Bi mirina Mehmed Uzun em gelek bi xem in.

Ronakbîrê hêja, nivîskar Mehmed Uzun îro danê spêdê, 11ê Çirîyê [2007], li serbajêrê Kurdistanê, li Amedê [Diyarbekir] çavên xwe li jîyanê niqandin. Eve demekî dirêj bû ku di nav berxwedaneke xurt da bû beramberî nisaxîya dijwar. Mixabin ku nisaxîyê zora jîyanê bir û Mehmedê delal ji nav me rakir û bir. Mehmed çû ber sing û berê xwezaya pîroz. Axa Kurdistanê bihazan e, qedirgir e, dê vî hezkirîyê xwe bi germahîyeke tîr hilgire nav xwe û bi vîneke mezin rapêçe. Mehmed bi hiþ û bîr û hizirên xwe, bi qelemê xwe, bi reftar û pratîka xwe xizmeta xelkê xwe, welatê xwe, zimanê xwe kir. Ji meqaleyan heta þeiran, ji serpêhatîyan heta prosaya modern romanê, berhemên bihadar dîyarî xelkê Kurd û cîhana ronakbîrîya Kurdistanê kirin. Mehmed hem têkoþerê ziman û edebîyata Kurdî bû, hem jî bo doza mezin ya Kurd û Kurdistanê têkoþîneke xurt da û heta axirîn bêhna xwe jî bi van îdealên xwe ve girêdayî ma. Xelkê Kurd lawekî xwe yê têkoþer, cîhana ronakbîrîya Kurd jî endamekî xwe yê hêja winda kir. Ew tenê fizîken ji nav me çû, belêm bi berhemên xwe dê her î jînde be û di nav me da be. Em dizanin ku jana herî mezin malbata wî dikêþe. Em þirîkê xema malbata wî ne. Bila serê jin, zarok û kes û kar û tevayî malbata wî sax be. Bila serê xelkê Kurd sax be.

Bi navê Kolektîva Ronakbîrên Kurd:

ROJAN HAZIM, nivîskar

DERWÊŞ FERHO, þair, serokê Instîtuya Kurdî ya Brukselê

HAYDAR IŞIK, nivîskar

MÎRHEM EGÎD, rojnamevan

MEDENÎ FERHO, nivîskar

11 Çirî [Oktober] 2007
 
Enstituya Kurdî ya Brukselê
Bonneelsstraat 16, B-1210 Brussel | [email protected] | tel. +32-(0)2-230 89 30 | fax. + 32-(0)2-231.00.9

F
E
E
D

B
A
C
K