Diyaspora ?
Diaspora ji zimanê Grekî ya kevn tê û tê wateya belavbûn, reshandin. Di mijara glan de, tê wateya belavbûna wî gelî di cîhanê de bi awayekî berfereh. Bi awayekî gishtî, dema meriv diyaspora dibêje, koç û belavbûna cihûyan, Ermeniyan, Grekî, Hindî, Katolîk, û hwd  tê bîra meriv.
Bi pirranî ev diaspora ji shert û mercên dijwar li rejîma dewletên ku ew jê ne peyda dibe. Zor, zilm, dijwariyên jiyanê, roleke mezin lîstiye.

Ya Kurdan jî bi vî awayî û ji van shertên dijwar pêk hatiye.
Li her cî û li ba her civaka di diasporayê de zehmet e ku meriv sed-û-sed bizane çiqas kes di diasporayê de dijîn. Li ba Kurdan ev yek hê jî dijwartir e meriv bizane. Sedem, nenasîna hebûna Kurdan di zagonan û statîstîkên dewletan, rewsha jiyanê ku Kurd tê de dijîn e.
Ji sedema ku li ti cî statistikên fermî/konkrêt li ser nifûsa Kurdan nîne, meriv nikare hejmareke sed-î-sed misewger/rast bide.
Lê mîna ku bi dehsalan em dikin, li ser esasê statîstîkên dewletên dagîrker û lêkolînên pirralî, meriv dikare hejmareke texmînî bide.
Kêm zêde em û derdorê me xwe bi van agahdariyan tetmîn dikin.
Aliyê Kurdan vê hejmarê carek û nîv zêde dibêje. Yên ku ji hebûna Kurdan jî aciz in van agahdariyan zêde dibînin û ¾ jê diavêjin nav ave. 
Ango:
Li gora Kurdan: +/- ji 35 heta 45 milyon
Turkiye 18 – 24 milyon, Iran 7 – 12 milyon, Irak 4 – 6 milyon, Suriye 1,5 – 2,5 milyon
Li gora agahiyên International: +/- 26 heta 37 milyon
Li Turkiye 12 – 14 mily on, Iran 6 – 7 milyon, Irak 3 heta 4 milyon, Suriye 700 000 heta 1.2 milyon
Li gora agahiyên dewletên ku Kurdistan dagaîrker kirine: Turkiye, Îran, Irak, Suriye: +/-  12 heta 14 milyon Kurd hene.
Min ev mînak dan ji bo em bizanin ku agahdariyên li vira ez didim jî li ser esasê texmînan in. Lewra em Kurd, mixabin heta roja îro di statîstikên fermî/konkrêt de nînin.
Kurd û koçberî
Gelê Kurd di temamiya dîroka xwe de, bi teybetî di nava sînorên welatê xwe de, hez ji koçê dike.
Sedemên aborî, heza xwezayê, xwezaya çiyayî û bedewiya welêt ev karaktêra Kurdan hê xurttir kiriye.
Kurdan di dîroka xwe de ne bû ye xwedî prensîbeke dagîrker. Her tim xwe û welatê xwe parastiye.
Koçberiya ber bi derva de
Ji sedemên cuda Kurd bûne qurbanên berjewendiyên olî, aborî, stratejîk û polîtîk.
Hakimiyeta olan li Kurdistan:
 – Xiristiyanîzm
 – Îslam
Êrîsh û talanên dewletan ji herêmê û ji dervayê herêmê:
 – Roma, Osmanî, Parsî, Erebî
Koçên zorê li Kurdistan
Dewlet û hêzên olî, Kurd her tim beramberî zor û zilmeke dijwar hishtine.
Bi sedhezaran Kurd:
 – ber bi Xorasanê
 – ber bi Anatoliyê
 – ber bi Kafkasê
 – ber bi Rojhilata Navîn  (Lubnan, Egypt, Israîl, …)
 – ber bi Asya û Afrîka (Erîtrêa, Etyopya, Afganîstan, …
Rewsh pash destpêka sedsala 20an :
Peymana Sèvres (1920):
Autonomî ji bo Kurdan, pash demekê bi riza dewletê serxwebûn jî mimkin bû. Ev peyman qet nekete pratîkê
 
Peymana Lausanne (1923): Dawiya xewna dewleteka Kurdî, welatê Kurdan hê zêdetir parça dibe!

