Beriya ku civîna G20 pêk were serokê Emerîka û yê Fransa’yê hêvî dikirin ku ew ê di heman civînê de alîkariya pirraniya welatên Ewropî bigirin û lidijî rejîma Baas ya Sûriyê mudaxaleya leskerî pêkbînin. Lê belê wisa nebû, ji derveyê Fransa’yê ti welatekî din pistgiriya heman daxwazê nekir. Di heman civînê de giraniya Rûsya û ya Çîn’ê zêdetir derket pês.

Digel helwesta serxwaz ya serokê Fransa François Hollande, li gorî anketên ku çêdibin pirraniya Fransiyan alîgirê mudaxaleyekê leskerî nîn e. Di nava Partiya Sosyalîst de jî kesên ku helwesta François Hollande napejirînin hene. Lewre Serokê heman welatî neçar ma ku bêje « Eger Kongreya Emerîka ji ser re nebê erê Fransa bi tena serê xwe nakeve nava operasyonekê leskerî ». Ez vê mesaja Hollande weke sînyalekê guhertina helwestê dibînim.

Ji derveyê Fransa ti welatekî ewropî ku alîgirê mudaxaleya leskerî ye tine. Ewropa ku hê di nava tengasiya aborî de ye naxwaze bikeve nava ser. Herwiha êdî Ewropî naxwazin li pey Emerîka biçin û ji hegemoniya wê re bingehê ava bikin. Ev tê wateya ku ; êdî pêvajoyekê nû di navbera têkîliyên emerîkî û ewropî de hatiye vekirin. Bi awayekê dîrekt nebe jî, bi rêbazekê endîrekt heman pêvajo dest pê kiriye.

Digel encamên civîna G20, dîsa jî hê îhtimala mudaxaleyekê leskerî heye. Eger Kongreya Emerîka destûrê bide operasyonekê leskerî wê ev îhtimal zêdetir bibe. Heya vê dema ku ez van rêzan dinivisînim jî derbarê helwesta Kongreya Emerîka’yê de agahiyekê net tine.

Roja dusemê agahiyên derbarê hevdîtina telefonîk ya di navbera John Kerry û Sergeï Lavrov de hate wesandin. Li gorî ku ez disopînim ; dibe ku di rojên pês de di navbera Rûsya û Emerîka’yê de rêbazekê « çareseriyê » bê dîtin. Civîna G20 bû sedemê hêzkirina helwesta bloka Rûsya û Çîn’ê. Giraniya helwesta Ewropiyan jî li aliyê bloka Rûsya û Çîn’ê ye.

Rêbazên ji bo « çareseriyê » çi û çawa dibin bila bibin êdî nema rejîma Baas li Sûriyê bikaribe xwe li ser nigan bigire. Heya dawiya vê salê wêneyê pêseroja Sûriyê wê zelal bibe.

10.09.2013

F
E
E
D

B
A
C
K