Rewşen xanim Bedirxan / Hawar No: 27 / 1941   Her wekî diyare ku Bedirxanî di dîroka tevgera gelê kurd de, xwedî cihekî bilind û bihane, çi di warê xebat û bizava netewî de be û çi di warê wêje û rewşenbîriya kurdî a giştî de be.

   Rewşen xanim jî neferek ji vê malbata dêrîne. Wek diya kurdan dihat naskirin, kurdan jêre digot Dayê. Dayê Rewşen xwedî hestekî kurdeyatiya resen bû, pir dilovan û dilsoz bû, dêmê wê di rengê dêmên jinên ewropiya de bû, nerîna çavên wê kûr û tûj bûn, dema ku mirov cara yekemîn pêre rûdinişt û lê guhdarî dikir, hestekî bi tirs diket nava cegerê wî de.. Mezinahî û serboriyek dûr û dirêj di tîpên rûyê wê de xuya dikir, mirov dixwest her dem pêre rûne û lê guhdarî bike, nemaze dema ku serpêhatiyên jiyana xwe û mîr Celadet Bedirxan digot û dibiland.

   Di roja 01/06/2009an de 17 sal di ser koçkirina Rewşen xanim Bedirxan re derbas dibin û di roja 11/09/2009an de 100 sal di ser roja jidayikbûna wê re dibuhirin.

   Rewşen xanim Bedirxan eva ku gelekan ji me navê wê bihîstiye, an pirtûkên ku wê ji tirkî wergerandine erebî xwendiye, an pirtûka ku wê di sala 1954 an de, bi navê(Çend rûpel ji wêjeya Kurdî) bewerhevkiriye, xwendiye. Ev yekemîn pirtûk bû, ku xwendevanên ereb bi rêka wê serwextî wêjeya kurdî dibin…

   Rewşen xanim Bedirxan: Eva ku yekemîn jina kurd e, bi kurdiya latînî di kovara Hawarê de nivîsandiye… Yekemîn jina kurd e ku gelek xebat, bizav û çalakiyên têvel, di ber kêşeya gelê xwe de li Şamê kiriye, û di nav biyaniyan de dihat nas kirin wek sembolekê ji rewşenbîriya kurdî re..

   Lê mixabin, vê jina kurd ta roja îro, mafê xwe yê rêzgirtinê wek ku pêdiviye nestandiye.. Ji mafê wê ye ku di vê helkeftina 100 salî de, festîvalek bo wê li Hewlêra paytext bê gerandin û di vê festîvalê de navê wê li ser cihekî bilind, wek peymangehekê, dibistanekê an kolanekê bê danîn.. An pêkerek bo wê, wek nimûne ku jinek kurd a pêşeng e, tev jiyana xwe di ber welatê xwe de xerckiriye, di navtareke Hewlêrê an Duhokê an Silêmaniyê de bê bilind kirin.

*          *          *

   Rewşen xanim Bedirxan kiye?; neviya mîrê Botan e, dotmama û kebaniya pispor û zimanzanê bejin bilind mîr Celadet Bedirxan e. Ji Bedirxaniyên pir belav di çar kenarên cîhanê de, ew mabû ku, pêmayê Bedirxaniyan ji, dîroka Cizîra Botan, mîrgeha mîr Bedirxan, serboriya mîr Celadet û Dr. Kamîran li ser refikên pirtûkxaneya hiş û xeyalê xwe de diparast û di mala xwe de bi zimanê kurdî bi keça xwe Sînem xan û kurê xwe Cemşîd re diaxifî.

