Rahîbê Afrîqaya Basûr û xwediyê Xelata Nobel a Astiyê Desmond Tutu û xwediyê Xelata Sakharov a PEyê û kevneparlamentera DEPê siyasetmedara Kurd Leyla Zana ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya mayînde xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan serbest bê berdan.

7’emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd, ku ji aliyê Komîsyona Welatî ya Tirkiyeyê (EUTCC) ya Yekitiya Ewropayê (YE) hatiye organîzekirin û ji aliyê Koma Dostaniya Kurd a PE’yê ve jî tê pistgirîkirin, îro pistî nîvro, li paytexta Belçikayê Brukselê dest pê kir.

Di nav lêdarxistinerê konferansa ku bi ser gotara ‘Ji bo asitiyê rêyek-Bi rasteqîniyan re rûbirûbûn’ de rahîbê Afrîqaya Basûr û xwediyê Xelata Nobel a Astiyê Desmond Tutu, nivîskar û parêzera Îranî û xwediyê Xelata Nobel a Astiyê Sîrîn Êbadî, Sefîra Niyetxêrê ya Konseya Ewropayê Bianca Jagger, xwediyê Xelata Sakharov a PE’yê û kevneparlamentera DEP’ê Leyla Zana, nivîskarên navdar ên Tirkiyeyê Yasar Kemal û Vedat Turkali û nivîskar û zimannasê mezin ê Amerîkî Noam Chomsky jî hene.

WESTRHEIM: DIVÊ GOTIN VEGUHEZIN ÇALAKIYÊN KIRYARÎ
Yek ji axavtinera vekirina konferansa di demjimêr 15:00an de li Parlamentoya Ewrûpayê vebûye, Seroka EUTCC’yê Kariane Westrheim diyar kir ku pistgirî didin tevlîbûna Tirkiyeyê ya YE’yê û wiha pêde çû: ‘Li gor me çareseriya pirsgirêka Kurd bi nûnerên rewa yên gelê Kurd re gengaz e. Ji bo avakirina astiyê, divê hemû aliyên peywendîdar bi wêrekiya siyasî derbikevin pês. Rayedarên Tirk gelek soz û belên dan. Niha dem dema veguhestina gotinê ye ji bo çalakiyan.’ Westrheim dest nîsan kir ku pêwîst e gavên sênber ji niha ve bên avêtin, nabe ku heta hilbijartinên gistî bên payîn û rawestîn.

ZANA: DIVÊ OCALAN Û CIVAKÊ BIGIHÎNIN HEV
Yek axavtinera vekirina konferansê Leyla Zana diyar kir ku gelê Kurd di lêgerîna maf, dad û azadiyê de ji bo çareseriyê derketina vîneke demokratîk û astiyane bi sadî û kamiraniyekê mezin pêswazî dikin û divê bêçalakîtiya PKK?ê wek keys û firsendeke mezin bê nirxandin û wiha nêz bibin.

Zana dest nîsankir ku nabe ku hemû tist ji bo pas (pist) hilbijartinan bên taloxkirin û wiha pêde çû: ?Taloxkirin, dikare bibe sedema hin çalakiyên provaktîv û heman demê pêbaweriyê sêlû dike û ji holê radike. Herwiha ji bo zimanê Kurdî di qadên gelemperî de bê bikaranîn, divê rêkûpêkkirinên zagonî bên kirin û pêwîst e bendava hilbijartinê ya heyî bê hilwesandin û rakirin.?Zana anî ziman ku ji bo astiya mayînde gihistina Ocalan û civakê nave ku bê pasxistin û taloxkirin.

SÎRÎN ABADÎ: DIVÊ CÛDATÎ BÊ RAKIRIN
Parêzvana mafê mirovan Sîrîn Abadî, peyamek ji konferansê re rê kir û diyar kir ku pistgiriya li Tirkiyeyê çalakiyên mafê mirovan yên astiyane dike; divê Tirkiye di serî de cûdatiyên li ser Kurdan pêk tîne, hemû cûdatiyan ji holê rabike.

