Di salvegera Komkujiya Halepçeyê de (16 Adar 1988), ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û koma Çepgir (GUE/NGL) a Parlamentoya Ewropayê ve, li Peya li Bruksela paytexta Belçîkayê konferansek tê lidarxistin.

Li gorî nûçeya ANFê, konferans, saet 15.00-18.00ê li salona ASP 3G2 ya PEyê li dar dikeve.

Konferansa ku dê bi kurdî bête pêşkêşkirin û wergera wê ya erebî, îngilîzî û tirkî bête kirin, mêvandariya parlamenterên Ewropayî Jürgenn Klute û Jan van Aken dike û ji Herêma Kurdistanê Fadil Mihemed Qahir, parlamentera BDPê Sevahir Bayındır, Prof. Dr. Philip Spencer , Prof. Dr.Cebar Xafûr, Dr. Faiq Mihemed Ehmed û ji Komîteya Mexdûrên Halepçeyê Faxredin Selîm Yusif dê di konferansê de axaftinekê bikin.

Di konferansê de dê fîlmeke 10 deqeyî ya li ser Halepçeyê jî bête nîşandayîn.

Navenda Mexdûrên Halepçeyê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê û Konfederasyona Komelên Kurdî ya Ewropayê piştgiriya vê konferansê dikin û bi danezanekê jî dawî lê were.

om (AKnews)

http://www.aknews.com/ki/aknews/4/223599/

F
E
E
D

B
A
C
K