Xewên TCê verevîne. Dîsa har û hêc bûye. Gava dergehekî xêrê ji bo Kurdan vebû esebîyeta TCê di dereceya herî bilind da hildifire. Kirîye serê xwe, divêt Kurd nebine xwudan maf û statû!. Heke li beşekî Kurdistanê pêkhatibe jî divêt bête xirab kirin. Ev e heqîqeta TCê. Ji nîveka dilê xwe dijî Kurd e, dijî Kurdistanê ye. Li başûra Kurdistanê statûyeke Kurdan heye lê ne bi dilê wê ye. Nikare hilweşîne lê belê têkvedanê dike, fitne û fesadê dike, dagîrîyê dike, leşkerê xwe bi hezar hîle û dek û dolaba li navçeyên Kurdistanê bi cih dike. Li rojavayê Kurdistanê statûyek pêkhatîye û eve jî bûye kabûsa TCê. Ji xwe li bakurê Kurdistanê dijminahîyeke bêtixûb, kuşt û kuştdarîyeke xedar dike.
Vê gavê Kurd û hevalbendên wan dijî DAIŞa ku hêj jî, ji alîyê TCê ve bi rengekê tête xwudan kirin êrişeke berfireh dayîne dest pê kirin. Li enîya rojavayê bi pêşengîya Kurdan her diçe dora DAIŞê tête tengav kirin. Li başûrê Kurdistanê jî herwisa. Piştî rizgarîya Şingalê ji bin destê DAIŞê, niha jî Kurd û tifaqdarên wan yên navneteweyî ber bi rizgarîya Mûsilê ve di nav bizaveke xurt ya leşkerî da ne. Ji alîyê Mûsilê heta milê Efrînê Kurd li du enîyan dijî DAIŞê roleke pêşeng û esasî dileyizin û bedelekî giran jî didin. Helbet encama vê rola bingehîn dê hebe û eve jî qazanca Kurdan e. TC tehemula vê rastîya encama şerî nake û lewma jî bi êrişkarîyê dixwaze prosesa di lehê Kurdan da li rojhilatanavîn vegerîne eleyhê Kurdan.
Xelkên Iraqê jî yên Sûrîyeyê jî, TCê naxwazin û dizanin ku hebûna wan di van navçeyan da ne ji bo xêrê ye, ji bo şer, fitne û dagîrkerîyê ye. TCê li başûrê Kurdistanê ji Başûka ve, li rojavayê Kurdistanê ji Cerablusê ve gelek aşkera dijî Kurdan cepheyê şerî vekirîye û yêk armanca wê heye, ew jî rê li ber pêşkevtin û serkevtina Kurdan birîne.
Niha dest pê kirîye alîyê Efrînê û herêma Şehbayê bombarduman dike. TC di halê hazir da ji du cepheyan ve, ji Mûsil û Efrînê ve dijî Kurdan di nav têkvedan, xirabkerî û şer da ye. Divêt eve ji alîyê hemû Kurdan ve bi zelalî bête dîtin. Şik tê da nîne ku ji vê êrişkarîya TCê wekî dewleteke dagîrker ya Kurdistanê Îran jî razî ye, hukûmetên Bexda û Şamê jî di dijminahîya TCê ya li ser Kurdan da bi bêdengî hevniyet in. Nerizayetîya hukûmetên Bexda û Şamê ya digel TCê ne bombardumana TCê ya li ser Kurdistanê ye. Rikeberîya wan vekêşkana hegamonîya wan ya li Kurdistanê ye û hemû Kurd divêt di roja îro da vê yêkê bibînin, bizanin û bi şuûreke neteweyî û niştimanî tifaq bin ku vê leyiza çaralî ya dagîrkeran vala derêxin.
TC di vê dijminahîya mezin ya dagîrkeran da li pêşîyê ye û bi hemû hêza xwe ve daku Kurd berze bikin, negihin mafên xwe, nebine xwudan statû şerekî xedar dike beramberî Kurdan. Bombardumana li rojavaya Kurdistanê, têkvedan û fitnekarîya li başûrê Kurdistanê divêt baş bête xwendin û di serî da dijî TCê û hemû hewl û bizavên dagirkeran di enîyeke berfireh ya Kurd û Kurdistanî da berxwedan û têkoşîneke xurt divêt bête dan ji alîyê hemû Kurdan ve.
KNK bi hişyarîyeke bilind ya neteweyî û niştimanî û bi giringî hawarê dike ku Kurd û Kurdistanî mil bi milê hev di enîya parastina Kurdistanê da tifaqê bikin.
KNK herwisa bangî dinyaya demokratîk jî dike ku rola Kurdan ya di guhorîn û demokratîkkirina rojhilatanavîn da bi başî bibînin, nekevine nav hesabên biçûk yên digel dewletên wekî TC, Îran û tifaqdarên wan û bêyî dudilî hevkar û piştevanê Kurd û Kurdistanîyan bin ku rojhilatanavîn ji vê belaya kevneperstî û paşverûtîya islama cihadîst û rejimên dîktatorî û kolonyalîst bête rizgar kirin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
21. 10. 2016, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K