Riya Teze, rojnameya Kurdî li Êrîvanê, di nava rojnamegeriya Kurdî de herî temendirêj, ji nuh ve hêviyên me xurt dike. Pash hundakirina serkarê wê yê hêja Grîshayê Memê, ku weshana R’ya Teze ketibû bin xetera rawestanê, bi alîkariya Enstituya Kurdî ya Brukselê ku ji sala 2005 ve alîkarî dike û Wezareta Rewshenbîrî ya Herêma Kurdistanê ji destpêka 2011 ve, ji nuh ve bi awayekî rêk û pêk, bedew û bi hêvî jiyana xwe berdewam dike. Di pêvekê de hunê hejmara Gulan 2011 bibînin.
Bi nave Enstituya Kurdî ya Brukselê, serkarê hêja Tîtalê Kerem, xwediyê rojnamê Rizganê Cango û Mirazê Cemal ji dil û can pîroz dikim. Bi teybetî Tîtalê Kerem ji nuh ve hêviyên me ji bo dirêjkirina emrê R’ya Teze xurt kir.
Bi vê minasebetê em bangî hemû Kurdên welatevîn dikin ku alîkariya aborî bi vê rojanmeya pîroz re bikin û bibin sedema berdewamkirineke bedew di salên pêsh me de.
 
Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê

Derwêsh M. Ferho

Ji bo hejmara dawîn ya R’ya Teze li pêveka PDF binêre!

F
E
E
D

B
A
C
K