Bi awayên cûda xwestinê gelê kurd ji holê rakin. Ev yek ji alî hemî dinyayê vê tê zanîn. Dema ku gelê Kurd xwestiye bo netew û çanda xwe tistekî bikin jî, rastî êrîsên van dewletan hatiye. Ji Med TV heta Roj TV hemî sazîyên Kurdan para xwe ji van êrîsan girtin û digrin.

Bê tahamûliya dewleta Tirk li hember çand û kulturê Kurdî ji berê ve askere ye. Ji bo wê bi gelek derew, hîle û santajan dixwazin ku Danîmarka: Çav, guh û zimanê Kurdan ROJ TV bigre. Em vê daxwaz û helwestê bi tûndî sermezar dikin! Ji bo ziman, çand û wêja Kurdî rola Roj TV bi peyvan nayê tarîf kirin. Ew, deng, reng û xwesikiya mejîyê netewa Kurd e. Ew kenê li rûyê zarokên û ronahîya çavê jinên cihan e.
Em, wek Înstîtu û sazîyên Kurdên çandî û mirovî bang li dewleta Danimarka dikin ku dengê Kurdan yî kulturî qût nekê. Dengê demokrasiyê, mafê ragihand Kurdan û mirovên bindest qût nekin. Em bangî rewsenbîr û hemî hezên dinyayê, yên xwedî wijdan dikin ku pistgiriya ROJ TV bikin. 16/8-2011

Înstîtuya Kurdî li Stockholm
Radio Asitî-Stockholm
Enstituya Kurdî ya Brukselê
Kurdocide Watch-CHAK

F
E
E
D

B
A
C
K