Axaftinek ji bo Civîna navneteweyî ya ku Enstituya Kurdî ya Brukselê di 10.10.1998an de amadekiri bû

Dr. Zaradachet Hajo
Bruksel, di 10.10.1998an de

Ji hemû wan kesan re, yên ko ta niha Navenda P.E.N.a Kurd bi têrî nasnakin, ez dixwazim wê bi kurtî pêþkêþ bikim.

Navenda P.E.N.a Kurd di 29.06.1990î de ji rexê birêz Hisên Erdem û çend nivîskarên kurd ve hate avakrin. Ji bo demeke kurt xebata navenda me di sala 1996an de hate sarkrin; belê wê ji nû ve û ji sibata 1997an ve karî bû careke dî xebata xwe berdewam bike. Bi bûna kongireyê Navenda P.E.N.a Navneteweyî di sala 1997an de li Edinburgê Navenda P.E.N.a Kurd bi dilgermî careke dî ji rexê malbata P.E.N.a Navneteweyî ve hate himbêz kirin. Bi pêþniyaziyên P.E.N.a me û arîkariya hin Navendên P.E.N.ên din biryarin bikelek ji bo nivîskar, weþankar û rojnamevanên kurd yan yên ser bi kurd ve hatin standin. Di vê navê de hijmara endamên me bi ser 100 nivîskarî ketiye. Derbarî xebata wan em tenê dikarin bêjin, ko mixabin çi li Kurdistanê û çi li koçberiyê ew di bin mercine gelekî dijwar de karên xwe bi rê ve dibin.

Ez bi xwe ji sala 1997an ve sekretêrê P.E.N.a Kurd im û di vê demê de du caran keys bi dest min, hin endam û serekê navendê ket, ko em li du kongireyên Navenda P.E.N.a Navneteweyî amade bibim, cara paþî di Êlûna 1998an de li Helsinkî, ji bo ko nûnerîtiya guhdariyên (interessen) kurdî bikin.

Rewþa Rojnamegeriya Kurdî û Nivîskarên Kurd li Welêt û Li Ewropa.
Weke ko wê ji berê ve ji we ve xuya be, rewþa nivîskarên kurd, rojname û kovarên kurdî û yên ser bi kurd ve, herwekî rewþa weþankarên wan li Kurdistanê, heke hebûnek ji wan re hebe, yekcar dijwar e.
Ne li beþê Kurdistanê yê ji rexê Sûriya û ne jî li yê ji rexê Îranê ve dagîrkirî fermî rojname û kovarên kurdî yan yên ser bi kurd ve hene, li van herdu dewletan rojnamegerî di bin çavdêriyeke dijwar de ye. Her we?anek, ya ko naveroka wê li dijî yan ne li gora dilê mîrî, ango hikumetên van dewletan be, tê qedexe kirin. Li Sûriyayê fermî ne rojnameyeke kurdî, ne radyo û ne jî bernameyeke telefizyona kurdî heye, bi ser ko hijmara kurdan li vî parçeyê Kurdistanê ser bi du milyonan dikeve.
Rê li ber kurdên van herdu beþên Kurdistanê hatiye girtin, ko ew di riya çapemeniyê û alavên ragihandinên din re çavkehniyeke agadriyan ji xwe re ava bikin, yên ko ne di behweriya karbidestên Tehran û þamê de bin.
Derbarê nivîskarên lipeyketî, yên ko bi taybetî Navenda P.E.N.a me di ber wan de xebat kiriye, ez dixwazim li dawiya vê gotara xwe biaxivim.

Li baþurê Kurdistanê rojname û kovarên kurdî di dîroka me ya nû de herdem hebûn û niha jî hene; belê rewþa wan ji ber qeyrana rêzanî, ango siyasî û ya aborî îro gelekî dijwar e. Ji ber kurtiya demê ez naxwazim ji halo bêhtir herime ser, belkî dixwazim zû werime ser rew?a dijwar ya nivîskaran li Tirkiya û bakurê Kurdistanê.