TUTU: DEMÊN MIN BI DUAYÊN JI BO DINYAYÊ DERBAS DIBE
Ji Afrîkaya Basûr ji Koma Çalak a Mafê Mirovên Kurd a Weqfa Desmonda Tûtû Mathew Errol Esau peyama Tûtû vîdeoyî anî. Tûtû di peyama xwe de bi gotina ?ez teqawit bûm? dest bi axavtinê kir.

Peyama Tûtû ya vîdeoyî wiha didome: ?Êdî ez demên xwe zêdetir bi duayên ji bo dinyayê diborînim. Ez ji dil pistgiriya xebatên komîsyonê dikim. Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a mayînde pistgirî didim endamiya Tirkiyeyê ya ji bo YE?yê. Em wek Koma Çalak a Mafê Mirovên Kurd xebatên bi we re dê bidomînin. Ji bo gelê Kurd axa ku li ser jê dayîk bûye, bigihêje mafê xwe çi ji destê me tên em ê bikin.

Li gor nûçeyên dema nêzîk li Tirkiyeyê vînekê hey e; hikûmeta Erdogan vîneke dest nîsan dike ji bo hevdîtinên bi Ocalan re. Min Erdogan re nivîsan em pistgirî tistên bi vî rengî.

Li gor çavdêriyên me di kiryarên leskerî yên artêsa Tirk de li ser gerîllayên PKK?ê zêdebûnekê berçav dikevin. Banga min ew e ku hikûmeta Tirk dest ji çalakiyên leskerî bîne.?

Tûtû bal kisand ser bêçalakîtiya PKK?ê û ji bo çareseriyê xwest ku divê êdî bi Ocalan re rûnin û dest bi gotûbêjan bikin. Tûtû got: ?Ji bo Tirkiyeyê senaryoyekê derbareyê dahatûya wê de, dikare serbestberdana Ocalan be.?

ESAU: DIVÊ OCALAN BÊSERTÛMERC SERBEST BÊ BERDAN
Pistî peyama Tûtû Mathew Errol Esau wiha axivî: ?Em wek Koma Çalak ya Mafên Mirovên Kurd û wek komek li Afrîkaya Basûr bi cîh bûyî, em pistgiriya derbirînên (bilêvkirinên) Tûtû dikin. Ji bo astiyê û pêsdeçûnê pêwîstî bi belên û sozên cidî hene. Em diyaloga bi Ocalan re tê kirin han didin û pistgirî didin vê yekê. Em hikûmeta Tirk vedixwîne ku bi bêsertûmerc Ocalan serbest berbide. Ev serta me ya helmeta (kampanyaya) mîlyonek îmza ye ku me di 21?ê Adarê de dabû destpêkirin.?

Esaû bal kisand ku divê Ocalan bê sert û merc bê berdan da ku hevdîtin û gotûbêjên dahatû de besdar bibe. Esau got: ?Pêvajoyên bê, çawa dibin bila bibin, daxwaza me ew e ku Ocalan besdarî van pêvajoyan bibe. Li gor me divê Komîsyoya Lêgerîna Rasteqîniyan bê damezrandin. Em pêsbînî dikin ku li Afrîka Basûr konferansekê li dar bixin.

TURKALÎ HEYA KURD AZAD NEBIN TIRK JÎ AZAD NABIN
Nivîskar Vedat Turkalî jî bi peyameke dîmenî (vîdeoyî) ji bo konferansa navborî bi rê kir. Di peyama xwe de Turkalî diyar kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, tu pirsgirêkek çareser nabe. Turkalî di peyamê de wiha pêde çû: ?Em bi salan di van waran de hatin tawanbarkirin, ji ber ku em li beramber van pirsgirêkan hestyar bûn. Îro êdî bûyeran giraniya xwe danî. Di serî de jî çewtiyeke bingehîn hate kirin, gotin ev tevgereke terorîstî ye.?