   Li gor her 83 salên ku di sere derbas bibûn, danûstandin wê bi welatparêzên kurdan re hebû û tev jêre bibûn pend, zanîn, kurdzanîn û zanîndan..Ta berî ku koça dawî bike, Rewşen Bedirxan a tekane bû  di nav Bedirxaniyan de ku navê Bedirxaniyan diparast. Wê jî mîna herdû pismamên xwe Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan ew şop dimeşand… Ji ber ku piraniya Bedirxaniyên din ji neçarî razî bûne ku li şûn navê Bedirxan (Çinar) bê nivîsandin, bi taybetî ew Bedirxaniyên ku li tirkiyê mane wek: Zarokên Tewfîq beg Çinar, ku niha li Stenbolê dijîn û zarokên Hikmet beg Çinar ku niha li Anqere û Adane dijîn û malbata Walî ku hiha li Misrê,  bajarê Feyûm dijîn û filimçêkirê bi nav û deng di nav ereban de Ehmed Bedirxan û kurê wî rejîsorê navdar Alî Bedirxan û gelek Bedirxaniyên din ku niha li Misirê dijîn, ji bilî Bedirxaniyên ku li Sûriyê ne wek: Zarokên Yûsif Bedirxan, ku niha li Şamê, taxa Mihacirîn dimînin û zarokên Sureya Bedirxan yên ku li Urdin, bajarê Eman in.. Lê mixabin nizanin bi zimanê Bedirxan, Tenê Rewşen xanim; navê Bedirxan, dîrok û zimanê wî bi xwe re hilanî û ta roja dawîn ji temenê xwe.

   Rewşen xanim, di roja 11ê tîrmeha 1909 an de li bajarê Qeyserî hatiye dinyayê, dema ku bavê wê di sirgunê de bû. Ew ji rex bav ve, dibe; Rewşena Salihê Mehmûdê Salih (birayê mîr Bedirxan). Ji rex dê ve ew dibe; Rewşena Samiya Bedrî paşa (kurê mîr Bedirxan).

   Rewşen xanim bi tenê çar sal ji biçûkaniya xwe li Stenbolê derbas kirine. Di sala 1913 an de, careke din Bedirxanî, ji Stenbolê û tirkiyê hatine sirgunkirin û di rojhilatanavîn û afrîqyayê de belav bûne, nemaze di Misrê, Lîbiya, Suriya û Libnanê de, hingê para bavê Rewşen, Salihê Bedirxan li Şamê, taxa Salihiyê ketiye, hingê ji vê taxê re dihat gotin (Salihiyet Elekrad).

   Li Şamê, Rewşen xanim dest bi xwendinê kiriye di dibistana Tereqî de, di pey re sê salan di mamostexanê de xwendiye, ta ku di sala 1925 an de bûye mamosta zimanê erebî di qunaxa seretayî de li Şamê. Pey re du salan zimanê tirkî û sê salan zimanê fransî û ingilîzî xwendiye û wiha fêrî van zimanan jî bûye.. û bûye mamosta zimanan li Urdûnê, bajarê Kerek, hingê Urdûn û Suriye yek bûn.

   Sê salan li Urdûnê maye, di sala 1928 an de zîviriye Şamê û li Şamê mamostetiya xwe berdewam kiriye ta sala 1935 an, jê pêve bûye berpirsyara dibistanê (Mudîre), ta sala 1964 an, hingê ew vegerandine karê wê yê berê mamostetiyê. Ew jî di wan salan de ji kar aciz dibe û temenê wê jî mezin dibe, vêca teqawîta xwe distîne û li mala xwe rûdinê.

   Di vê navberê de du caran di zewice; Cara pêşîn di sala 1929 an de bû, bi xortekî ereb re ji suriyê navê wî Omer Malik Hemdî, lê pêre dûmnekir, di sala 1931 ê de hev û din berdan, bi tenê keçek bi navê Ûseymaxan ji vê zewacê maye, Rewşen xanim ev keça xwe bi xwedîkirin daye ta ku ew zewicandiye bi Zihêrê Alî axa Zilfo re. Niha ev keça wê li Qahîre dimîne, sê keçen wê hene; Şêrîn, Nesrîn û Rewşen.

   Cara dudiwan di sala 1935 an de, bi kurmamê diya xwe mîr Celadet Bedirxan re dizewice. Bi vê zewacê kefxweş û şad dibe. mîr Celadet di sala 1927 an de nû ji ewrûpa dizîvre Libnanê û tê Şamê. Li Şamê çav bi Rewşen xanim dikeve û hev nas dikin…

   Piştî beravêtina şoreşa Agrî û weşandina kovara Hawarê, mîr Celadet û Rewşen xanim, ra û devdîrên xwe dikin yek û bi hev re dizewicin.