Li Tirkiya û bakurê Kurdistanê piraniya mezin ji gelê me dijî. Pirsa “behweriya azad” rewþeke taybetî ye, li vê derê, ji ber newaleke mezin di nav bera xwestin û rastiyê de heye.
Dewleta Tirk dixwaze bi taybetî ji Ewropa Rojava û Emêrîkayê re xwe weke dewletekê bide naskirin, ya ko qaþo ber bi nirxên dêmoqratî hatiye. Belê rastî bi xwe ji vê yekê gelekî dûr e. Mirov kare vê encamê bê dijwarî di rewþa rojnamegerî û pirsa “behweriya azad” de bibîne.
Rast e, îro li Tikiyayê nêzîkî 80 rojnameyên çepên liberal, yên ser bi kurd ve û hineke kêm yên kurdî jî hene, belê ew herdem di bin çavdêriya dewletê de ne, bi biryarên dadgihan têne kom kirin û qedexe kirin, berpirsiyarên wan têne girtin, þermezar kirin, êþandin û heya têne kuþtin.
Ev gotina ha kare li ser weþankaran bi xwe jî were kirin, êdî hêrîþên hovane gihane wê yekê, ko hiþkere çapxaneyan wêran dikin û agir berdidine avayiyan.
Rêza navên weþankar û rojnamevanên ko ji rexên dadgehan ve hatine hikim kirin, gelekî dirêj e, ji dêl hemiwan ve ez dixwazim bi kurtî navê rojnamevan Mehmet Oguz ji rojnameya ‘Demokrasî’ û cihgirê sereknivîskarê wê Ali Zeren bênim bîran. Herwekî dixwazim navên Haluk Gerger û Fatma Bayar bêxim bîran, yên ko ji rexê dadgeha ewlekariya Istanbolê ve her yek bi 20 Mehan hebs hatiye cezakrin. Wekî dî dixwazim navê sereknivîskarê rojnameya ‘Özgür Gündem’ Iþýk Yortucu, yê ko sala 1996an bi çar sal habs hate cezakirin û geleke dî weke wan bênim bîran.

Bi taybetî bi awayekî bê dilovanî þerê behweriyên ser bi kurdan ve tê kirin, ji ber ew ji rexê dadgeriya tirk ve weke “Ppropaganda ji bo serbixweyiyê” tê nirxandin û ji ber vê yekê li gorî “zagona dijtêrorizmê” bi cezayên mezin tên hikim kirin. Li gorî bendê 8an ji zagona dijtêrorizmê bi taybetî behweriyên rexnebar derbarê kê?a kurdî bi cezyên dijwar têne hikim kirin, weke mînak ji dema me ya nû ez dixwazim jinûvegirtina mafmirovparêz Eþber Yagmurdereli bidim, yê ko di 19.07.1997an de hati bû girtin, da ew wî cezayê ko sala 1991ê bi 36 sal hebis ji ber behweriyên rexnebar dabûnê, bixwe. Eþber Yagmurdereli ji ber rewþa wî ya tenduristî pêþî hate berdan, belê di 17.01.1998an de dîse hate girtin.
Rewþa nivîskarên kurd yan yên wan nivîskarên ser bi kurd ve jî heme ev e.
Derbarê nivîskar û helbestvanê me yê mizin cangorî Mûsa Anter jî ez dikarim bêjim, ko wan destên nemêr heya ji kuþtina nivîskarekî kal û herî a?tîxwaz jî ne berda.
Herwekî nivîskarê me yê herî bi rûmet Yaþar Kemal, yê ko netewa tirk hemû serbilindayiya xwe bi wî ve girêdida, ni karî bû ji destê dadgeriya tirk a zorxwaz azad bimêne, piþtî ko wî di hevpeyivînekê de bi kovara elmanî “Der Spiegel” re daxwaza mafê gelê kurd kir.

Belê rewþa rojnamegerî û “behweriya azad” ya kurdên li koçberiyê, ango bêhtir li Ewropayê çawan e?
Li gelek dewletên Ewropayê hijmareke ne biçûk ji rojname û berhemên çapemenî yên kurdî û yên ser bi kurdan ve derdikevin, ew bi vî awayî bîr û behweriyên gelek û ji hev cida di nav gelê kurd de têr dinixumênin û neynik dikin.

