Ji her du aliyan, bi taybetî ji Basûrê Kurdistanê daxuyaniyên tundraw û dijwar tên bihîstin. Pêwist e di demekê kin de daxuyaniyên wusa bi dawî bin.

Bêguman, wekî gotina Huseyin Turhalli (“Rojava, Devrime Magrur Yürüyor“http://kurdistan-post.eu/tr/kurdistan/rojavadevrime-magrur-yuruyor-husey… <http://kurdistan-post.eu/tr/kurdistan/rojavadevrime-magrur-yuruyor-huseyin-turhalli> ) derfeta wiha ya reveberiya Kurdistanê tuneye ku, destekariya Suriye bike û li dijî El Nusra ser îlan bike. Tu kes hêviya vî tistî nake.

Tu welatparêzên Kurd ên bi aqil, ji birêz Barzanî daxwaz nakin ku li dijî El Nusra ser îlan bike û artesa pêsmerge bi dengê def û zirnê bisîne Rojava.

Lê, gelo li hemberî komkujiyê dengbilindkirin jî zehmet e?

Sirovegerê navdar ê çapemeniya Kurdan BB K, di vê mijarê de, li ser malpera me wiha nivîsandibû:

“Pêwîst e PDK û YNK gazî eskaratiyê bikin û Basûriyan derxin kolanan. Nistecihên Rojava qey ne Kurd in? We qet bihîstiye ku li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê ji bo Rojava xwepêsandan çêbûne? Min ne bihîstiye.“

Basûrî li dijî komkujiya Rojava bêbertek û bêhestiyar in û Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî heta niha bi zimanekî tund komkujiya li Suriyê sermezar nekiriye. Ev rews, rewseke bi problem e.

Bi baweriya min, Serokatiya Kurdistana Federe, pêwist e ne tenê Konseya Kurd a Bilind biparêze, lê divê desthilatdariya PYD-ê ya leskerî jî, li Rojavayê Kurdistanê bipêjirîne û biparêze.

Em dizanin ku di salên 90’î de di nav reveberên PKK’ê de mirov hebûn ku digotin: “Divê em PDK û YNK li Basûr tune bikin!” Em qet naxwazin bawer bikin ku reveberiya Basûr sasî û çewtiyeke wiha li Rojava dubare bike.

Îro aliyê ku nîqasa “sînorên Basûr û Rojava girtî ne an vekiri ne” bidawî bike kî ye? Helbet reveberiya Herêma Kurdistana Federe ye!

Di vê mijarê de gelek berdevkên reveberiya Herêma Kurdistanê, daxuyanî didin çapemeniyê. Di daxûyaniya Wezereta Navxwe (Hûndir) de wiha tê gotin:

“Deriyê sînor ê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de, ji bo mijarên mirovî û sandina alîkariyên mirovî vekirî ye, nehatiye girtin û ewê tu caran jî neyê girtin.”

Berdevkekî din ê Hikûmetê wiha dibeje: “Sînor ji bo armancên mirovî û çûn û hatina xelkê vekiriye.”

Yekî din dibêje: “Derî li ber nexwes û alîkariyên mirovî vekiriye.”

Ango birayên Basûrî wiha dibêjin: “Sînor vekiriye lê…” Serh datînin.

Sînorên di navbera Basûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de divê “bê serh” vekirî be.

Di van rojan de misilmanên îdêolojîk ên kurd ên Bakurê Kurdistanê ezmûnên ne bas didin. Em dizanin ku îro di rêzên El Nursayê de gelek Kurd hene ku di bin îdeolojiya Islamî de li hemberî birayên xwe yên bîolojîk ser dikin.

Helbet ev ecêb e û mijareke sermezarî û rûresiyê ye. Ji bo jiholêrakirina rewsên wiha, erkên mezin dikevin ser milên welatparêzên Islami.

Îro PYD (PKK) li Rojava ser dike, PDK (Kurdistana Federe) jî çavdêriya vî serî dike ango disopîne.

Pêwîst e yê ku li dijî dijmin ser neke, li cem yê ku ser dike bisekine. Me her tim wiha kir. Bi kurtayî, di vê rewsa de, divê birêz Barzanî pêveberdêr be, bi tundî qetliama Rojavahiyan sermezar bike û YPG-ê wek artêsa Rojava bipejirîne.

Belê, berpirsiyariya neteweyî vî tistî dixwaze.

Ji bo vê yekê hostahiya siyasî û zeka ango jîrîtiyên bihêz ne pêwist in. Sekna Kurdîstanî bes e û zêde ye jî. Em hêvî dikin ku birêz Barzanî sekin û helwesteke wiha nîsan bide. Mezinahî, xwe mezin nîsan kirin nîne. Lê rêvekirin e, mezinkirina heval û birayan bixwe ye. 

Wekî din vekisandiniyên di nav partiyan Kurdan pistî komkujiyên li Sûrî dibe ku Kongreya Neteweyî bixe xeterê.

Hejarê Samil

[email protected]

 
F
E
E
D

B
A
C
K