Rewşen Bedirxan; eva ku berî 100 salî di sirgûnê de, li Tirkiyê, bajarê Qeyserî(11/09/1909), çêbûye, di sirgûnê de, li Sûriyê, bajarê Baniyasê(01/06/1992), koça dawî kiriye û gora wê li Şamê ye. A ku piraniya temenê xwe li Şamê derbas kiri û zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wê bû.. Mala wê hêlîna welatparêzên Kurda bû.. Piştî koçkirina mîr Celadet Bedirxan di sala 1951ê de, ew yek bû ji kurdperwerên di rojhilata navîn de, yên ku navê malbata Bedirxaniyan hilgirtin û bi endamên mayî ji komela Xoybûn re wek: Dr. Nûrî Dêrsmî, Dr. Ehmed Nafiz, Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can û Malbata Cemîl paşa.. bervedêrî di ber mafê gelê kurd û kêşeya kurd de kir..

  Mala wê li Şamê, wek kelehekê bû ji Kurdistaniyan re.. Ji her çar perçeyan xwe lê digirtin û lê dibûn mêvan… Di mala wê de, civînên destpêkê yên damezirandina PDKS dihatin li darxistin.. Ew bû ya ku li Şamê, di nav ereb û biyaniyan de wek sembolekê bû ji netewiya kurdî re..

  Rewşen Bedirxan, yekemîn jina Kurd e, ku bi kurdiya Laînî di kovara Hawarê de nivîsandiye.. Yekemîn jina kurd e, ku toreya kurdî bi zimanê erebî belav kiriye û ereb serwxtî tore û wêjeya kurdî kirine.. Kebanî û dotmama Mîr Celadet Bedirxan bû û yek bû ji derçûyên dibistana wî… Hem jî wergêreke çeleng bû, ji zimanê kurdî û tirkî bo zimanê erebî..

   Eger di heyamê wê de Hefse xana Neqîb, di nav soranîaxêfan de, jina yekemîn a bi nav û deng bû, bêguman di nav me Kurmancîaxêfan de Rewşen xanim Bedirxan jina yekemîn bû.

   Rewşen xanim Bedirxan, xweş nimûne ye di Kurdistanê de, ji jina kurd a pêşketî re.. Xwezî jina kurd bide ser şopa wê, ji serboriyên wê sûdê werbigire… Ew di rewşeke awarte de hat û navê xwe çesipand.  Ez ne bawerim ku nimûneyên wek wê di civata me a hevçerx de dubare bibe, ji ber ku hêj kesî cihê wê danegirtiye.. Dibe ku kesên wek wê di civata me a nûjen de derkevin, lê wê bi rengekî din bin.. Ji ber ku dem tête guhertin… Ew sirgûniya Osmaniya êdî nema ye… Lê tiştê balkêş di jiyana wê de, tevî ku li Kurdistanê ne jiya bû, tev jiyana xwe di sirgûn û zîvariyan de derbas kiribû, vê şêrejina kurd xwe dûrî irf û adetên kurdî nekir, pêwendiyên xwe ji Kurdistaniyan qut nekir.. Hêvî û omîdên wê vejandina zimanê kurdî bû, yekîtî û hevgirtina kurdan bû, serxwebûn û serfiraziya Kurdistanê bû.. û her û her di mala xwe de bi zimanê kurdî diaxifî… Û ewe ya ku ji berî 68 salan ve di kovara Hawarê de:(27/1941), berê xwe daye jinên Kurdan û wiha ji wan re gotiye: Ji me jinên Kurdmanc re divêt ko arîkariya mêrên xwe bikin, zaroyên xwe bie’limînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexweşiya nezanîyê xelas bikin… Ev xebat ji me, ji jinên Kurdmanc re ji hemî jinên dinyayê bêtir divêt. Ji ber ko zaroyên xelkê gava diçin dibistanê berî her tiştî hînî zimanê xwe dibin. Lê yên me wekê diçin dibistanê bi zimanê xelkê die’limin û carina yê xwe ji bîr dikin, ji ber ko me dibistan nîne û zaroyên me diçin dibistanên xelkê…

   Bihêvîme ku tev jinên kurd li ser şopa wî bilivin. Bi vê helkeftinê silavek rêzgirtin û wefadarî ji 100’mîn salvegera bûna wê re pêşkêş dikim, Yezdanê gewre wê bi dilovaniya xwe şad bike.

Qamişlo

 

X
F
E
E
D

B
A
C
K