Termometreyan 50 pîleyî (derece) germ nîşan didan. Feratê ku dused salin herdem bi qêrin û gazî dinaliya, bi kêfxweşî û serfirazî mizginiya pîroz li Basrayê gîhand xwişka xwe Dijle. Paşê herdu bi hevre belavkirin di nav pêlên derya û okyanûsan de ev nûçeya derengmayî, gîhandin qad û ezmanan.

Di roja 19’ê Tîrmeha 2012’an de rûpelek nû vebû, bi azadkirina Kobaniyê. Paşê Efrîn, Amûdê, Dêrik, Tirbesiyê û gund û bajarên din şikandin zincîrên koletiyê û azad bûn. Gelê Kurd xwe û xaka xwe xilas kir. Paşê jî bû hedefa êrîşên muxelefeta Baasê ya ku xwe wek ‘parêzvana azadiyan’ bi nav dikir.

Niha ev saleke ku Kurd xwe hem ji êrîşên rejimê, hem jî ya muxelefeta Sûriyeyê ku ji rêxistinên Birayên Misilman, Selefî û El-Qaideyê pêktê diparêzin. Dijmin berê yek bû, niha bûne deh. Di bin wan êrîşan de çiqas însan hatin kuştin, çend hezar mindal û zarok bê şîr man, birîn û nexweşiyên wan nehatin dermankirin, çend sedhezar kes bê nan û dew man, çiqas mîrov di zivistana borî de qefilin û qerisîn, kes nizane.

Embargoyek çend qolî li rojavayê Kurdistanê hên jî berdewam e. Li aliyekî rejîma Baasê, li aliyê din hêzên nijad- û olperest û aliyê sêyem jî Tirkiye hem êrîşên fîzîkî dajon, hem jî embargoyek tund û dijwar dimeşînin. Ser de jî car caran sinorê Başûr tê girtin.

Di bin van mercên giran de 2 milyon Kurdên Rojava, milyonek penaber û koçberên şer ku reviyane Kurdistanê, dihevîne. Nan û ava xwe, derman û şîre xwe bi wan re parvedikin.

Desteya Bilind a Kurd

Salek berê di 11’ê Tîrmehê de di bin sî û sîwana PKK, PDK û YNK Desteya Bilind a Kurd (DBK) hat damezrandin. Encûmena Netewî ya Kurdên Suriyeyê (ENKS) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) hêzên xwe kirin yek û soz dan ku bi hevre ji bo azadiya gelê Kurd û rizgariya rojavayê Kurdistanê têbikoşin. Ev balansa ku ji “Fifty-Fifty” ya başûrê Kurdistanê hatibû deynkirin û wergirtin, nemeşiya. Aligirên PDK xebata xwe sist û sar kirin. Hem di nav DBK’ê de bûn, hem jî çavên wan tim li derva bûn; di navbêra Stanbol, Doha û Kahireyê hatin û çûn. Hên jî destvala ne; evîn û eşqa wan yek alî ma.

Ev yek jî nîşan dide ku koalîsyona paş perde ku ji aliyê PKK, PDK û YNK pêk dihat, nemeşiya û tesîr û bandora xwe xist nava DBK.

DBK yekitiyek e, cephe û koalisyonek e û li rojavayê Kurdistanê serwer û desthilatdar e. Yekineyên Parastina Gel (YPG) ruştê xwe îspat kirin, gel û welat ji êrîşkar û neyaran parastin. Ser da jî hêzên Asayişê hatin damezrandin. Her du bi hevra bi hezaran ciwanên Kurd girtin bin çek û sîlehan û bi cenfedayî li berxwedidin.

Hêzên ku ketine bin siya PDK ber bi wenda kirinê ne. Tu hêzek bi gilî û gazincan şoreş pêkneaniye. Şoreşa Rojevayê Kurdistanê jî ne li lobiyên otelan, lê belê li qad û meydanên, li bajar û gundên Rojava tê pêkanîn.

Cih û şûna Barzaniyan û PDK li cem piraniya Kurdan taybet e. Lê rastiyek jî heye ku pêwist e bê gotin: Heta ku aligirên we ji bin siya we dernekevin û neçin û di nav şoreşê de cih negrin, xirabiyek mezin ji we re jî dikin. Nehêlin ku fîrar û dûrketiyên şoreşê navê we bi kar bînin.

Niha pêwîst e koalisyona paş perde dîsa derkeve pêşberî raya giştî ya Kurdistanê û bêje, bo dûweroja, paşeroja Rojavayê Kurdistanê em yek deng û yek vîn û îrade ne, çi ji destên me bê, em ê bikin!

Dem dema hilbijartinan e

Rewşa Rojavayê Kurdistanê dişibe sala 1991’an a başûrê Kurdistanê. Kurd welatê xwe rizgarkirin û bûn desthilatdar. Salek şûnde jî, di roja 19’ê Gulana 1992’an de hilbijartinek pêkanîn, parlamentoyek civandin û hikûmetek hevbeş avakirin. Kurd qedera gel û welatê xwe xistin destên xwe û welatek wêranbûyî ji nû ve avakirin.

Niha dem hatiye rojavayê Kurdistanê. TEV-DEM û DBK dest bi amadekirina hilbijartinan dikin. Ev bîryar, ev gav pîroz e. Pêwîst e Partî Demokrata Kurdistanê (Başûr) jî hewl bide ku aligirên wê yên Rojava jî beşdarî hilbijartinan bibin. Ger nebû, bi gotina Gorbaçov, “tarix û dîrok efû nake û lêborinên dereng jî fêde nakin.” 

Bo hilbijartinan pêwîste di serî de komisyon, an jî komiteyek bala ji hiqûqzan, pispor û rûspiyan bê damezrandin. Wê baş be ku di nav vê komisyonê de nûnerên Ereb, Ermenî, Asûrî û Êzdiyan jî hebin. Pêwîst e ev komisyon yasa û nexşerêyek bo hilbijartinan derxe. Dîsa pêwîst e ku kotayek bo kêmnetew û civakên olî bê tesbîtkirin ku ew di bin her şert û mercan de di parlamentoyê de bên temsîlkirin. Her wiha ger hewce bû, barajek jî ku ji sedî 2’an jî 3 pêktê, bê binavkirin. Armanc jî ew e ku parlamento pirdeng û pirreng be.

Planên Tirkiyeyê têkçûn

Di nav du salan de hemû plan û bernameyên Tirkiyeyê têkçûn û wala derketin. Ne Birayên Misilman, Selefî û El-Qaide desthilatdarbûn, ne jî Kurd têk çûn û wendakirin. Yên ku li Sûriyeyê bi qezenc derketin û bi serketin, Kurd in. Ser de jî koalisyona ku ji Erebîstana Siudî, ji Qatar, Misir, Tirkiye, Emerika û Yekitiya Ewropa pêk dihat, ber bi belavbûnê ye. Ev jî penecereyek, firsendeke nû ji bo hêzên welatparêz vedike.

Ger di demek kurt de, di payîza 2013’an de hilbijartinek bo rêveberiya Rojavayê Kurdistanê pêk were û di nav de Ereb, Ermenî û Asûrî jî cih bigrin, de facto, di fîiliyetê de cih û deriyek nasandina navnetewî vedike.

Pêwîste PDK/Başûr wan rastiyan jî berbiçav bigre û nehelê ku hinek bi navê wan rolek negatîf û nebaş bileyîzin!

([email protected])

F
E
E
D

B
A
C
K