Turkalî anî ziman ku PKK?ê ji neçariyê dest avêtiye çekan û hilgirtiye û dirêjahî da axavtina xwe: ?We bi salan 10 kir gelê me jî neçar ma carek bike. Divê îro çareserî pêk bê. Pêngav û nêt herî bas ji Kurdan ve hat. KCK û aliyê Kurd ser da rawestandin. Divê ev mawe û pêvajo bas bê nirxandin, ji ber ku dem derbas dibe. Divê êdî nehêlin xwîn biherike.

Turk bal kisand ku divê hewldanên veqetandina hersê hêzên serdest ên aliyê Kurd neyê dayîn. Turkalî got ku ev hersê hêz Ocalan, Gerîlla û BDP ye. Hewl didin dibêjin bila BDP ji PKK?ê re bibêje ?terorîst? ev nêt û nîzakatiyek ne bas e, xirab e. Turkalî got ku rojên îroyîn de, niha, desthilatdarî di parastina çewtî û xeletiyan de pêdagir e.

Derbareyê doza KCK?ê de Turkalî diyar kir ku ?darizandinek neheq û mafnezan? e, astengkirina xweparastina bi Kurdî nîsaneya nêta (mebest, amanc, niyet) xirab e.

Di warê bendava hilbijartinan ya ji sedî 10 ya li Tirkiyeyê hey, Turkalî wiha axivî: ?Bendava ji sedî 10, bendavek hovane ye, demokrasiyek wiha nabe, ne gengaz e. Pêwîstî bi makezagoneke nû hey e.?

Turkalî derbirî ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tirk jî nikarin azad bijîn û wiha pêde çû: ?Ji ber Kurd ne azad in, Tirk jî nikarin azad bin. Ger em yek azad nebin, li vê dinyayê azadî kêm e.?

Kongreya Neteweyî ya Kurd ya Bakûr Amerîkayê KNK?ê di peyama xwe ya nivîskî de dest nîsan kir ku ew wek KNK?ê ligel çareseriya pirsgirêkê ya astiyane ne. Di peyamê de KNK?ê wiha dirêjahî da nêrîn û daxwazên xwe: ?Ji dîrokê em dizanin ku maf nayê dayîn, tên standin; em bawer dikin ku rêhevalên (hevrêyên) me yên Kurd jî bi berxwedana tebat (pasîf) û bêîtaetiya sivîl dê mafên xwe bi dest bixin. Daxwaza me ew e ku Kurd li Anatoliyayê bigihêjin mafên xwe yê çarenivîsê. Tenê bi vî awayî Tirkiye dikare bibe endamê YE?yê.

Di Parlamentoya Ewropayê (PE) de, ?7?emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd? dest pê kir. Konferansê de, gelek rewsenbîr û siyasetmedarên navdar ên Kurd û gelek welatan amade bûn. Hevserokê Gistî yê Partiya Astî û Demokrasiyê BDP?ê Selahattîn Demîrtas di konferansa navborî axavtinek kir û diyar kir ku li Tirkiyeyê qeyraneke cidî ya bihevbawerbûnê hey e; pêwîst e êdî hikûmet bipejirîne (qebûl) bike ku PKK ne ?rêxistineke terorîstî? ye. Demîrtas da diyarkirin ku divê dest û piyên BDP?ê yên hatine girêdan, bê vekirin.

7?emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd, ku ji aliyê Komîsyona Welatî ya Tirkiyeyê (EUTCC) ya Yekitiya Ewropayê (YE) hatiye organîzekirin û ji aliyê Koma Dostaniya Kurd a PE?yê ve jî tê pistgirîkirin, îro pistî nîvro, li paytexta Belçikayê Brukselê dest pê kir. Li PE?yê konferansa ku rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd tên gotûbêjkirin, Hevserokê Gistî yê BDP?ê Selahattîn Demîrtas di axavtina xwe de anî ziman ku ji bo kesûhewaya erênî ya hatiye çêkirin belav nebe û xirab nebe; divê hinek gavên sênber bên avêtin.