Sedsala 20an
Di destpêka sedsala 20 de kurd ji sedemên cuda ber bi derva koça xwe dewam dikin.
Sedem:
 – serhildanên li herêmên cuda
 – polîtika assîmîlasyonê
 – aborî
Pirraniya koçberan ji sedemên aborî ne
Bi sedhezaran Kurd ji Bakur ber bi Rojava/Bashûr diçin û li wira bi cî dibin.
Çiqas Kurd ber bi Lubnan û Îsraîl neçûn?
Û di destpêka sedsalê de çiqas Kurdên Serhedê ber bi Kafkasê neçûn?
Di destpêka sedsala 20an de çend xwendekar ber bi Ewropa diçin
 – çend Bedirxanî ji Bakur
 – Ismet Sherîf, Nureddîn Zaza, ji Rojava/Bashûr
 – Hesen Silêman ji Bashûr
Û …………………….

Diaspora Kurd +/-
Agahdariyên ku Kurd dibêjin  Agahdariyên dervayê Kurdan
Afganistan   200.000   200 000
Azerbeycan   250 000   150000
Israîl    250.000   250 000  
Lubnan    150 000   80.000
Gurcistan    34 000   nuka 12 000?
Kazakstan    46 000  nuka 120 000?
Ermenîstsan    70 000  nuka 15 000 ?
Ukraîn + Moldavya    22 000   25 000 ?
Turkmenistan     40.000  nuka 50 000?
 
Europa
Almanya  750 000  500 000 
Fransa   150.000 120 000
Swêd     40 000    30 000
Norwêc    15 000      5 000
Hollanda    70 000    60 000 
Beljîka   70 000    50 000
Swîs   100 000    60 000
Îtalya    80 000    40 000
Otrish     80 000    50 000
Brîtanya    60 000    50 000 heta 60 000
Danimarka     50 000    35 000 heta 85 000
Yewnanistan    35 000    20 000 heta 25 000
Finland      3 000      3 000

 

Û
YDA  120 000      40 000
Kanada    18 000      12 000
Australya    15 000      12 000

Diaspora Kurd pash salên 1960
Mîna gelek gelên din, gelek civakên din Kurdên Bakur jî ber bi Ewropa koç kirin.
Di salên 6Oî de bi dehhezaran Kurd berê xwe dane dervayê welat ku abora xwe bikin.
 – Almanya
 – Fransa
 – Hollanda
 – Beljîka
 – …
Polîtîka dewletê li vira jî zelal xuya dikir ku ew Kurdên ji bo karê dervayê welêt dihatin bijartin ji dewletê re bê xeter bûn. Bi teybetî Kurdên li ser sînorên herêmên Kurd û Turk hatin bijartin.
 – Meletî, Elezîz, Erzîncan, Sêwas, Kayserî, Erzurum, Kars, Agirî, … û Kurdên Anatoliyê Kurdên Anatoliyê jî hatin bijartin.
 – Enqere
 – Konya
 – Eskisehir
 – Edene
 – Skenderûn
Yên derdorê Stembol û Izmîrê jî bi jimareke kêm.
Salên 70
Koça rewshenbîran dest pê dike
Di destpêka salên 7O de Kurdên siyasî jî dest pêkir ber bi dervayê welêt koç bikin.
 – Hindik hindik ber bi Swêd, Almanya, Fransa ve çûn
 – Beshek din ber bi Bashûr û Rojava/Bashûr ve derketin
 
Bakuriyên li vira jî hêdî hêdî yan vergeriyan, yan jî ber bi Ewropa çûn.
Rêxistinên Kurdan
li Ewropa peyda dibin
Berê Kurdên ji bo kar hatibûne Ewropa di pirraniyê de bûn û hesta neteweyî bi wan re pirr kêm bû. Ji xwe ev siyaseta Turkiyê bû… Kurdên bê zerer  shandibûn derva…
Hêdî hêdî rêxistinên Kurdan li Ewropa peyda dibin û karaktêra koça Kurdan jî tê guhertin.
KSSE, YXKE, KOMKAR, FEDERASYONA SWÊD, TÊKOSER ku bû bingehê ENSTITUYA KURDÎ ya BRUKSELÊ, AZADÎ ku bu bingehê Enstituya Kurdî ya Parîsê, û nûnertiyên KDP û YNK…
 