   Ji vê zewacê du zarok ji wan re çêdibin; keçek bi navê Sînem xan di 21/3/ 1938 an de çêdibe, di sala 1957 an de bekeloriya distîne û di zankoya Şamê de xwendina xwe di avokatiyê de dixwîne, di sala 1961 ê de bi endezyar, nivîskar û wergêr Selah Sadella re dizewice- mamoste Salah ji xelkê Zaxo ye- du zarok ji wan re çêdibin, Azad û Dilnaz. Lê kur bi navê Cemşîd e, di dawiya sala 1939 an de çêbûye, di sala 1958 an de bekeloriya li Şamê standiye, diya wî, ew di deynê salê de, li ser kîsê xwe rê kiriye Almaniya da ku bibe bijîjk, wek ku bavê wî mîr Celadet dixwest.. Li wir, xwendina xwe bi dawî anî û jinek Almanî ji xwe re anî, ji wê jinê kurek û keçek jêre çêbûn, kur navê wî Kurdo ye, niha doktore li Almaniya dimîne û keç navê wê Julia Evîne, ji berî du salan ve Evîn bi neviyê Cegerxwîn Jian Bedirxan re zewiciye û herdû li Almaniya dimînin. Dr. Cemşîd, di 10 meha dêsember a1999 an de li Barazîl çûye ber dilovaniya Xwedê, gora wî li Elmaniya bajarê koplinz e. Berdewamiya jiyana mîr Celadet û emîre Rewşen di di gelek qunaxên dijwar re derbas bûye, gelek rojên bi cefa dîtine; xaniyê wan bi kirê bû û ta roja ku emîre Rewşen koça dawîn kir di xaniyê bikirê de bû.

   Li ser rewşa wî a çetîn û xaniyê bikirê wiha ji min re got: Kurê min binivîsîne: Haza min fezil elekrad, Ango; eve qenciya ku kurdan e a ku bi min kirine…Tiştê ku ji kovara Hawrê û Ronahiyê dihat destê wan, jiyana xwe pê derbas dikirin. Tevî ku dewletên mîna Fransa, Iran, Urdûn û Tirkiyê dixwestin alîkariyê bi mîr bikin lê mîr alîkariya wan qebûl nedikir. Tenê razî bû bi wî tiştê ku ji kovarên wî dihatin destê wî, di gel mehiya kebaniya wî Rewşen. Bi van herdû jêderên diravî jiyana xwe derbas dikirin, tevî ku xaniyê wan ne li gor wan bû, lê ew pê razî bûn.

   Bi bûyera ku mîrê mezin, rojnamevanê jêhatî Celadet Bedirxan pê çû ber dilovaniya Xwedê, di bîra qederê de roja 15/07/1951ê, Emîre Rewşen Bedirxan ma dil biêş û xemgîn, rewşa wê a aburî jî, êdî nema pêre alîkar bû û kesî ji kurdan lê ne pirsî, ne jî alîkarî pêre kirin.. Vêca ji neçarî di sala 1972 an de mala xwe ji Şamê barkir bajarê Banyasê, ser kevya deriya sipî, li wir xanîk ji xwe re kirê kir û têde ma ta roja dawîn ji temenê xwe. Bi tenê pîrejinek Çerkez, bi navê Sebahet(Xwîşka jina helbestvanê kurd Qedrê Can bû), pêre dijiya û alîkariya wê dikir..

Hin ji xebatên Rewşen Bedirxan di warê rewşenbîrî de:

     Rewşen xanim, di navbera sala 1925 – 1926 an de, ji bo doza erebî dijî fransîzan bi nivîsên sekiniye, û bi taybetî di rojnameyên Felestîniyan û kovara Munîrva a Libnanî de.

   Di navbera salîn 1926 – 1973 an de, gotar ji kovara Alhuriye re dinivîsandin, ewa ku xwediyê wê Yûsif Melek bû. Di navbera salên1958 – 1959 an de, çîrokên zarokan di radiyo ya sûriyê de belav dikirin.