Belê li vê derê jî, û bi taybetî Elmanya rê ji rexnebariyeke mezin re vedike. Hoy û sedemê vê rexnebariyê jî tenha li tiþtekî tenê vedigere, ew jî qedexekirina Partiya Karkerên Kurdistanê ye; ev qedexekirina ko heya roja îro jî hê di kar de ye.
Jin û û mêr, yan keç û kurên kurdan îro li Elmanyayê ji rexê dadgeriya elman ve têne mehkûm kirin û bi vê yekê kirîminalîze kirin, tenha ji ber ko ew rojnameya kurdî “Azadiya Welat” yan kovara bi zimanê elmanî “Kurdistan Report” ji cihekî hildigirin û dibine cihekî din. Bi ser ko hîç tu pêwistiya dadgehî nîn e jî, dîse ev mehkûmkirina ko ji rexê dadgên elmanî ve tê kirin, di çarçefa “bihevguhestina nûçêyên cezabar” de ji dewleta tirk re têne ?iyandin, da ji bona heke rojekê ew mirov bi dilê xwe vegere yan jî were vegerandin ji destpêkê ve herti?t hati be amade kirin, da ew kes bikeve nav destê polîsên tirk, yên ko bi karên xwe yên nemirovane navdar in û pi?tre here bin kevirê a?ê dadgeriya zordar a tirk.
Ev rewþa ha divê were rexnekirin û divê ewropî di nerîna xwe de zelal bibînin, ko tevayiya çapemeniya kurdî, weþanên radyo û bi taybetî dezgeha telefizyona kurdî MED-TV hiþk ji rexê MITa tirk û istixbaratên hin dewletên din ve, yên ko Kurdistan dagîrkirine, têne çavdêrkirin. Belê çapemeniya ewropî bi çi çavî seyrî kêþa Kurdistanê dike?
Ev jî pirseke giring e, gava mirov di vê biwarê de li ser “Behweriya azad” û “azdiya rojnamegeriyê” li Ewropayê pipeyive. Ev yeka ha xweþ tê xuya kirin, gava mirov bizane, ko li qada zorkariyê li bakur û baþurê Kurdistanê qedexe ye, rojnamevanên ewropî bigerin. Û ji ber vê yekê kehniya deng û basên þer tenê di destê generalên tirkan de dima û dimêne û ev jî hoy û sedemê wê yekê ye, ko cenga hovane ya ko generalên tirk li dijî gund û bajarên Kurdistanê tajon di alavên ragihandinên ewropî de bê deng bimêne.

Çalakiyên P.E.N.a Kurd û P.E.N.a Navneteweyî derbarê Parastina Behweriya Azad ya Rojnamevan, Weþankar û Nivîskarên Kurd û yên Ser bi Kurd ve Xebata Navenda P.E.N.a Kurd di warê hijmareke berfereh de ji agadariyên rojnamegerî, name ji kesên siyasî û berpirsiyar re, bangewazî ji nivîskarên P.E.N.ên din re û xebat di ber nivîskar, weþankar û rojnamevanên girtî de bi armanca balkêþanê ser rewþa Kurdistanê maye û dimêne.
Belê em, Navenda P.E.N.a Kurd bi rastiya wê yekê dizanin, ko weke navendeke nivîskarên lipeyîketî, ya ko li koçberiyê dixebite, tu dewlet bi hêza xwe ya siyasî piþtgîriya me nakin, da xwestekên me ji vî rexî ve jî piþtewaniyê bibînin. Ji ber vê yekê riya xebata me tenê riya arîkarî û dan û standinê bi navendên P.E.N.ên din û komîteya birêvebira giþtî ya P.E.N.a Navneteweyî re ye; û bi taybetî bi komîteya P.E.N.a navneteweyî ya “Writers in Prison Committee” re ye, da xwestekên me giranyieke navneteweyî bigirin.
Da ji bona ez li ser vê yekê mînakekê bidime we, ez dixwazim bi biryarên civîna nûnerên P.E.N.a Navneteweyî, yên ko li ser daxwaziya P.E.N.a Kurd û bi arîkariya P.E.N.ên din di kongireyê Helsinkî de (ji 6 – 11. 9. 1998an) hatine standin, agadr bikim.

