Organîzekar: Saziyên cuda (KOERDISCH INSTITUUT TE BRUSSEL/INSTITUTE KURDE DE BRUXELLES, ARTHIS, BEEFCAKE PUBLISHING, AUGUST VERMEYLENKRING, DE BEURSCHOUWBURG, CLUB CULTUREL BELGO RUSSE, DAVIDSFONDS, FAAB, FEDERATIE VAN ZELFORGANISATIES IN VLAANDEREN, FMDO, GEERT VAN BRUEANE VZW, HET BESCHRIJF, INTERNATIONALE COMITE, MASEREELFONDS, NOZIZWE, TERRA BASIL, UGANDA & FRIENDS COMMUNUTY IN BELGIUM, VERENIGING VAN ALBANESE SCHRIJVERS IN BELGIË, VERENIGING VOOR DE ONTWIKKELLING EN EMANCIPATIE VAN MOSLIMS, WILLEMSFONDS)
Ev çalakî bi alîkariya Komîsyona Civaka Flaman, Wezareta Perwerdê ya Flaman û Shahredariya Brukselê pêk tê.

Hunerên ku di vê festîvalê de de têne pêshkêshkirin helbest e, sitran in, çîrok û serpêhatî ne. Di van tevan de gerek e mijara DEMê were bikaranîn. DEM di jiyanê de, huner de çawa bikar hatiye anîn? Yan jî ji bo wan DEM çî ye?

Ev çalakî ji deh salan û vir de tê amadekirin. Amanca vê çalakiyê ew e ku kultûr û wêjeyên cuda li Brukselê, li Beljîka werin nasîn.

Enstituya Kurdî ya Brukselê her ji destpêkê ve di nava amadekirin û beshdariya vê çalakiya ya wêjeyî de ye. Heta nuka hin ji hunermendên ku me vexwendine û beshdar bûne ev in: Aramê Tîgran, Firat Cewerî, Ozan Shemdîn, Dilovan, Helîm Yusuf, Hesen Silêvanî, Xeyrî Bozanî, Nurî Evdal, Shahînê Bekirê Soreklî, … îsal jî Hosheng Osê bi helbestên xwe di ber sitraên Hekîmo re…

Netewên ku endamên wan li Brukselê hene bi pirranî beshdar dibin. Rus, Gurc, Ermenî, Romanî, Bulgar, Yewnan, Ereb, weke Kurd jî em tê de beshdar in. Heta nuka Turk beshdar nebûne…

Enstituya Kurdî ya Brukselê mîna yek ji mezintirîn û çalaktirîn sazî tê hesibandin, her sal ji serî heta dawî di nava organîzasyonê de ye. Bi saya Enstituya Kurdî heta niha, her sal beshdariya Kurdan tê de bû ye.

Îsal di çalakiyê de Hosheng Osê û Hekîmo hene. Hosheng Osê bi helbestên xwe û Hekîmo bi sitarên xwe helbestxwendinê dixemilîne.
Roja 13/11/2011, saet 17.30 li salona ARTHIS, Vlaamsesteenweg, 33 Rue Flandre – 1000 Brussel/Bruxelles

Meriv dikare vê çalakiyê li ser malperê jî bishopîne. http://www.interlitratour.be/nl/ yan jî bi zimanê Fransî http://www.interlitratour.be/fr/ E-mail: [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K