Zurich

Di rojên derbasbûyî de heyetek ji saziya perwerdehiyê ya kantona Zurichê ji bo çavdêriyê hatibû dibistana kurdî ya li Komeleya Çand û Integrasyonê ya Zurichê û dayîna dersên Kurdî yên ji aliyê mamoste Hesen Huseyîn Denîz ve tê dayîn sopandibûn.

Heyeta tev li dersê bibû diyar kiribû ku ew ji dayîna dersên kurdî yên wekî zimanê dayikê û ji awayê dayîna dersan kêfxwes bûne û wê rapora xwe ya di vê derbarê de erênî binivîsînin.

Pistî di ser vê bûyerê re qasî mehekê derbas bû, ji saziya Perwerdehiyê ya kantona Zurichê berpirsyar Claudia Ulbrich bi E-Nameyekê ji rêveberiya Komeleya Hîndekariya Zimanê Kurdî re agahiya mizginiyê ragihand û di nameya xwe de diyar kir ku zimanê kurdî li kantona Zurichê wekî zimanê dayikê yê perwerdeya wê li dibistanên Swîsreyî dikare were dîtin hatiye pejirandin.

Li gorî vê fermîbûnê li kantona Zurichê perwerdehiya zimanê kurdî di sala perwerdeyê ya 2014-2015ê de wê li dibistanên Swîsreyî were dayîn. Ji bo ev yek karibê xurt û bi rêkûpêk were mesandin, malbatên Kurd divê serî li saziya Perwerdeyê ango mudîriyeta dibistana zarokên wan lê dixwînin bidin û daxwaza perwerdeya zimanê dayikê bikin. Dîsa ji aliyê saziya perwerdeyê ve wê ji her malbatê re lîsteya perwerdeya zimanên dayikê were sandin û sala pêsiya me di nava vê lîsteyê de wê zimanê kurdî jî cih bigre. Komeleya Hîndekariya Zimanê Kurdî ya xebatên perwerdeya zimanê kurdî li Swîsre dimesîne, ev rewsa nû û grîng nirxand û got: Ji bo jiyîn û pêsketina zimanê kurdî ev serkevtineke grîng e û divê her mirovê kurd li vê serkevtinê xwedî derkeve. Xwedîderketin jî bi sandina zarokên xwe ya dibistana kurdî çêdibe. Bi taybetî di sala perwerdeyê ya 2014an de divê malbatên kurd ji saziya perwerdehiyê yan jî ji dibistanên zarokên wan diçinê ji bo zarokên xwe serlêdana perwerdeya zimanê dayikê bikin. Ger vê serlêdanê nekin, wê ev serkevtin bi ber avê de biçe. Em hêvî dikin ku di sala pêsiya me de bi dehan malbat serî lê bidin û ji vê derfeta grîng sûd bigrin.

Ji bo perwerdehiya zarokan bi awayekî serkevtî û xurt were mesandin pirtûkên dersdayînê ji aliyê Komeleya Hîndekariya Zimanê Kurdî ve hatin amadekirin û hatiye plankirin ku heta sala perwerdehiyê ya 2014an de di warê matematîk, dîrok, erdnîgarî û çanda kurd de jî pirtûkên alîkar werin amadekirin. Zarokên werin dibistana kurdî ne tenê zimanê dayikê, pê re dîrok, muzîk, çand, erdnîgarî û matematîkê jî wê fêr bibin.

F
E
E
D

B
A
C
K