(Ji sedema guherandina rojevê mesaj nehate xwendin. Lê ji bo agahdariyê li ser malperê dideynin.)
Bi navê Enstituya Kurdî ya Brukselê silavên germ li beshdaran û hemû kêsên dervayê vê konferansê, lê di nava xebata pêshdabirina zimanê Kurdî de, dike.
Bi vê munasebetê dixwazim di destpêkê de bombebarana dewletên Turkiyê û Îranê li Bashûr shermezar bikim. Bi bîr û baweriya min ev hovîtiya wan li ser gelê me, di welatê me de, îsharetên dawiya dagîrgkeriya wan e. Xuya ye ew jî vê rastiyê dibînin ku weha bi wahsheteke mezin, mîna gurên har, naxwazim li civata we ya giranbiha gotina rastî di vê hevokê de bêjim, êrîshî me dikin.
Hêjayî dubarekirinê ye ku were gotin, ziman nasnameya me ye. Bêyî zimanê me di hemû qadên jiyanê de, berdewamiya Kurdbûna me dê dikeve bin xeterê, bi shik dibe.
Divê em bash bizanin ku hedefa sereke ya dewletên dagîrker têkbirina zimanê me ye û di her demê de, di her derfetê de xwestine zimanê me bidin hundakirin. Her awayê siyasetê bikaranîne ku bighin armanca xwe. Wan zimanê Kurdî qedexe kiriye, pê kenîne û pê lîstine. Eger wan nikarîbû zimanê Kurdî bikin bin nîrê qedexê, alfabeya Kurdî dane ber pêlên xerabiyê. Di vê siyasetê de bi teybetî dewleta Turk gelek hewldan kirine.
– Kurdî li Bakurê Kurdistanê qedexe kir.
– Li Sovyeta berê jê nehat bide qedexekirin, lê tîpên latînî bi yên Kirîlî dan guhertin.
– Li Iraqê jî qedexeya Kurdî ji destên wan nehat, bi zorê tîpên Erebî xistin dewrê.
Loma, dewleta Turk pirr bash dizane ku standardbûna zimanê Kurdî û yekbûna alfabê xurtbûn û zêngînbûna hesta neteweyî ye.
Em jî dizanin ku hebûna zaravayên cuda ji bo me zengîniye. Lê yekbûna alfabê yekemîn gav û pêwîstiya sereke ye ku em bibin xwedî zimanekî mushterek. Ew alfabe û zimanê mushterek rê di hemû waran de li pêsh netewebûna me vedike.
Bêyî zimanekî xurt, zengîn û standard ku hemû Kurd di bîr baweriyan de, di ramanê de ji hev fehm dikin, em nikarin li neteweyek û welatekî xwedî refaheke fereh bifikirin.
Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî) di 9-10-11ê Îlonê de Kongreyek xwe amade kir û ji vê kongrê biryarên hêja derketin. Biryarên ku stendine bi pîrozî dizanim.
Enstituya Kurdî ya Brukselê ji bo her xebata di çarçeweya derfetên me de ji bo zimanê Kurdî amade ye.
Hêviyên me ew in ku ev konferans bibe xwedî encameke xurt ji bo xizmeta Kurdî.
Ji we re serketin, ji gele me re jî xweshî û azadî hêvî dikin.

Derwêsh M. Ferho
Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K