Demîrtas di axavtina xwe ya Parlamentoya Ewrûpayê (PE) de dest nîsan kir qeyrana em dijîn ya herî mezin, pirsgirêka baweriyê ye ji hevdû nebawerkirin li holê ye û wiha domand: ?Li meydanê pirsgirêkeke cidî ya ji hevdû nebawerkirinê hey e. PKK ji dewletê bawer nake, dewlet jî PKK?ê ne bawer e. Em wek BDP girîngiyeke mezin didin meseleya bihevbawerkirinê. 30 sal in du hêzên ku bi hev re ser dikin û hêzek ya din têk nebiriye, qonaxa lihevhatina van herdû hêzan jî dê ewqas asan (hêsan) nebe.?

Demîrtas dest nîsan kir ku negihistine wê hewa û astê ku herdû alî ji hevdû bawer bikin.Demîrtas derbirî ku asayîdîtina gotûbêjên bi BDP, Ocalan û Qendîlê re ji bo herdû aliyan jî rêxoskerek nûwaze ye. Demîrtas got: ?Teyran jî berdêlên giran da, darên ku ew lê dihewirîn hatin sewitandin. Divê ev kesûhewaya erênî, ev zemîna bas ya bi çetinahiyên mezin hatiye çêkirin nehêlin vala biçe, valaçûyîna vê kesûhewayê tawanek mezin e. Ji bo pêbaweriyê, divê her kes pûte û girîngiyê bide gotinên xwe.?

DIVÊ HIKÛMET BIPEJIRÎNE KU PKK, NE TERORÎST E
Demîrtas bi lêv kir ku ger di destê hikûmeta AKP?ê de ?pêsîvekirin? hey e, bila bi lezûbez bixe jiyan û meriyetê û asketa bike. Di vî warî Demîrtas got: ?Pêwîst e hikûmet li beramber gelê Kurd ziman û sêweyekê (uslûbekê) bawerdayînê bi kar bîne. Divê hikûmet qebûl bike ku Tevgera Kurd û Serakatiya wê, ne terorîst in. Derbareyê nêzîkatiyên jinavbirinê (tasfiyeyê) de, pêwîst e raydarên hikûmetê askera bikin ku polîtîkayên wan ji bo jinavbirînê tune ye (…) Pêwîst e hikûmet bîne ziman ku mafê Kurdan hey e ku li welatê xwe yê bav û kal û pîran de bi azadî bijîn. (…) Pêwîst e serokwezîr jî berdevkên hikûmetê jî, bikaribin bibêje mafê zimanê zikmakî mafê bingehîn yê her kesek e.?

Demîrtas bal kisand ku lêpêwîstkirina (lêferzkirina) dest ji berdana çekan dibe sedemê bêbaweriyê û bi vî awayî pêbawerî hildiwise. Demîrtas wiha pêde çû: ?Heya kesûhewaya pêbaweriyê çê nebe, qalkirina xilaskirin, destjêberdan û lawazkirina masînên (çek…) di dest de hene, pêbaweriyê çê nake hildewesîne. ?

BI GIRTINA 2 HEZAR ENDAMAN Û BENDAVA JI SEDÎ 10 DESTÊN ME GIRÊ DANE
Demîrtas anî ziman ku pês dest jê berdana çekan divê rê û rêgehên demokratîk yên siyasetên bên vekirin. Demîrtas wiha domand: ?Dest û piyên BDP?ê girê dane. Wek tê zanîn bendava hilbijartinê ji sedî 10 e, 2 hezar endam, rêveber û saredarên me girtî ne, alîkariya aborî ya gencîneyê nadin me, ji bo her gotinek me dozekê vedikin. Ger dixwazin BDP rola xwe bi cîh bîne, divê dest û piyên wan yên hatine girêdan bên vekirin. Herwiha BDP?ê tenê ne mûhatab e; di heman demê de PKK û Ocalan jî mûhatabê vê pirsgirêkê ne. Ger muzakere tê çêkirin, divê berê her tistî li ser makezagonek azadîxwaz, yeksan û sivîl gotûbêj û muzakere bên kirin.?