   Di sala 1957 an de, di ber gelê xwe de çûye Yûnan, di kongerê Antî Kolonyalîzimê de bi tena xwe amade bûye, û her çaç kursiyên ku navê Kurdistanê li ser wan hatibû nivîsandin, bi heybet û sawa xwe dagirtin. Tevî ku gelek kes li dij wê sekinîn û rêtengî jêr çêkirin mîna Mîşêl Aflaq, lê wê guh li wan nekir û navê gelê xwe bilind kir, bi tenê sefîrê sûriyê Yorkî Hekîm li pişt sekiniye, wek ku wê ji min re got…

   Rewşen xanim bi zimanê kurdî, erebî û tirkî dinivîsand û di karîbû bi zimanê fransî û ingilîzî bi peyve wek yekî fransî û ingilîzî..

   Di sala 1971 ê de, çû kurdistana iraqê, serdana Melle mustefa Barzanî û li Hacî Amran û bi jinên kurdistaniyan re Hevgirtina Afretên kurd damezirand…

Ji Wergerandina Pirtûkan

1 – Bîranînên jinekê: Ev pirtûk ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û di sala 1951 de li Şamê çap kiriye.

2 – Bîranînên keçek mamoste: Ev pirtûk jî, ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û li Şamê çap kiriye.

3 – Evîna min û Jana min:Ev pirtûk jî, ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û li Şamê çap kiriye.

4 – Çend rûpel ji wejeya kurdî: Ev pirtûk di sala 1954 an de çap kiriye wek wefadarî ji bîranîna mîr Celadet Bedirxan re.

5 – Nameyek ji Mistefa kemal Paşa re: Ji tirkî wergerandiye erebî û di sala 1990 li Şamê bi alikariya Dilawer Zengî çap bûye.

6 – Doza Kurdî: ji zimanê tirkî wergerandiye bo zimanê erebî û di sala 1990 de, Dilawer Zengî li Şamê çap kiriye.

7 – Giramêra Zimanê Kurdî: a mîr Celadet û Roger Lescot e, ji fransî hatiye wergerandin bo zimanê erebî û di sala 1990 de, Dilawer Zengî li Şamê çapkiriye.

   Hêjaye em li vê nivîsandina Rewşen xanim Bedirxan vegerin, ev nivîsandina ku li ser rola kebaniyan di avakirina  welatan de ye, a ku ji berî 68 salan ve di kovara (Hawar) ê de jimara (27) sala 1941 ê belavbûye:

 ( Xwehên min ên delal, herwekî hûn jî dizanin derdê miletê me ê mezin û xedar nezanî ye. Nezanî nexweşiyek e, û dermanê wê zinîn e. Nik miletên xudan hikûmet û teşkîlat vê nexwşiyê di xestexaneyine xisûsî de derman dikin û ji wan xestexanan re dibistan dibêjin. Mamoste, bijîşkên wê xestexaneyê ne.

Miletê me, ne xwediyê wan xestexanan e. Miletê me miletekî bê teşkîlat, bê xwedî û serî ye, miletekî belewela ye û di bin hikmê miletne din, miletine dijmin de ye. Lê dijminê me ê mezin, ê mezintir nezanî ye. Divêt em şerê wî dijminê xedar bikin. Di vî şerî de jî ji me jinên Kurdmanc re divêt ko arîkariya mêrên xwe bikin, zaroyên xwe bie’limînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexweşiya nezanîyê xelas bikin.

Ev xebat ji me, ji jinên Kurdmanc re ji hemî jinên dinyayê bêtir divêt. Ji ber ko zaroyên  xelkê gava diçin dibistanê berî her tiştî hînî zimanê xwe dibin. Lê yên me wekê diçin dibistanê bi zimanê xelkê die’limin û carina yê xwe ji bîr dikin, ji ber ko me dibistan nîne û zaroyên me diçin dibistanên xelkê…)

Qamişlo 25/05/2009

F
E
E
D

B
A
C
K