Dewleta Tirka, êrîşkariya xwe ya li ser gelê me bi hovîtî û bi xwînxwarî, roj be roj zêdetir dike.
Li hinek bajar û herêmên ku berê jiyan lê qedexe kiribû, careke din lê vedigere; mînaka Nisêbîn, Sûr û hwd. li ber çava ye, polis û MİT ne bes bû, êdî hêzên leşkerî jî dixin nava bajaran û bi wan jî êrîşî ser gelê me dike. Nuha Kerboranê jî lê zêde kiri ye. Li Başûr jî, Herêmên Parastina Medya ne bes bû, êrîşkariya xwe dirêjî Başika Musilê jî kiriye.
Armanca siyaseta dewleta AKP ê, şikandina viyana/îradeya berxwedêr ya gelê me ye. Berê digotin, “Kurdê herî baş ê mirî ye”, lê nuha “Kurdê herî baş ê îrade şikestî, yê teslîm bûyî, yê kole” dixwaze.
Lewma berê Kurd ji gundan didan revandin/koçber dikirin, lê nuha dixwazin Kurdan ji bajaran jî bidin revandin. Ew çend roj an saetan qedexeyê radikin, ne ji bo ku gel hewcedariyên xwe yên tenduristî an hwd.ên jiyanî çareser bike, berovajî, ji bo ku gel ji cihê xwe koç bike, ji cih û warê xwe bireve, terk bike radike!
Ev siyaset û hilwest a dewleta AKP ê gelek xeter û dijî mirovahiyê ye. Gelê me di bin zilm û wahşetek mezin de ye, jiyan lê kiriye zîndan. Di encamê de dixwaze îradeya gelê me bişkîne.
Lewma banga me KNK’ê, ji her Kurd û Kurdistaniyan re ev e: Divê em li dijî vê siyaseta qirêj a AKP ê rabin ser piya. Ji bo parastin û firehkirina deskeftiyên gelê me, ji bo îradeya xweseriya demokratîk em mezintir û xurtir bikin çi lazim be divê em bikin!
Bi taybetii jî Hukûmeta Federal a Başûr, herî kêm qasî ya Bexdayê divê li dijî AKP ê hilwesta xwe nîşan bide.
Her wiha li derveyî welat jî, ji bo ku rûreşiya dewleta AKP ê ji raya giştî cîhanê re raxin ber çavan û piştgriya wan wergire, divê em dîplomasî û lobiyek hîn bi hêztir bidin meşandin.
Ev banga me, bi giştî ji bo mirovatiya cihanê ye!
Konseya Rêvebir a KNK
14.12.2015

F
E
E
D

B
A
C
K