Juriya Weqfa Ferho, di civîna 01.01.2011an de, navên kesên hêjayî xelatê dîtin kifş kirin. Jurî ji bo xelata îsal Mamoste Medya û TZP Kurdî hêjayî xelatê dîtin.

Weqafa Ferho, destnîşan kir ku, di qonaxa îro ya têkoşîna gelê Kurd de, ziman bûye nasnameya gel  û gelê Kurd jî, ji bo nasnameya xwe, di her qada jiyanê de  têkoşînê dike.

Di vê çaçrovê de, TZP-Kurd bi awayekî rêxistinî doza zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî kire rojevê û têkoşîneke dîrokî da dest pê kirin.

Di heman çarçovê de, Mamoste Medya di temenê xwe yê biçûk de, ji bo hemnifşên xwe fêrî zimanê Kurdî bike, dest bi mamostatiyê kir û îro, bû sembola hîndekariya zimanê Kurdî.

Bi vê pêwanê Weqfa Ferho karûxebatên TZP Kurdî û Mamosta Medya silav kirin û ew layiqî xelatê dîtin.

Mîna her sal îsal jî, ji bo radestkirina xelatan, Weqfa Ferho wê li navçeya Mêrdin-Midyadê, gundê Mizîzexê, di 3ê Adarê de, saet di 11.00an de, torenekê lidar bixe û xelatan  radestî  TZP-Kurdî û Mamoste Medya bike.

F
E
E
D

B
A
C
K