Ji sala 1992 ve peywendiyên Enstituya Kurdî ya Brukselê bi Kurdên Kafkasê re hene û projeyên cuda pêkanîne. Mîna navendeke arshîv û pirtûkxaneyeke Kurdî li Kafkasê (tev Prof. Dr. Maksîmê Xamo, Grishayê Memê, Keremê Ankosî, …), derfetên pêkanîna perwerdeya ji bo berjewendiyên gelêrî (akademiyeke perwerdeya teybetî), projeyên çapemeniyê (ragihandinê), projeyên xortan ji bo hevnasînê, pêkanîna dokumenterên televîzyonê (Kurdistan TV, …Heso Hurmî, Newzad Shêxanî, Binevsha Bêrîvan), …
Yek ji van projeyan jî pêkanîna derfetên berdewamiya Rya Teze ye. Heta niha ev yek bû. Heta ji me were emê vê alîkariyê bidomînin. Lê li gor bîr û baweriya me dive ev alîkarî hê berferehtir bibe.
Rya Teze rojnameyeke bi rûmet e. Pash gelek zehmetî û kêmasî, pash devjêberdana gelek berpirsiyaran ku hin ji wan nuka li Ewropa û welatên din in û xwedî li Rya Teze dernayên, û pash hundakirina serkarê hêja Grishayê Memê ku gelek cefa û zehmetî kishand ku ev rojname berdewam bibe, ekîbeke din xebat da ser mile xwe û pirr xwesh dimeshînin. Destê Tîtalê Kerem, Rizganê Cango û Mirazê Cemal xwesh be. Bedewiyek dane Rya Teze û jiyana wê didomînin. Ji bo vê banga me ew e ku em destê xwe bidin vê rojnamê, van beprirsiyarên hêja ku ev xezîneya me di ware ragihandinê de berdewam be. 
Hêvî û daxwaza me ji dezgeh û kesayetiyên Kurd, bi teybetî ji dezgehên Hikûmeta Kurdistan li Bashûr, ev e ku destê alîkariyê bidin vê rojnameyê da ew bijî.

 

F
E
E
D

B
A
C
K