Di çarçeweya roja navneteweyî de ku her sal li Brukselê pêk tê îsal jî Ehmedê HUSEYNÎ (UK), Rûkiye OZMEN (DUI) û Peter  HOLVOET-HANSSEN berhemên xwe (helbest, çîrok û serpêhatî) dixwînin.
Di heman demê de jî wergera wan li ser ekranê tê xuyakirin.
HEKÎMO, mîna her sal bi muzîk û sitranên xwe yen xwesh guhdarvanan dibe nava jiyana Kurdî li Kurdistanê.

Cî: Ten Noey, Gemeentestraat, 25
1210 Sint Joost ten Noode (Brussel) 
Du nivîskarên Kurd û yek Flaman, bi Hekîmo re berhemên xwe di çarçeweya ramana wêjeya serhildanê pêshkêshî beshdaran dikin. Ev çalakî di roja yekshemê, 10ê Sibatê 2013, saet di navbera 15 û 18 de derbas dibe. Cî: Gemeenschapscentrum Ten Noey, Gemeentestraat 25, 1210 St.-Joost-ten-Node (Bruksel e). Ketina hundiru belash e. Ji bo agahdariyan: e-mail [email protected], yan +32 2 2 230 34 02, +32 479 562 962
Ehmedê HUSEYNÎ (UK)
bi helbesta xwe, bi awayê nivîsê xwendkaran dibe cîhaneke din. Dema meriv li helbesta wî, ji aliyê wî tê xwendin, guhdar diçine nava jiyaneke tejî êsh, nexweshî, zor û neheqiyan ku meriv mecbûr dimîne bikeve nava berxwedanê û serî li hember wê jiyana bindestiyê rake.
RÛKIYE OZMEN (DUI)
Rukiye Ozmen (Dui) ji destpêka nivîsa xwe de jiyana gele Kurd, êsh û bindestiya wî nivîsiye. Wê ciyê jina Kurd jî di wêjeya xwe de bi awayekî fereh nivîsiye ku girîngiya nivîskariya xwe, mîna jin, di nava gelek zehmetiyan de bi xwendekaran daye pejirandin.
PETER HOLVOET-HANSSEN 
Peter Holvoet-Hanssen di salên 2010-2011 de helbestvanê bajarê Antwerpen bû. Ew xwediyê çend  xelatên edebî ye. Di nivîsên xwe de awayekî wî teybetî ku tiyatral û muzîkal e heye. Mijarên helbestên wî bi pirranî civakî ne.
https://kurdishinstitute.be/nederlands/activiteiten/7767-interliteratour-in-ten-noey-sint-joost-ten-noode-brussel.html

F
E
E
D

B
A
C
K