Wekî tête zanîn, "Fûara Pirtûka ya Frankfurtê" hersal welatekê wekî "mêhvana honurê" hildibêjêre. Rêvebirîya fûarê, di 26ê Îlona 2006ê da, digel Wezareta Kulturê ya Komara Tirkîyeyê protokolek çêkir û Tirkîye ji bo sala 2008ê wekî "mêhvana honurê" hilbijart. Wezareta Kulturê jî, ji bo aktîvîteyên fûara ku dê di rojên 15-19 Çirî 2008ê da pêkbêt, 7 milyon euro butçe amade kir. Wezareta Kulturê ya Komara Tirkîyeyê, digel wesangerên Tirkîyeyê li Fûara Pirtûkan ya Frankfurtê dê programeke danasîna Tirkîyeyê bi cih bînin.

Hêj di serî da em hewce dibînin bêjin ku: Beramberî Fûara Pirtûka ya Frankfurtê çu reftareke me ya subjektîv û negatîv nîne û bi armanceke wisa jî em vê daxuyanîyê nadin. Aktîvîteyên bi vî rengî, ji bo pêskêskirin, danûstandin, têkilî û ji hevdu istifadekirina kultur û edebîyata neteweyî û unîversal platformên gelek giring in. Gelek normal û heq e ku her welatek besdarî aktîvîteyên navneteweyî yên bi vî rengî bibe û kultur, edebîyat û folklora xwe, welatê xwe bide nasandin. Di çarçoveya vê prensîbê da normal e û heqê Tirkîyeyê ye jî ku besdarî aktîvîteyên bi vî rengî bibe û kultura xwe bide nasandin.
Lê belê, mevzû hinde ne "masûmane" ye. Tirkîye bi "butçeya 7 milyon euro", gelo dê hebûn û bihayên xwe yên kulturî bide nasandin, anjî dê li goreyî tradisyona dewleta xwe ya rasîst, propagandaya xwe ya nasyonalîst û sovenîst bike? Bi programa xwe ya hazirkirî ve, askera bûye ku dê di "Fûara Pirtûka ya Frankfurtê" da bejn û bala dewleta xwe bide nîsan dan.

