û ji ber lepê zebaniyan hatine xelaskirin, di bin navê, Rojnivîsên Girîtgehê, bi desteka Enstituya Kurdî ya Brukselê, ji wesanên DO derket.
Medenî Ferho di pêvajoya girtîgeha darbeya leskerî de, ku 6 sal û nîvan berdewam kir, ji destpêka girtina 27ê Cotmeha 1980, heta 86’an bi awayekî drametîk datîne ber çavan. Nivîskar, ji destpêka girtinê dest bi nivîsandina wê demê kiriye. Lê pirranî destnivîsên di girtîgehan de ne. Dîsa jî, destnivîs û notên hatine girtin rastî talankirina rêvebirên girtîgehê hatine. Nivîskar jî, destnivîsên xelas kirine di pirtûkê de bi cih kirine. Di pirtûka “Rojnivîsên Girtîgehê” de, ji 80yî û pêde dest pê dike.
Rêvebiriyên girtîgehan, di her firsendê de, diavêtin ser qoxusên girtiyan û her tist talan dikirin. Di dema guhastina cihê girtiyan di nava girtîgehê de û di sewqiyata di navbera girtîgehan de jî, her tistî girtiyan dihate talankirin. Rêvebiriyên girtîgehan, dijminê destnivîs û pirtûkên girtiyan bûn. Bi vê mebestê, Medenî Ferho, rojnivîsên ku ji sala 83’an û vir ve ji ber talana rêvebirên girtîgehê xelas kirin, komî ser hev kirine. Di destpêka girtina roja pêsî, 27ê Cotmeha 1980’yî, û êskenceya li Sansaryan Hanê, pistre li Gayrettepe û pêvajoya li Qijleya Selimiye jî, bi nivîsên taybet daniye ber çavan.

 

F
E
E
D

B
A
C
K