Mijar: Jiyana bi hevra, daxwazên Kurdan ji dezgehên Beljîka

Jiyana bi hevra pirsgirêkek rojane ye. Ev bû 50 sal ku civakên cuda hatina Beljîka û heta roja îro pirsgirêkên hevjiyanê di navbera etnîk, ol û kultûrên cuda de çareser nebûne. Pash wezîrtiya xwe rêzdar Bert Anciaux, avukat û senator pê aghadar bû ku gelek cudahî di navbera civakên nûh jî hene. Ango, ne herkesê ku hatiye vî welatî Ereb yan Turk e. Wî biryar stend ku li ser vê mijarê kûrtir bixebite û hin alternatîvan ji bo çareseriyê pêshniyar bike. Ji ber vê sedemê jî wî dest bi doktora xwe kir. Di wê çarçewê de jî ew bi temamiya civakên li Beljîka re rûdine û vê pirsgirêkê nîqash dike.

Di roja 22ê Gulanê de, li salona Enstituya Kurdî ya Brukselê, bi civaka Kurd re rûdine û dixwaze ji Kurdan bibihîze daxwaz, hêvî û pêdiviyên wan çi ne. Ji ber vê sedemê jî em, Enstituya Kurdî ya Brukselê, vê civînê girîng dibînin û hêvî dikin Kurdên li ser vê mijarê kar dikin bi awayekî girseyî beshdar bibin.

Pirsên werin axaftin ev in:
– Sedemên koçberiyê,
– Koçberî li welatên nuh, mînak; li Beljîka,
– Çi astengî û pirsgirêk di jiyana nuh de hene?
– Pêshniyar û alternatîf ji bo çareseriyeke jiyana hevrayî?
– Bi taybetî Kurd çi û çawa dixwazin?

Ev pirs û pêshniyar di civîna 22ê Gulanê de ewê werin nîqashkirin. Kesên bi van mijaran mijûl in (herî zede 45 kes) bi xêr hatin!

Hêviyên me ew in ku her kesê bixwaze beshdar bibe me agahdar bike! [email protected] yan jî [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K