Berî hertistî, Tirkîye wekî dewlet û hukûmet, bi polîtîkên xwe yên îro, divîya bû ku wekî "mêhvana honurê" nehatiba vexwandin ji bo vê platforma edebîyat û kulturê û ev statuye jî heq nekirîye. Em di wê bawerîyê da ne ku di vê yêkê da qusûra mezin ya rêvebirîya Fûara Pirtûka ya Frankfurtê ye. Heke welatek di nav xwe da, li ser neteweyên dî, li ser xelk, komên etnîk û dînî û grûbên civatê zordestîyê bike, hetta asîmîlasyon û jenosîdê bi kar bîne, beramberî kulturên cuda toleransê nîsan nede, li ser kulturên cuda polîtîkên nînekirinê di rê bibe, ji bo platformên kulturî yên navneteweyî yên bi vî rengî, bi vê statuyê divêt neyê vexwandin.
Tirkîye di serî da xelkê Kurd û kêmanîyên dî yên etnîk û dînî, pêkve hebûnên wan yên zimanî û kulturî dibirîne. Dewleteke ku kulturên dî dibirîne, gelek askera kulturan dikuje, di platformeke navneteweyî ya kulturî da, çawa dibe ku bi statuya "mêhvana honurê" adeta tête xelat kirin? Cîhana nivîsînê ya Elmanya, ku yêk ji welatên amîral ya Yêkitîya Ewrûpayê ye ku xwudanê norm, biha û tradisyonên demokratîk in, çawa dibe ku sasîyeke wisa dikin? Tirkîye hem li nav xwe, hem li navçeyê, hem jî li dinyayê bi timamî bi hizir û bîr û pratîka "Emperyalîzma Kulturê" hereket dike. Li Tirkîyeyê birandineke tîr ya ziman, kultur û folklora Kurdî heye. Dewleta Tirkîyeyê, bi salan e ku Kurdan ji alîyê ziman û kulturê ve asîmîle dike. Ev bizava xwe di van salên dawîyê da hilkêsaye dereceya jenosîdê. Dewleta Tirkîyeyê, ji çeperên ziman, kultur, edebîyat û folklorê, li Kurdistanê serekî nînekirinê didomîne û di ser da jî di aktîvîteya mezin û rêzdar ya Fûara Pirtûka ya Frankfurtê da bi vê statuyê cih digire ku ev yêke divêt ji bo cîhana întelektuel ya Elmanyayê paradokseke kûr be. Dewleta Tirkîyeyê ku li ser pirtûkên Kurdî qedexeyeke mezin rewa dibîne, divîya bû ku ji bo "Fûara Pirtûka ya Frankfurtê" ne wekî "mêhvana honurê" hatiba gazî kirin, heke da her bête gazî kirin jî, ji ber polîtîkên zalimane yên li ser Kurda û xelk û neteweyên dî û bawerîyên dînî, ji ber van sûcan, bi armanca rexnekirin û hisab lê pirsîna van sûcên kirî, divîyabû hatiba vexwandin.
Em Kurd, rêvebirîya Fûara Pirtûka ya Frankfurtê gelek vekirî û bi giranî rexne dikin.
Em Kurd, Komara Tirkîyeyê ji ber polîtîkên rasîst û soven yên li ser ziman, kultur, folklor û edebîyata Kurdî û pêkve xelkê Kurd sermizar dikin û Tirkîyeyê bi "honur" hereketnekirinê sûcdar dikin û dijmina pirtûk û kulturê îlan dikin.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê
Instîtuya Kurdî ya Brukselê
Înstîtuta Kurdî li Elmanya
Înstîtuya Kurdî ya Stockholmê
Kon-Kurd
Yek-Kom
Yêkitîya Mamostayên Kurd [YMK]
Federasyona Elewîyên Kurd
Federasyona Komeleyên Êzîdiyan
Civaka Islamîya Kurdistanê [CÎK]

25 Agustos 2008

**

Türkçe:

Türkiye "Frankfurt Kitap Fuari"nda "onur konugu" olmayi hak etmiyor!

