Li roja 02.10.2008 li avahiya Parlementoya Beljîka li Bruksel Konferasa proseya endametiya Turkiya bo YE û
doza kurdan hate li darxistin ji aliyê Enstituya Kurdî Ya Brukselê û bi alîkariya çend saziyan hatibû amadekirin.
Li destpêke senator Geert Lambert senatorê Flaman, konferas vekir û bi xêrhatina amadebuyan kir û rê da
endamê Perlementoya Ewropa Bart Staes, da ku peywendiyên di navbera Turkiye û Yekîtiya Ewropa da anîn ser
ziman û da xuyakirin ka gehiştine çi radeyî û Prof. Dr. Dirk Rochtus, maostayê Zaningeha Antwerpen, ser rewşa
siyasî a evro li Turkiye axaft û şirove kir. Di konferanse de serokê şaredariy Sûr yê berê Abdullah Demirbaş li ser
doza Kurdan li Turkiye axqvt û piştî bihnvedanekê senatorê kevn Lionel Vandenberghe rûniştina duyê bi rêve bir
û rêd a nivîskarê kurd Orhan Mîroglu ku ji Turkiye hatibû û bi biryara dadgehek Turkî nabe bi zimanê kurdî
biaxive û li dor rola artêşê di dewleta Turkiye de û serokê komela mafên mirovan şaxê Amedê Muharem Erbey li
dor rêzgirtna mafên mirovan li deverên Kurdan li Turkiye axaft û dergehê pirsan hate vekirin û çendên amedebûyan
pirs û ditinên xwe anîn ser ziman û li dumahiyê mezgerdeke hevbeş hate li darxistin bi beşdariya Dirk Van Der
Maelen (sp.a), Frieda Brepoels endama Perlementoya Ezropam, Elke Tindemans (CD&V), Ahmet Dere (KNK),
Dogan Özgüden (Info-Türk) û Bart Staes.
Hêjayî gotinê ye ku berêz Abdullah Demirbas, şahredarê berê yê Sûrê li Amedê Xelata Aştiyê ji aliyê
Parlementerên Flaman yên Parlementoya Ewrupa û parlementoyên din yên Federal li Beljîka hate rêz lêanîn ji
sedema xebata wi di ware ziman û çand a Kurdî de.
Li ser amadekirina konferansê û xelata ji bo Abdullah Demirbaş serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê Derwêş M.
Ferho weha got: ‘Di vê mehê de ewê rayedarên Turk û Ewropî werin cem hev û proseya endametiya Yekîtiya
Ewropa biaxivin. Turk dibêjin ku ew di warê demokrasiyê de, di warê mafên merovan û gelan de li Turkiyê gavên
girîng avêtine. Gelek caran Ewropî bi van Turkan bawer in û îddîa dikin ku Turkiye ber bi başbûnê diçe. Lê rastî
weha nîne. Li gora raporên mafên merovan û di jiyana rojanede meriv baş dibîne ku rewşa îro ji ya salên bihurî
baştir nîne. Heta ez karim bêjim ku rewş hê jî xerabtir dibe û ti hêvî nabînin ku wê baş bibe. Bi saya beşdarên ji
welêt û siyasetmedarên Beljîkî û çend pisproen vê mijarê em dixwazin rastiyê bi Ewropiyan bidin naskirin. Em,
Kurd jî, dixwazin ku Turkiye bikeve nava Ewropa demokratîk. Lê ne mîna Turkên serhişk û nîjadparêz. Divê ew
mîna merivan, li ser esasê Kriterên Kopenhagê, bi mêjiyê demokratîk û rêzgirtina mafên merovan û yên Kurd,
Ermenî, … bibin endamê Ewropa. Eger Turkiye demokratîk nebe ji bo me jî û ji bo Ewropa jî tehlûkeyeke mezin
teşkîl dike."