Enstîtuta Kurdî ya Brûkselê bi alîkariya Komela Kultûrî ya Kurdistanê li Antwerpen ê, Serokê Spiritê Parlementer Geert Lambert û Civaka Flamanan-Vlaamse Gemeenschap ê di 29 ê hezîran a 2007 an de li Bruksel ê konferansekê pêk tîne. Konferans li ser “madeya 140 î ya Qanûna bingehîn ya Iraqê: Referandum li ser statuya Kerkûk û navçeyên din“ e. Li ser konferansê beyana komîteya amadekar wisan e:

Madeya 140 ya Qanûna Bingahîn ya Iraqê

Di sala 2005 de li Iraqê bi saya Kurdan di Qanûna Bingehîn ya Iraqê de çend tiştên girîng li ser pirsa Kerkûk û nevçeyên din hatin bicîbûn. Madeya 140 dibêje ku berê Kanûna 2007 dive referendumek li ser pirsa Kerkûk û Musûlê were kirin. Herçend e pirsa bûn û paşvexistinê ne zelal e jî, ewê referendum bide xuya kirin ka ev navçe vedigerin ser Kurdistan yan li ser hikûmeta navendî ya Iraqê dimînin.

Di Madeya 140 de tê gotin ku berê referendumê dive pirsa xelkê navçê ya normal bi cî were û jimartinek pêk bê. Ango, divê Erebên ku di dema Saddam Huseyn de li van navçeyan hatibûn cîwarkirin bi daxwaza xwe vegerin ciyê xwe yê berê. Veger û bicîbûna Kurdên hatibûn sirgûn

kirin yan reviyabûn çareser bibe.

Ev pirsên di Madeya 140 de hatine danîn bûne nakokiyên kûr di navbera Erebên Şîa, Sunî û Kurdan de.

Dewletên mîna Turkiye û Îranê jî naxwazin ku Kerkûk û Musûla têr petrol vegerin nav Kurdistana otonom. Hikumeta Turkiye û karbidestên wê, tev dewleta Îran, her tiştî dikin ku zengîniyên Kerkûk bibe malê Başûrê Kurdistan ku ji bo Bakurê Kurdistan bibe ronahiya modelekê ji bo çareseriyê. Turkiye, Iran û Sûriyê, Iraqa Federal ji bo xwe serêşeke mezin dibînin.

Di qada navneteweyî de zext li ser Kurdan dibe ku referendum paşkeve. Tê gotin ku dive hin nakokî ji navbera Kurdan, Şîa, Sunî, Êzîdî û Asûriyan di aliyekî de, di aliyên din di navbera Hikûmeta Iraqê de, rabin.

Di konferansê de siyasetmedarên Kurd, Ereb, Turkmen, Êzîdî û Asûrî bîr û baweriya xwe dibêjin. Çend Siyasetmedar û kesên din yên Ewropî jî li ser vê pirsê beşdarî minaqeşê dibin.

Programa konferansê wisan e:

ROJEV

09.45 : Xweşhatin

10u00 : Sedema amadekirina vê Konferansê û çend aghdarî ji Iraqê – Derwich M. Ferho, serokê E. K. ya Brukselê  & Nelly Maes, seroka EVA di YE de

10u15 : ‘Di dema Saddam Huseyn de Anfal’

 – Kendal Afrini, lêkolîner      

10u30 : ‘Jiyana hevrayî û navçeyên bi pirs’

– Edib Chalki, lêkolîner

10u45: ‘Gel û dînên cihê li Kudistana Iraqê’

– Pîr Xidir, (Êzîdî), Suzan Shehab, (Asûrî), parlementerekî Turkmen  (pirsa Turkmenan    

11u30 : ‘Federalîzm û pirsa Kerkûkê’

–  Bakhtiyar Aljaf, Serokê Enstituya Navneteweyî ya Rojhilata Navîn û Balkan, Ljubljana (Sloveniye)

11u50: ‘Kurdistan Iraq ava dibe’

– Jan Béghin, alîkarê serokê Parlementoya Brukselê & Adelheid Byttebier, seroka Komika Keskan di Parlementoya Bruksel de

12u00   Pirs û bersiv

12u30 : Xwarina Nîvro

13u30: ‘Rewşa siyasî ya Iraq û elaqetên navneteweyî’’

– Safiya  al – Sohail, Parlementera Iraqî, Bexdad (Iraq)

14u00: ‘Elaqetên cîranan bi Kurdistana Iraqê re’

 –  Bakhtiyar Amin, wezîrê kevn yê Mafê Merovan yê  Iraqê

14u30: ‘Jin di dema şerr û azadiyê de‘

–  ShîlanDosky, berp. Jinên Kurdistan li YE

14u40 : ‘Pirsa Kerkûkê & Ewlehî li Kurdistan û Iraqê ’

– Dr. Kemal Kerkûkî, alîkarê serokê Parlementoya Kurdistan

15u10 : Pirs û bersiv

15u45 – 16u : Axaftina dawî

F
E
E
D

B
A
C
K