Bilindigi gibi, "Frankfurt Kitap Fuari" heryil bir ülkeyi "onur konugu" olarak seçiyor. Fuar yönetimi, 26 Eylül 2006 da, TC Kültür Bakanligi’yla yaptigi protokol ile 2008 yili için Türkiye’yi "onur konugu" ülke olarak seçti. Kültür Bakanligi da, 15 – 19 Ekim 2008 de gerçeklesecek bu büyük etkinlik için 7 milyon euro bütçe ayirdi. TC Kültür Bakanligi, Türkiye yayincilari ile beraber Frankfurt Kitap Fuari’nda Türkiye’yi tanitacak bir program uygulayacaklar.
Daha bastan belirtmekte yarar görüyoruz: Frankfurt Kitap Fuari’na karsi öznel ve de negatif bir tutumumuz yoktur ve bu amaçla da bu açiklamayi yapiyor degiliz. Bu türden etkinlikler ulusal ve evrensel kültürlerin, edebiyatin sunumu, birbirini tanimasi, etkilesmesi için son derece önemli platformlardir. Böylesi uluslararasi etkinliklere her ülkenin katilmasi, kendi kültür, edebiyat ve folklorunu, topyekün kendini tanitmasi dogaldir ve haktir. Bu prensibal çerçevede Türkiye’nin de böylesi etkinliklere katilmasi, kendi kültürünü tanitmak istemesi dogaldir, hakkidir.
Ne var ki, konu bu denli "masumane" degildir. Türkiye "7 milyon euro" bütçe ile kendi kültürel varlik ve degerlerini mi tanitacak, yoksa irkçi devlet gelenegine uygun olarak kendi soven milliyetçi propagandasini mi yapacak? Hazirladigi program ile Frankfurt Kitap Fuari’na bir "Türkiye Devlet çikarmasi" yapacagi belli olmustur.
Öncelikle Türkiye bugünkü devlet ve hükümet politikalari ile böylesi bir kültür ve edebiyat platformuna "onur konugu" olarak çagrilmamaliydi ve bu statüyü de haketmiyor. Bunda kuskusuz Frankfurt Kitap Fuari yönetiminin ciddi kusuru oldugunu düsünüyoruz. Bir kez, bir ülke eger kendi içinde, baska uluslara, halklara, etnik ve dinsel topluluklara, toplumsal kesimlere baski, hatta asimilasyon ve jenosid uyguluyorsa, baska kültürlere toleransla yaklasmiyorsa, farkli kültürleri yokedici politikalar yürütüyorsa, bu türden uluslararasi kültür platformlarina bu statü ile çagrilmamalidir.
Türkiye basta Kürt halki olmak üzere tüm etnik ve dinsel azinliklarin topyekün dilsel ve kültürel varliklarini yok etmeye çalisiyor. Baska kültürleri yoketmeye çalisan, açikça kültürel kiyim uygulayan bir devlet nasil bir uluslararasi kültür platformunda "onur konugu" statüsüyle adeta ödüllendirilir? Demokratik norm, deger ve gelenege sahip Avrupa Birligi’nin amiral ülkelerinden Almanya’nin yazin dünyasi nasil olur böylesi bir yanlisi yapar? Türkiye hem içte, hem bölgede, hem de dünya da, tam bir "Kültür Emperyalizmi" anlayisi ve pratigiyle davraniyor. Türkiye’de katiksiz bir Kürt dil, kültür, folklor kiyimi var. Türkiye devleti, yillardir Kürtleri dilsel ve kültürel olarak asimile etmeye çalisiyor. Bu çabalarini son yillarda jenosidal düzeye çikarmis durumdadir. Dil, kültür, edebiyat ve folklor çeperlerinden, Kürdistan’da kiyasiya bir yoketme savasi sürdüren Türkiye devletinin Frankfurt Kitap Fuari gibi büyük ve saygin bir kültürel etkinlikte bu statüyle yer almasi, Almanya entelektüel dünyasinin vahim bir paradoksu olmalidir. Kürt kitaplarina hertürlü baskiyi reva gören Türkiye devleti, Frankfurt Kitap Fuari’na "onur konugu" ülke olarak degil, eger illede çagrilacak idiyse, basta Kürtler olmak üzere tüm ulus ve halklara, inançlara baski uygulayan ve bu suçlardan dolayi kinanmasi gereken bir ülke olarak, yargilanmak, elestirilmek, hesap sorulmak üzere çagrilmaliydi.
Biz Kürtler, Frankfurt Kitap Fuari yönetimini açikça ve yogun olarak elestiriyoruz.
Biz Kürtler, TC’nin Kürt dili, kültürü, folkloru ve edebiyati, topyekün Kürt ulusu üzerinde uyguladigi irkçi soven politikalari protesto ediyoruz ve TCyi "onurlu" davranmamakla suçluyor, kitap ve kültür düsmani olarak ilan ediyoruz.

KNK Dil ve Egitim Komisyonu
Brüksel Kürt Enstitüsü
Almanya Kürt Enstitüsü
Stockholm Kürt Enstitüsü
Kon-Kurd
Yek-Kom
Kürt Ögretmenler Birligi [YMK]
Kürt Aleviler Federasyonu
Yezidi Dernekleri Federasyonu
Kürt Aleviler Federasyonu
Kürdistan Islam Toplumu

25 Agustos 2008

F
E
E
D

B
A
C
K