Pash salên 80
Koça rewhenbîr û siyasî zêde dibe
Kurdên rewshenbîr ji sedema darbe li pey darbeyên leshkerî li Turkiyê bi koman welêt terk dikin.
 – ber Rojava/bashûr diçin
 – ber bi Bashûr diçin
 – ber bi Rojhilat diçin
 Û
 – ber bi Rojava (Ewropa) diçin
Yên Rojava/Bashûr, Rojhilat û Bashûr jî pash çend salan berê xwe didine Rojava (Ewropa)
Partiyên Kurd li Ewropa hem zêde dibin û hem jî xebateke xurt dikin.
 – her partiyeke siyasî li pirraniya welatên Ewropa rêxistiniyên xwe pêk tîne.
Di nav wan de bes yek dereng dimîne. Ew jî PKK ye. Ji bo PKK rêxistiniya Ewropa hundakirina dem û enerjiyê ye…
Pash salên 80
Partiyên siyasî û saziyên civakî û kultûrî bi vê koçê destpêka dawiya xwe tinin
Pash darbeya 80 ya leshkerî li Turkiyê Partiyên siyasî û saziyên civakî, kultûrî, bi kurtayî eger bîna Kurdî ji wan dihat ketin bin derfetên dijwar de. Tevayiya wan mecbûr man ji nava sînorên Turkiyê derkevin. Ev derketina wan jî bû destpêka dawiya wan.
Bes yek ji wan li xwe miqayet derket û hem li welêt, hem li Bashûr, Rojava/Bashûr, Rojhilatê Kurdistan û hem jî li nava welatên Rojhilata navîn rêxistina xwe xurt kir.
 PKK ! Bi zimanê ku dewleta Turkiyê fehm dikir siyaset ava kir û hêza xwe xurt kir.
Kurd hêdî hêdî awayê rêxistiniya xwe jî diguherin
Di 1983 de Enstituya Kurdî ya Parîsê ava dibe û pey wê re li Almanya shaxekî wê vedibe.
 
Saziyên KURD zêde û xurt dibin
(Partî û Komele)
Lê tam di van dewran de PKK dest bi guhertina siyaseta xwe ya li dervayê welêt dike û giringiyeke mezin bi awayekî xurt dide Ewropa…
Roj bi roj komele, federasyon û konfedarsyon li dervayê welêt jî ava kir…
 
Di destpêka salên 90 de PKK li welêt her diçe xurt dibe. Li Ewropa jî PKK bi cî dibe, shaxên xwe vedide. Gavên mezin, bi awayê dewletê kar dike. Ew xwedî bîr û baweriyeke teybetî ye û ev li YDA û Ewropa zor tê
PKDW, KNK û çendîn saziyên din ava dike…
Dewleta Turkiyê jî lobiyeke xurt di hember PKK de bi kar tîne…
   
Turkiye ji xurtbûna PKK li Ewropa aciz dibe
        
Partiyên me yên din
Her roja diçe saziyên partiyên me yên din li Ewropa  zeîf bûn. Gelek ji wan neman…
Li Bakur: Rewsha li Ewropa rewsha li welêt taqîb dike… Li welêt milyon li pey PKK û hêza çekdar e, Ewropa bi sedhezaran!!! Lê mixabin ji 1993 û pash re YDA û ji 2002 ve YE PKK danîn ser lîsat terorîstan.
Kurd li her cî, her derê û bi her awayî xwe rêxistinî dikin
      
Kurd êdî Kurd in! Bi bîr û bawerî doza xwe dimeshînin.
Kurd, çawa li welêt hebe, li diaspora jî xwe li hev didin hev
Xwe di her qada jiyanê de rêxistinî dikin
Bi hestên neteweyî, serbilind, xwedî bîr bawerî ne
Li her welatî parlementer, doktor, ingenieur, advokat, profesor,… hene
Ev xebat bes e! Na. Gerek e hêjî zêde em kar bikin ku em bibin neteweyekî xwedî cî li cîhana îro!!!

F
E
E
D

B
A
C
K