Xwendekarên Hêja,
ji pênûsa mamoste û nivîskar  Hesen Huseyîn Denîz pirtûkeke nû ya çîrokeke nûjen a kurdî ya bi navê `Canê Hez Dike` derket. Canê Hez Dike jiyana keçeke gundî ya li gundekî qûntara çiyayê qendîl dijî, hezkirinên wê, jiyana wê, hevaltiya wê, têkiliyên gundiyan di nava xwe de û bi gerîlan re bi awayekî hêsan û rengînî vedibêje. Vanê keçeke ciwan a 11 salî ye. parçeyek ji jiyana Canê û hêvî û êsên Canê yên girêdayî têkosîna azadiyê û zordariya dagirkeriyê hûn dikarin di vê pirtûka çîroka nûjen de bixwînin.  Pirtûka bi navê Canê Hez Dike li gorî zarokan hatiye amadekirin. Pirtûk li ser pelên kaxeza kûse ya A4 bi awayê di her rûpelê de wêneyek û bendek nivîs hatiye amadekirin û rengîn e. wêneyên di pirtûkê de orîjînal ji jiyanê hatine kisandin. Çîrok bi gelemperî parçeyek ji jiyana zarokên kurd ên 9-13 salî bi têkosînê re distirê û radixîne ber çavên xwendekaran. ji bo vê ne tenê zarok, yên ciwan û gihistî jî bi baldariyeke mezin û tamjêgirtineke xwes divê vê çîrokê bixwînin.
Ev pirtûka di sala 2003an de li ser xaka Qendîla Basûrê Kurdistanê hatibû nivîsandin, ji bêderfetiyên madî  heta niha nehat çapkirin, herî dawî bi alîkarîdayîna Instîtuya Brukselê pirtûk li wesanxaneya Do hat çapkirin û kesên dixwazin bixwînin ango bidest bixin, dikarin ji `[email protected]` û `[email protected]` daxwaz bikin.

F
E
E
D

B
A
C
K