Di 2 Cotmeh 2008 de senator Geert Lambert bi alîkariya Koma Interparlementeran ji bo Kurdan, Enstituya Kurdî ya Brukselê, Kongreya Neteweyiya Kurdistan û Vrede vzw (Komela Astiyê) konfeansekê bi nave  ‘Proseya endametiya Turkiyê ji bo YE: rewsa dawîn’ amade dike. Divê Turkiye di demeke zû de bibe endamê YE yan bastir e ew bibe sirîkê teybetî (ne endamê mîna her dewleteke din lê xwedî teybetmendiyeke cihê) bi YE re? Rola olê (dîn) di minaqesan de dilîze yan na? Pirraniya Endamên Yekîtiya Ewropa di çi baweriyê de ne? Turk bi xwe bi çi bawerî ne?
Li ser van pirsan ewê di roja 2yê Cotmehê de, li parlementoya Brukselê, berpirsiyarên Ewropî, Kurd û Turk, rawestin û bersivan bidin.  Ewê berhemên sê sal axaftin, xebat, zehmetî û bidestxistinan biaxivin. 
Sê sal berê, di 3 Cotmeh 2005, Turkiyê bi awayekî fermî dest bi muzakereyên endametiyê ji bo Yekîtiya Ewropa kir. Bruksel, di wê baweriyê de ye ku di warê aborî de pêsketin hene lê ji 2005 û vir de giraniyek û belabûnek di vê proseya guhertinan de peyda bûye. Heta niha pirsa Kibris çareser nebûye. Heta niha Lesker di jiyana siyasî de xwedî roleke mezin. Serrê di navbera PKK (Partiya Karkerên Kurdistan û leskerê Turk di salên dawîn de hê xurttir bûye.
Yekîtiya Ewropa û gelek saziyên navneteweyî ji Turkiyê daxwaz dikin ku ew di warê mafên merovan de li Kurdistan, pirsên jinan û pirsên olan (dîn) li welêt çareser bike.
Herweha di nava Yekîtiya Ewropa de, dewletên mîna Fransa, Elmanya û Otrîs di pirsa endametiya Turkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa de bê dil in.
Ji bo ev pirsên jor bi awayekî fereh werin axaftin û minaqesekirin konferans amade dibe. Her kesê dixwaze dikare besdar bibe.  
ADRES: Huis der Parlementsleden – Congreszaal (Leuvenseweg 21 – 1009 Brussel)
Tarîx:  2 Cotmeh 2008 – ji saet 13.00 heta 18.30
Xwe nivîsandin ji bo besdariyê heta 29 Îlon 2008 li ba: [email protected] yan fax: 0032 (0)2.231 00 97
Besdarî: azad e
Aghadariyên din:
Geert Lambert, senator: [email protected] yan 02/513 20 36
Koerdisch Instituut vzw: [email protected] yan tel.: +32/(0)2 230 34 02
Amadekirin: Senator Geert Lambert
Bi alîkariya : Koma Interparlementeran ji bo Kurdan, Enstituya Kurdî ay Brukselê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistan, Vrede vzw  

Ji bo xwenivîsînê formulan ji vê navnîşanê bistîne:
Bi Hollandî https://www.kurdishinstitute.be/nederlands/309.html
Bi Frensizî : https://www.kurdishinstitute.be/francaise/311.html

F
E
E
D

B
A
C
K