Biryar di biwara Tirkiyayê de Endamên kongire di wê behweriyê de ne, ko karbidestên tirk bi zanebûn behweriya beekî mezin ji gel bindest dikin; wekî dî endamên kongire di wê behweriyê de ne, ko karbidestên tirk bi çavkorî hijmareke mezin ji nivîskar û rewenbîran avêtine zîndanan, ji ber ew li dijî zordestiya li ser kurdan derketine. Herwekî endamên kongire di wê behweriyê de ne, ko nihta karbidestên tirk nîn e, rê li ber behweriya azad veke, bê çawa biryar li ser di agadariya mafên mirov ya yekîtiya netewan de hatiye standin; û ko karbidestên tirk hê di girtina wan nivîskar, rojnamevan û weankaran de berdewam in, yên ko dixwazin vî mafî bicih bikin.
Endamên kongire dibînin, ko bi taybetî ev nivîskarên li xwar binavkiriî di vê rewê de ne û ew berdana wan ya yekser ji nava zîndanan dixwazin:
Eþber Yagmurdereli, nivîskar û dramaner, yek ji pêengên rewenbîr li Tirkiyayê, yê ko bi hikimê 16 sal û 10 mehan hatiye ceza kirin, ji ber ko wî di 08.09.1991ê de li Stanbolê axaftinek xwendiye.
Ismail Beşikçî, yê ko gelek caran hatiye hikim kirin û bi bêhtirî ji 40 salî hebs hatiye ceza kirin, û hê jî cezayê 30 salî dî jê re tê xwestin, ji ber ko wî bêhtir ji 35 pirtûk û gotaran li ser kêa kurdî nivîsiye.
Dr. Haluk Gerger, Profêsor, dîrokvan û rojnamevan, yê ko bi cezayê 30 mehî hebs hatiye ceza kirin, tenha ji ber wî du gotar li ser kêþa kurdî nivîsîne, û yê ko hê cezane dî li pey in, ji ber nivîsandina 4 gotarên din.
Ragib Duran, yê ko ji ber gotarekê hatiye girtin, ya ko wî tê de hevpeyvînek bi serokê PKK, Abdullah Öcalan re þirovekiriye, û yê ko wekî dî cezayekî dî bi deh mehan hebs li ser heye, tenha ji ber wî di gotareke xwe de gotin anîbû ser bendê 19an ji agadariya navneteweyî ya mafê mirov.

Em endamên kongire bi bayê cezakirin û zîndankirinên ko li Tirkiyayê bipey zagona dijtêrorizmê têne kirin, hiþyar in. Ev gelek car in, ko Tirkiya di van salên paþî de soz dide vê zagonê êdî rake.
Em dozê li Tirkiyayê dikin, ko ev nivîskarêrên binavkirî û yên din, yên ko di zîndanên tirkî de girtî ne, ji ber wan bi aþtî ji bo behweriya azad xebatkiriye, yekser û bê qeyd û merc werine berdan.
Em dozê li mîriya Tirkiyayê dikin, ko êdî ew dev ji wî karê xwe berde, û hew bi dadgerî li pey wan nivîskaran bikeve, yên ko tenha li gorî peymanên navneteweyî, mafên xwe yên xwezayî dijîn; ew peymanên ko Tirkiya bi xwe destnîþana xwe avêtiye ser wan.
Biryar li ser Serxwebûna Çandî ji Gelê Kurd re Derbarê rewþa ziman û wêjeya kurdî û rewþa nivîskarên kurd em piþtgîriya bernameya Navenda P.E.N.a Kurd bi lidarxistina konferansekê li ser serxwebûna çandî ji gelê kurd re dikin.
Ev biryar bi dengê nûnerên hemû P.E.N.ên di kongire de amade hate girtin, tenê navenda P.E.N.a Tirk bê deng bû.

Sipas
Zerdesht Haco
[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K