Arshîf û pirtûkxaneya Enstituya Kurdî bi pêshkêshiya arshîf/dokumenasyon û pirtûk ji aliyê du rêzdaran zengîn bû.
Guido Van Leemput ji Hollanda ku bi salan e pirsa Kurdistanê ji nêz ve dishopîne bi dehan karton arshîf/dokumentasyon û pirtûkên li ser mijarên Kurdistan, Turkiyê, Iran, Irak û Suriyê pêshkêshî Enstituyê kir.
Dr. Yekta Uzunoglu jî ji Çekiye bi sedan pirtûkên gelekî giranbiha û hin archîvên taybet wek pêshkêshî dane Enstituya Kurdî ya Brukselê. Wek tê zanîn Dr. Yekta Uzunoglu (Geylanî) çend sal di nava serhildana Rojhilatê Kurdistanê de (di dema Dr. Qasimlo de) mabû, pash vegera xwe serokatiya Enstituya Kurdî ya Bonê meshandibû û niha jî li Pragê dimîne.,
Bi saya vê daxuyaiyê em dixwazin spasiyên xwe ji her du rêzdaran re bêjin û banga xwe ji hemû kesên ku archîf, dokument, pirtûk li ba wan hene û kes nikare fêdê ji wan bike, bidin saziyeke Kurdan yan jî saziyên ku li ser van mijaran dixebitin ku ew nekevin bin xetera hundabûnê.
Bi salan e Enstituya Kurdî li karê civandina archîf/dokumentasyon/pirtûkan tev ADVN (Navenda archîf û dokumentasyonê li Beljîka) dike ku ew bi awayekî êmin werin parastin. ADVN xwe daye ber parastina her archîf û pirtûkên ku teslîmê wan dibe. Her roja ku derfet û ewlekarî hebe û em bixwazin, dikarin wan ji wira rahijine malê xwe û bibin Kurdistanê.
Pirtûkxaneya Enstituya Kurdî ya Brukselê her roj di navbhera saet 9 û 17 de vekirî ye. Bê goman agahdariya berî hatinê herî bash e. Tel. +32/(0)2 230.34.02, +32/(0)479 562 962,  [email protected] yan jî [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K