Konferansa ku di derbarê pirsgirêka Kurd de rêyên çareseriyê tên cûrekirin ya ku li Parlementoya Ewropayê tê kirin îro di roja xwe ya duwem de berdewam dike. Sosyologê Elman Martîn Dolzer, di de diyarkirin ku, dewleta Tirk êrîs dike ser sivîlan û çekên kîmyawî bikartîne bi vî awayî sûcên ser kirine.

DOLZER: DEWLET ÊRÎS DIKE SIVÎLAN, ÇEKÊN KÎMYAWÎ BIKARTÎNE
Sosyologê Elman Martîn Dolzer got: ?Eger ez saredarekbam min di hizûra we de ev axaftine kiriban, wê di derbarê min de lê pirsîn hatiba destpê kirin? û dest bi axaftina xwe kir. Dolzer, da diyarkirin ku, polîtîkayekî pêkutiyê ya mezin heye, eskence hat kirin û hêjan jî tê kirin.? Her wiha da zanîn ku, dema ku di hat Tirkiyeyê 20 caran çûye bajarên Kurdan.

Dolzer gotinên xwe wiha berdewam kirin: ? Ji aliyê cenderme û leskeran ve li hember mirovahiyê sûç tê kirin. Ev pêkanîn bi çi awayî têkiliya xwe bi mafê mirovan re nîne. Ji sala 2005?an û vir ve operasyonên leskerî zêdetir bûne û dewlet êrîs dike ser sivîlan.? Dolzer îstatîstîk derxistin û got: Binpêkirinên mafan yên di salên 2009-2010?an zivirîne binpêkirinên sala 1990?an û her wiha di derbarê ku çekên kîmyawî jî tên bikaranîn agahî tên.

DI VAN SÊ SALÊN DAWÎ DE SÛCÊN CIDÎ YÊN SER HATIN KIRIN
Di van sê salên dawî de binpêkirinên cidî yên sûcên ser hatin kirin. Dolzer da diyarkirin ku, bi taybet pistî sala 2003?an û vir ve gelek sûcên ser hatin kirin. Dolzer jibo sûcên ser pênç mînak dan, ?Mînaka yekem, di Îlona bûrî li ser sînorê Îraqê kustina 8 kesan bi çekên kîmyawî yên leskeran bikaranî. Li ser sahid û wêneyan ji aliyê kesê dizane ve raporek hatiye amade kirin û her wiha bilêv kir ku, rapora tiba edlî jî vê pist rast dike.?

Dolzer ku wêneyên bi karanîna çekên kîmyawî zelal dikin nîsandan û balkisand ku, ? Misoger bûye ku artêsa Tirk çekên kîmyawî bikaraniye.?

Her wiha Dolzer bilêv kir ku, artêsa Tirk pistî pevçûnan sûcên tecawizê jî kirine û di heman demê de li ser gêrîllayên di meha Hezîranê de bi çekên kîmyawî hatin kustin jî da. Weke din Dolzer da diyarkirin ku, dîsan di 2010?an de sîvanek li rastî êrîsa helîkopterê hat û bi giranî birîndar bû, bûyerek din jî di encama serdegirtina gundekê ya leskeran xwendevanek 17 salî hat binçav kirin û pist re hat înfaz kirin. Dolzer bilêv kir ku, xwendevanê binavê Îbrahîm Atabey li rastî eskenceyek mezin hatiye û malbata wî jî dibin pêkutiyan deye. Gelek kes di girtîgehan dene û gelek jî tên tehdît kirin.

Dolzer da diyarkirin ku, di binçavan de li rastî eskenceyê hatin, kustin û çekên kîmyawî bikaranîn di qada navnetewî de pêwîste bi merciyên serbixwe ve lêpirsîn were destpêkirin û xwest ku Parlementoya Ewropayê jî hêj bêhtir pêkutiyan lê bike.

F
E
E
D

B
A
C
K